• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman

û - Pêveker - Pel 46

Rezber 1, 2014, 8:39

Çeteyên Daîş dîsan bi trênê derbasî rojava bûn

Îro seet di 11.00 de li gori Peyamnêrê İMC TV Saadet Yildiz 4 endamên DAİŞ ê di rêya trênê re ji Tirkî li sînorê Pirsûs’ê gündê sividê (Karaca) ê derbasî aliyê Kobanê bûn. Li nêzî cihê ku têre derbas bûn jî eskerên tirk hebûne. Tevli çeteyên din ku berê li wir bûn ber bi beregehê YPG’ê ve çûn lê ber.. berdewam...
Êlûn 26, 2014, 2:09

Beytên Kurdî û beyta Genc Xelîl

Di van rojan de ku Gerîla ji hêlekê û ji hêla din jî Pêşmerge şerê „reşpoşên cahêl û hov“ dikin, navê hinek qehremanên edebiyata me ya devkî ketin bîr min. Genc Xelîl navê yek ji wan qehremanên beyta ” Genc Xelîl” e. Çîroka wê beyt an jî serbihûriyê vedigere wê serdemê ku Osmanî li Kurdistanê hakim .. berdewam...
Êlûn 26, 2014, 12:32

Dayika Xazal û Lorîn

Dayika Xazal ê,Lorîn a şîr mij bi lorîne, olan bi çiya yê Şengalê bixe û bi qîrîne, zarokên bê dê û bê bav li derdora xwe bicivîne, gazî bike wan bêbextan û wan xayînan, ji wan re bibeje, çima we em firotin, avêtin ber hovan û keftarên dev bi xwîne. Demsal havîne, çiyayê Şengalê germe, lolanê di bar.. berdewam...
Êlûn 23, 2014, 2:42

Cîran quneke em dîse bi seyê wî ve mijûlin

 Bi taybet di vê demê de biqasî yekbûn û hevgirtina Kurdan, ewqas jî parçebûna Kurdan çêbûye û çêdibe. Dilxwazî û pêkhatin gelik dûrî hevin. Gelik caran Kurdên Rojava rexne û gotinên Kurdên bakur li partiyên Kurd yên Bakur tênaghêjin û napejirînin û carinan tênine wê aste ku bi tundî dijî van rexney.. berdewam...
Êlûn 21, 2014, 5:58

Tirkî sînorên xwe ji Kurdan re digre

Kurdên Kobanê ku ji ber komkujî û talan û tunekirinên îslamîstên hov yên daîş bazdidin berê xwe dane sînorên Bakurê Kurdistanê. Lê belê erda ku xwedanê wê bi awayekî fermî Tirkiye sînorên xwe ji Kurdan re digre û nahêle ku Kurd derbasî -Tirkiyê- bibin.Dewleta Tirk ku ji aliyekî ve arîkariya hovên da.. berdewam...
Êlûn 20, 2014, 12:32

Rewşa Kobanê û çend sernûçe

Rewşa Kobanê ji aliyê dijminan ve bi taybet welatekî wekî Tirkî ku DAÎŞ wekî cewrikê xwe rêdike ser Kurdan de nûçeyên derew û propaxandayên çirûk têne belavkirin. Ji aliyê dîtir ve çavê gelê Kurd li yekgirtin û piştevaniya hêzên Kurd û artêşên Kurda ye.Bi şerê Kobanê û êrîşê çeteyên hov ve carekî dî.. berdewam...
Êlûn 19, 2014, 11:49

Ez ji dermankirina endamên DAÎŞ bêzar bûme

Li bajarê Tirkiyê Mersînê, jineke ku di nexweşxaneyeke taybet de kar dike daxuyanî da û got ku – Em wana derman dikin lê ew diçin seriya dibirin. Ez ji dermankirina endamên Daîş bêzar bûme.-Li gorî nûçeya rojnameya Taraf ya Tirkiyê dermankirina gelik endamên hovên daîşê hişt ku gelik karmendên nexwe.. berdewam...
Êlûn 18, 2014, 10:03

Kerkuk; Beytulmuqedesa Kurdan

Alan kavalJi farsî: Dêrsim Oremar Li cadeyekî ku diçe Kerkûkê, bajarê ku çend hefteye ketiye destê hêzên Herêma Kurdistanê, herêmeke suneyan bi navê Haydice heye ku çend roj berê ala Dewleta îslamî ya Şam û Îraqê (DAÎŞ)ê lê hatiye hildan. Jeepên hêzên pêşmergeyan bi lez dizivirin, ajovanê otomobêlek.. berdewam...
Êlûn 17, 2014, 10:15

Gerîlla û Pêşmergeyê Kurd Heval Hogir şehîd ket

Bi taybet piştî êrîşên hovên Daîş ku komkujiyeka mezin li ser Kurdan kirin û Şengal xistin destê xwe, bi taybet Şervanên Kurd yên ku berê salên dirêj di nava refên Gerîlla de bihurandî bi rengekî çalek di nava şer de cih girtin. Hina di êrîşên 3 yê tebaxê de di nava hêzên Pêşmerga de hindek ji wan b.. berdewam...
Êlûn 17, 2014, 9:41

Bilêvkirina “Em Kurd” çiye?

Ez ji heçî peyvên ku bi “em kurd wisa …” dest pê dikin û wisa dom dikin zivêr dibim; “em kurd xayinên miletê xwe ne, em kurd ji hevdû re zikreş in, em kurd nizanin siyasetê bikin, em kurd hesûd in, em kurd hê negihiştine asta nizanim çi, em kurd serxwebûnê naxwazin, em kurd serxwebûnê dixwazin, em k.. berdewam...
Êlûn 15, 2014, 10:22

Dibistana Kurdî ya ku vê sibê vebû piştî nîvro hate girtin

Dibistana Kurdî ya ku li Amedê vê sibê vebû û bi navê Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger hatibû binavkirin piştî nîvro ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê ve hate muhur kirin û hate asêkirin. Dibistana yekem ya Kurdî ku di bin sîbera Cumhuriyeta Tirkiyê de vebû yekser bi biryara lêpirsînê ya Da.. berdewam...
Êlûn 15, 2014, 9:39

Yekem jin a Rojhilatê Kurdistanê li Başûr bû qurbanî

Roja şemiyê 07.09.2014ê li Kerkûkê pêşmergeyeke Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK)ê bi nave Nîgar Seyîd Mihemed Huseynî ji aliyê çekdarên grûba (DAÎŞ)ê ve hate kuştin.Nîgar (19) salî û xelkê bajarê Bukan a rojhilatê Kurdistanê bû. Navbirî bi yekem qurbaniya jin a rojhilatê Kurdistanê li başûrê Kurdis.. berdewam...
Êlûn 15, 2014, 9:27

Bûyerên Rojhilatê Kurdistanê, Komkujiya Qarnê û Qelatan

” Em çend rojan li cenazeyan digeriyan. Cenaze ji gund derxistibûn û havêtibûne nav gelî û newalên derdorê. Gelek kuştî biribûn çolê da wisa nîşan bidin ku di encama şer û fîrarê de hatine kuştin.Kuştî bi rûyê xwe nedihate nasîn, me beşek ji wan bi cil û bergan nas kirin. Dema me dest yan piyên miri.. berdewam...
Êlûn 13, 2014, 12:37

Şingal, Ferman û rewşenbîrên Kurdên misilman! | Selîm Biçûk

Ҫavdêreke europî ku di rojên komkujiyê de li Rojavayê Kurdistanê bû. Bi kamîre û qelema xwe dîmenên êşê, dîmenên mirinê, şewata serpêhatiyên qurbaniyên komkujiyê û girî û hawarên wan tomar dikir. Ji Rojava heta bi Zaxo karwanên mirovan li bin dar, kevir û kolanan, birçî, tî bi mirinê re di qayîşê de.. berdewam...
Êlûn 13, 2014, 10:53

Elmanya 40 leşkerê taybet rêdike Kurditanê

Elmanya bo mebesta perwerdeya dijî terorê 40 komandoyên xwe rêdike Kurdistanê.Li gorî nûçeya rojnameya Elmanî -Bild- bi mebesta perwerdeya taybet ya hêzên Pêşmerge 40 komandoyê pereşûtvan bo Kurdistanê têne rêkirin. Li gorî nûçeyê dê Komando perwerdeya dijî terorê bidine Pêşmerga û di heman demê de .. berdewam...
Êlûn 12, 2014, 2:06

Iphone 6 û Iphone 6 plus derketin firotinê

   Iphone 6 bi çalekiya ku eve saleke dihate hêvîkirin ve hate danasîn. Iphone 6 û Iphone 6 Plus wekî amûratên herî zirav yê Apple cihê xwe di dîrokê de girtin.Danasîna telefonên nû yên Apple li Flint Center pêk hat ku berî bi 30 salî Apple computera Macintosh ya destpêkê dabû nasandin. Telefonên ni.. berdewam...