• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman

û - Pêveker - Pel 44

Rezber 14, 2014, 6:51

Li Afrîkaya Başûr DAIŞ hat şermezarkirin

Çeteyên DAIŞ li Afrîkaya Başûr jî hatin şermezarkirin. Gelek kesên li Johannesburg hatin cem hev bêdengiya hêzên navneteweyî şermezar kirin.Li bajarê Johannesburg ê Afrîkaya Başûr êrîşên çeteyên DAIŞ tên şermezarkirin. Duh jî di pêşengiya Kurdish Human Rîghts Actîon Group (KHRAG) Civaka Kurd de  li .. berdewam...
Rezber 14, 2014, 12:08

Şanda Kantona Cezîrê û ENKS li Dihokê ligel Barzanî dicivin

Şanda Kantona Cizîrê ya ku ji 7 kesan pêk tê, wê îro danê êvarî li bajarê Dihokê yê başûrê Kurdistanê ligel serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û şanda Encûmena Nîştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bicivin.Li gor agehdariyên ketine destê RojNewsê, îro êvarî şanda Kantona Cezîrê wê li Dihokê ligel ş.. berdewam...
Rezber 14, 2014, 11:34

GELO EM GUNEKARIN?

Gava min gotara xwe “Nema vekirî heval-hogirê minî surmanra” malpera xweda û Facebook-êda da weşandinê, ewê rêaksîa yekşvêtî pêşda neanî. Hinek meriva destpê kirin careke mayîn jî em – rewşenbîrê êzdî nava xayîntya miletîêda gunekar kirin. Hilbet, eva bona me tiştekî teze nîne, lê ewê, ku rewşenbîrê.. berdewam...
Rezber 14, 2014, 11:12

Balafirên Tirkiyê baregehên PKK bombarduman kirin

Piştî destpêkirina pêvajoya çareseriyê di navbera Partiya Karkerên Kurdistanê PKK û hikûmeta Tirkiyê de, balafirên şer ên Tirkiyê ên cura F16 û F4 çend baregehekî PKK li navçeya Oramarê ya Colemêrgê bombarduman kirin.Malpera Huriyet a Tirkî belav kiriye ku şeva borî balafirên şer ên Tirkiyê cura F16.. berdewam...
Rezber 13, 2014, 11:24

Çeteyên DAIŞ avahiya Heyva Sor a Kurdistanê şewitandin

Çeteyên DAIŞ agir berdan avahiya Heyva Sor a Kurdistanê ya li başûrê Kobanê li ser rêya Helebê.Nûçegihanên ANHA yên li herêmê diyar kirin çeteyên DAIŞ ên di şerên duh li hemberî YPG’ê de derbeyên giran xwarin depoya malzemeyan a aîdî Heyva Sor a Kurdistanê ya li başûrê Kobanê li ser rêya Helebê şewi.. berdewam...
Rezber 13, 2014, 10:25

Li Koblenz (Elmanya) Kurd ji bo Kobanê meşiyan

Duh êvarê li navenda bajarê Koblenz a Elmanya bi sedan Kurd ji bo piştgiriya Kobanî meşiyan.Di meşê de ku hejmarek hunermend, rewşenbîr û siyasetmedar amade bûn, hinek Elman û dostên Kurdan jî beşdar bûn û bi bilindkirina Ala Kurdistan û hinek plakat û pankartan ku li ser wan hatibûn nivîsandin ’Kob.. berdewam...
Rezber 13, 2014, 10:11

Peykerê Qirkirina Suryaniyan li Atînayê tê çikandin

Li paytexta Yewnanîstan Atînayê, bi merasîmeke 19’ê Mijdarê roja Yekşemê re wê vekirina Peykerê Qirkirina Suryaniyan bê kirin. Bi vî rengî hejmara welatên ji bo Asûrî-Suryanî-Keldanî yên di sala 1915’an de rastî qirkirinê hatin Peykerê Bîrdariyê danîn, derdikeve şeşan.Beriya niha peykerên qirkirina .. berdewam...
Rezber 12, 2014, 3:32

Nûnerê Ban Ki-moon li Hewlêrê ye

Nûnerê taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li İraqê Nikolay Mladenov ji bo gotûbêjkirina pirsa koçberan û şerê DAİŞ’ê gehişte Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê.Hevdem ligel gehiştina Hewlêrê, Nûnerê taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li İraqê Nikolay Mladenov bi armanca gotûbêj.. berdewam...
Rezber 12, 2014, 1:57

Qadir Ezîz: Berxwedana Kobanê serbilindiya tevayî gelê Kurd e

Şandek ya nûner û berdevkên partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê serdana nûnertiya PYD’ê ya li Silêmaniyê kirin. Di hevdîtinê de sekreterê Partiya Ayînde ya Kurdistanê Qadir Ezîz axivî û wiha: “Berxwedana Kobanê serbilindiya tevahî gelê Kurd e û divê em heya dawî piştgiriya Kobanê bikin.”Îro li baj.. berdewam...
Rezber 12, 2014, 1:20

Di teqîna Qeretepe de 30 kes şehîd bûn

Avahiya komîteya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li navçeya Qeretepe ya ser bi Kerkûkê ve, bi 3 otombîlên bombekirî hat armanckirin.Îro, 12ê Cotmehê, danê sibehê 3 otombîlên bombekirî li pêş avahiya komîteya YNKê li Qeretepe teqîn û di encam de gelek ziyanên mirovî û aborî ketin.Endamê encûme.. berdewam...
Rezber 12, 2014, 12:59

PDK û YNK li Silêmaniyê dicivin

Îro Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Silêmaniyê dicivin û bi peywendiyên navbera xwe gotûbêj dikin.Di vê derbarê de Sekreterê Polîtburoya PDK’ê Fazil Mîranî ji BasNewsê re got: ‘’Îro herdu polîtburoyên PDK û YNK li Silêmaniyê dicivin û armanc.. berdewam...
Rezber 12, 2014, 12:49

Barzanî: Em dest ji rapirsî û serxwebûnê bernadin

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî tekez kir ku her çi ji destê Herêma Kurdistanê were dê ji bo rizgarkirina bajarê Kobanê bike û got: ‘’Eger em bikaribin bi rêya esmanî dê alîkariyê pêşkêşî Kobanê bikin.27 roj e li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê şerekî dijwar di navbera şervanên Kurd û çe.. berdewam...
Rezber 12, 2014, 11:54

Kerry:Kurd naxwazin serbazên Turk biçin Koban`ê

Wezîrê derve yê Emerîka ragihand ku tu aliyekî Êraqî yan Sûrî naxwazin bi hêzên bejayî yên Tirkiyê biçin Kobanê û rexne li Tirkiyê girtiye ku Tirkiyê gelekî xwemsar bûye di alîkarîkirina dijberên DAIŞ de.John kêrî di çavpêkeftinekê li gel Dengê Emerîka ya Efxanistanê de Tirkiyê rexne kiriye û gotiye.. berdewam...
Rezber 11, 2014, 10:19

Li ser kurdên hevalên qatilên gelê xwe

Piştî neyartî û zulmeke hewqasî mezin dewlet li Kobanê li kurdan dike hîn jî parlamenterekî, wezîrekî, hetta kurdekî jî hîn ji AKPê îstîfa nekiriye.Ev jî nîşan dide ku dirhema ûjdên, xîretê, însaniyetê û kurdayetiyê bi van kesên hevkarên dewletê ra, bi van hevalbendên Davutoglu û Erdogan ra nemaye. .. berdewam...
Rezber 11, 2014, 8:35

Dusseldorf kortejek meş ê ya dîrokî pêk anî

Bi sed hezaran hes li bajarê Elmaya Dusseldorf ê ji bo Koban û Şengal ê meşek dîrokî li darxistin. Bi dehhezaran kesên ji Elmanya, Belçîka û Hollanda hatin ji saetên sibehê ve li herêma Kaîser-Wîlhelm a li perava Rheîn a Dusseldorfê hatin gel hev.Meşa li ser banga zêdetirî 30 organîzasyonan hat lida.. berdewam...
Rezber 11, 2014, 7:43

Mustefa Ebdî: Şervanên Kurd Berxwedaneka Dîrokî Dijî DAÎŞ Dikin

Ev bû bêhtirî sê hefte, çekdarên DAÎȘ bi hemû hêza xwe, bi tang û topên giran hewil didin derbasî hindirê bajarê Kobanê bibin, lê ew rastî berxwedaneka bêhempa ji aliyên șervanên Kurd ve tên.Rojnamevanê kurd Mustefa Ebdî, ku li wir dimîne û rewșê ji nêzîk ve dișopîne, dibêje 3 hezar șervanên Kurd, b.. berdewam...
Rezber 11, 2014, 6:17

Cenga Rojavayê Kurdistanê

Hertişt di bin zilmê de perçiqî, hertişt nîvco qewimî, kûlîlkên hezinî û hêviyên bişkivrizî…Cîhaneke kerr û lal li berbanga şoreşa rojava welatê min, rojê re cengê dikêşe şeveder. Ji mêj de ye cenga ronahî û tariyê, cenga keskesor û reş rengiyê…Yên ko axê radimîsin ne mirîne, kûlîlkên axê ne şîn tên.. berdewam...
Rezber 11, 2014, 12:31

Gerîla û şervanî, Kurdistan û Kobanî

Keçeke ciwan li ser textê nexweşiyê razayî û bi dilekî tije soz û eşqa ji doza Kurdistanê re wiha dinalî:Kobanî îro xemgîne / Dişewite laş bi xwîneHêsirê çavan dibarîne / Axxx Kobanî…“Ew birîndare û tevî ku hevaleke wê li ser derman û kewandina birênên xedar ên piyê wê dixebete, ew bi dengekî nerm a.. berdewam...
Rezber 10, 2014, 11:18

Li rojhilat û başûrê Kobanê şer germ e

Berxwedana Herêma Kobanê li dijî hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê berdewam dike. Şer û pevçûn di navbera şervanên YPG’ê û çeteyan de li rojhilat û başûrê herêmê bi hemû dijwariya xwe berdewam dike. Çete çekên giran û curbecur bikar tînin.Nûçegihanê ANHA’yê ragihand ku li rojhilat û başûrê herêma Kobanê şer û.. berdewam...