• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman

ê - Pêveker - Pel 58

Befranbar 28, 2015, 1:39

Serkeftina Kobaniyê û 2 yê Rebendan

Di 2012an de anku durist di salroja damezirandina komara Kurdistanê de kantonên rojavayê Kurdistanê dest bi jiyana xwe kirine. Balkêşe ku dîsa di salroja damezirandina komarê da pêşmerge û gerîlayên qehreman Kobanî ji destê Daîşê rizgar kirin. Ev baştirîn peyame ku êdî:1. Kurd bûne yek û ji hev dûr .. berdewam...
Befranbar 27, 2015, 12:33

Sersaxiya PEN a Kurd sebaret bi Wezîrê Eşo

PEN a Kurd bi mebesta koça dawî ya Nivîskar, Dîrokzan û Rojnamegerê Kurd Wezîrê Eşoyî Hûtî sersaxîyek belav kir.Sersaxiya PEN a Kurd; SERSAXΠSebaret koça dawî ya Nivîskar, Dîrokzan û Rojnameger Wezîrê Eşoyê HûtîMe bi dilgiranî û xemgîniyeke mezin koça dawî ya Nivîskar, Dîrokzan, Wêjenas, Wergêr û R.. berdewam...
Befranbar 27, 2015, 11:53

Civîna ragihandina rizgarkirina Kobaniyê destpê kir

Civîna rojnamevaniyê ya rêvebiriya Kobanî ya di derbarê rizgarkirina Kobanî de destpê kir. Civîn ji aliyê Rêvebiriya Kantona Kobanî û Fermandariya YPG ve tête pêkanîn. Civîna ku bi awayekî fermî dê mizgîna rizgarkirina Kobanî ji bo cîhanê ragihînê bi beşdarbûna hejmarekî zêde ya rojnmamevanên cîhanê.. berdewam...
Befranbar 27, 2015, 11:36

YPG Sipasiya Pêşmerge kir

Fermandariya giştî ya YPG siyaspiya hemî hêzan kir yên ku di azadkirina Kobanî de piştevaniya wan kirî.Fermandariya giştî ya YPG daxuyaniyek da û di serî de sipasiya Gelê Bakurê Kurdistanê kir û paşê jî Tevayî gelê Kurdistanê, Hevgirtina navnetewî, Hêzên Pêşmerge, Burkan El Firat û Artêşa Azad kir k.. berdewam...
Befranbar 27, 2015, 11:17

KOBANIYÊ RIZGAR BÛ

Li Kobanî piştî 134 roja bajarê ku Dîrok nivîsî bi giştî ji çeteyan hate paqijkirin û geha azadiya xwe.Dihunê (26.01.2015) demhijmêr 15:02 a Şervanên Kurd ala YPG li Kaniya Kurda li ba dan û azadbûna Kobanî ragihandin.Rizgarkirina Kobanî û paqijkirina wê ji hovên DAÎŞ di cîhanê de deng veda.Berxweda.. berdewam...
Befranbar 25, 2015, 1:48

Nivîskar û Rojnamevanê navdar WEZÎRÊ EŞO çû ser dilovaniya xwe

Nivîskar, wêjezan, dîrokzan, rojnamevan-pûblîsîst û wergêrê bi nav û dengWEZÎRÊ EŞO di temenê 81-salîya xwe da li bajarê Brûksêlê (Bêlçîka) çû li ser dilovanîya xwe. Çanda meye netewî zîyaneke mezin kişand.Wezîrê Eşoyê Hûtî 1ê mijdara sala 1934an li payîtextê Gurcistanê-Tivlîsê hatiye cîhanê. Xwendi.. berdewam...
Befranbar 25, 2015, 1:17

Kilama hêsîrên çiyayê Şengalê bi motîvên cimetê

Mîro, min go êla te revîya, Avropîyo, min go êla te revîya,De wê êla te berê xwe daye Duhoka jorîn nav desinîyan, na wele qîz û bûkên te revandine û birine Musila wêran nav daîşan…Wey lêr, wey lêr, em hêsîrîn, hêsîrên çîyayê Şengalê…Mîr go: êzîdîno, ez Lalişa Nûranî kim, raste ez li Avropayê rûnişti.. berdewam...
Befranbar 22, 2015, 10:04

Rêberekî karîzmatîk, komareke Demokratîk

 Hemû salê bi hatina roja 2yê Rêbendan re ez his dikim ku careke din ji nûve tême dinê. Ew roja pîroz, ew sala dîrokî, ew navên pîroz û ew pêngavên mezin û giring dihêlin ku qet û qet navê Mehabadê ji hiş û mejiyê me dernekeve. Destkeftên wê rojê wisa zêdene ku êdî bîranîna wê roja taybetî wek cejin.. berdewam...
Befranbar 21, 2015, 2:50

LEZGÎN | Li hesekê komkujî, 160 kes hate kuştin

Li gorî daxuyaniya Konseya Giştî ya Şoreşa Suriyê û nûçeya Rûdawê hate diyarkirin ku li Hesekê gundê Hanse di encama bombebarankirina hêzên rejîma Sûriyê de nêzîkî 160 kesî hate kuştin. Li gorî nûçeyê hêzên desthilata Sûriyê êrîşa hewayî birine ser cihê bazara ajelan li gundê Hansê û di encama vê êr.. berdewam...
Befranbar 19, 2015, 1:33

KCK li ser aloziya “Şengal”ê daxuyanî da

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê da xuyakirin, ku ev demeke di hin navgînên çapemenî weşanê yên li Başûrê Kurdistanê de, weşanên li dijî polîtîkaya KCK’ê ya li ser Şengalê zêde bûne û got, “Di van weşanan de hewl tê dayîn, hin nêrînên der heqê Şengalê de yên ne aydî me ne, mîna nêrîna me ye, bê.. berdewam...
Befranbar 19, 2015, 1:23

PDK li ser “Kantona Şengalê” Daxuyanî da

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî hewlên avakirina “Kantona Şingalê” ji aliyê PKKê ve nerazîbûnek tûj nîşan da û ragihand, PKK bi vê yekê dilê DAIŞê û neyarên gelê kurd xweş dike.Polîtburoya PDKê li ser hewlên avakirina “Kantona Şingalê” û “Encumena Êzîdiyên Şingalê” ji aliyê PKKê ve daxuy.. berdewam...
Befranbar 18, 2015, 12:56

Careke din dayê (helbest)

dayê min ji nû ve bîne dinêdixwazî neh mehdixwazî heft meh û vîrnîdi bin piştiyê çilo deli ber siya gidîşa genimdixwazî… Dixwazî li ser qorika hespê An jî li malêLi kadînê ser kayêBi destê pîrikê Pîra Xanê min bîne dinêcareke din dixwazimnavika min veneşêrebavêje ber kûçikê.ku hînî peyvan bûmku min .. berdewam...
Befranbar 18, 2015, 12:45

Hejmara yekem ya Kovara FELSEFEVAN derket

Kovara Felsefevan ku eve demeke xwînerên zimanê Kurdî bi kêfxweşî û kelecanî çavlirêya wêne DERKET!Kovara Felsefevan bi taybet ji ber nivîsîna Felsefê bi zimanê Kurdî xwedan giringiyeka mezine. Kovar ji aliyê Weşanxaneya NA û bi rêvebiriya Civaknasê Kurd Alî Gurdilî ve tête derhênan.Daxuyaniya Çapem.. berdewam...
Befranbar 18, 2015, 11:19

Nobedarên azadiyê

Ji destpêka dîroka mirovahiyê heta roja îro herdem mirovên serhişkê jiyanek azad derketinin, herdem tolhildêrê pêlek bayê bi rûmet derketinin. Van kesan parastina rûmeta mirovan û civakê ji xwere kiriye kar û bar. Mîna gelek mirovan çavê xwe ji ber rojê ne giritinin,wan dilên xwe ji tîrêjên rojê re .. berdewam...
Befranbar 16, 2015, 1:26

Wergêra googlê nivîsên wêne jî werdigerîne

Google pergala xwe ya wergerandine her diçe bêhtir pêş xide û karê wergêrê hesantir dike.Gava dawî jî ji googlê ewe ku êdî kes dikarin bi rêka telefonê nivîsên wêne jî wergerînin û yekser binasin. Li gel naskirina nivîsa wêne jî wekî dîtir gelik taybetmendiyên cûrbecûr di nava wergêra googlê de hati.. berdewam...
Befranbar 16, 2015, 12:28

Palewanê bûyera Parîsê dibe hemwelatiyê Fransa

Lassana Bathily ku di dema dîgirtina kesên di firoşgehekê de ji aliyê Amady Coulibaly ve 15 kes daxistine xwarê û di cemedxanê de veşartin û bi vê palewaniyia xwe ve kete rojeva Fransa û Cîhanê dibe hemwelatiyê Fransa.Bathily yê 24 salî ewe ji sala 2006 ê ve li Fransa bi rengekî qaçax kar dikir. Hat.. berdewam...
Befranbar 16, 2015, 12:16

Bi hezaran kesî zarokê Kurd birêxist

Zarokê Kurd yê bi navê Nihat Kazanhan ku şeva bihurî bi guleya leşkerên Tirk ji serê xwe ve hatî lêxistin û şehîd ketî ji aliyê hezaran kes ve hate birêkxistin.Zarokê Kurd ku bi hevalên xwe re di kolanên Cizîrê de dileyist ji durve bi guleyan hêzên dagirker yên Tirkî ve şehîd ket îro ji aliyê hezara.. berdewam...
Befranbar 14, 2015, 7:08

Ji Elmanya 20 kesî dî tevlî DAÎŞ bûn

20 kesê dî ji Elmanya tevlî DAÎŞ bûn.Li gorî bersiva hikumeta Elmanya ku dayî pirsnameya çepgiran herî kêm 20 kesê dîtir van demê dawî beşdarî DAÎŞ bûne. Li gorî bersivên ku hatî dayîn ev kesana bi nasnameyên xwe yên Elmanî li ser Tirkiyê ve bi mebesta beşdarbûna şer ve derbasî Sûrî bûne.Li gorî nûç.. berdewam...
Befranbar 13, 2015, 10:05

PEN a Kurd “Em hemu Charlie hebdo ne”

PEN a Kurd bi boneya komkujiya Parîsê ya dijî Kovara Charlie hebdo daxuyaniyek belav kir. PEN a Kurd bi her awayî bûyer şermezar kir û xisara mezin ya ku gelê Kurd ji teroristan û çeteyan dîtî û bûyera Charlie hebdo jî anîne ber hev.Dirêjiya daxuyaniya PEN a Kurd wehaye.“Em hemû Carlie Hebdo ne”“Ez .. berdewam...
Befranbar 12, 2015, 8:02

Ji Şerê Korê hetanî Giwêr têkoşerê Kurd OSMAN PÎRANÎ

Li jora pêşwaziya mêvanan rûniştime, ji bo hevpeyvîna bi fermandarê eniya Giwêrê çûme. Du kes têne jor, yek ji wan gire û çekeçe qenasê di destê wî de ye. Cilên eskerî li berin, çek di destê wî de pir biçûk xuyaye û weke kilaşnîkofê tê berçav. Heya niha min ev nedîtiye, lê ji min re xerîb nayê! lêv .. berdewam...