• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman

û - Pêveker - Pel 55

Gulan 18, 2014, 4:06

Nivîsgeha rojnamegeriyê ya Mele Bextiyar daxuyaniyek da

Eve demeke di weşanên mediayê de tê belavkirin ku Mele Bextiyar dê bibe namzetê Cîgirê Serokê Herêmê. Dawî rojnama Hawelatî jî ev nûçe wekî manşet belav kir. Li himber van nûçeyan Nivîsgeha rojnamegeriyê ya Mele Bextiyar daxuyaniyek belav kir. Berfirehiya daxuyaniyê wehaye.Ev çend rojin ew dengo bel.. berdewam...
Gulan 18, 2014, 2:46

FC Bayern bû palewanê Elmanya

Yariya dawî ya lîga yekem ya Elmanya bi pêşbirka tîma FC Bayern û Borisia Dortmundê pêk hat. Yariya ku bi tekoşîneke dijwar hate leyistin 0:0 bi dawî bû. Lê belê diviya yarî bihata dirjêkirin û encamê Lîgê bidest biketana di dirêjkirinê de Bayern Munix 2-0 yarî bi desxt xist.Di yariyê de xala ku bû .. berdewam...
Gulan 17, 2014, 6:08

HRRK Banga agirbesta medyayê li PYD û PDK-S kir

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê HRRK bang û daxuyaniyek belav kir û bang li hêzên siyasî yên Kurd kir da ku pevçûn, dijberî û rewşa xirab ya dijîhevdû bidawî bînin û bi rêka peywendî û diyalogê arîşeyên xwe çareser bikin.Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê helwestên hêzên siyasî yên li Rojava.. berdewam...
Gulan 16, 2014, 9:54

Leyla Qasim; Ez xiyanetê li doza Kurdistanê nakim

Di şeveke bihara sala 1950an de hate dinê, ji ber wê jî babê wê navê Leyla danî ser. „Leyl“ peyveke erebî ye û wateya wê „şev“ e. Wê ji wateya navê xwe hez nedikir, ji ber wê jî piştre „rojeke nû“ di jiyana Kurdan de da destpêkirin. Tawana Leyla Qasim û hevalên wê hewldanên ji bo kuştina Sedan Husên.. berdewam...
Gulan 15, 2014, 3:35

Di teqîna çalên kumirê de li Tirkî 280 kes mirin

Tirkî bi bûyereka teqîna çalên kumirê ve hejiya. Di bûyera rû dayî de li gorî encamên hetanî neha 280 kes mirine, bi sedan kes birîndarin û li gorî zanyariyan hîna nezîkî 200 kesî jî di bin xirbeyê de be. Bi ve rûdawê ve Tirkî bi taybet li himber hikumetê helwestên curbecur hatine nîşandan. Ji gelik.. berdewam...
Gulan 15, 2014, 2:58

Mesud Barzanî bi navê gelê Kurd sersaxî bo Erdoxan birêkir

 Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî bo teqîna komirê ya bajarê Tirkî Manîsayê ku ji 300 kesî bêhtir mirovî jiyana xwe winda kirî sersaxî bo Serokwezîrê Tirkî Recep Tayip Erdoxan şiyand.Li gorî ku di malpera Serokwezîriya Tirkiyê de hatî weşandin, Serokê Herêmê Mesud Barzanî di sersaxiya xwe xweh.. berdewam...
Gulan 11, 2014, 11:45

Conchita Wurst bû yekemê Eurovision ê

Bi porê xwe yê dirêj, bi reha xwe ya reş û bi rigezê xwe yê nediyar ve bû yekemê Eurovizyonê.Pêşbirka 2014 ê ya sitrana Eurovîzyon li paytexta Danimark, Kopenhagenê pêk hat. Pêşbirka muzîkê Eurovizyon bi beşdarbûna 37 welatan ve pêşbirka 59. Pêk anî.Serkeftiyê/ya îsal jî sitranbêjê/a Awustirî Conchi.. berdewam...
Gulan 9, 2014, 9:46

Ji 4 ê Gûlana 1937 an heya 9 ê Gûlana 2010 an

Hê jî li ser wê axa dêrin gorên bi komel peyda dibin. Hestiyên zarok, ciwan û pîrên ku bi rêyên tije hovîtî hatine kuştin, nasnameya komarekê ji me re dide eşere kirin ku xîm û bingehê wê bi xwîn û hestiyên mirovan hatiye avakirin. Dirûşmên weke “ Yek ziman, yek al, yek netewe…” aliyê şovînîstî û eg.. berdewam...
Gulan 9, 2014, 9:19

Kovareka nû tevlî karwanê weşangeriya Kurdî bû; Zarema

Kovareka nû ya Kurdî tevlî karwanê weşangeriya Kurdî bû. Kovara ku hejmaraq xwe ya yekem hate weşandin bi Edîtoriya Fexriya Adsay û gelik xebatkar û karmendên Kurdînivîs ve dest bi karê xwe kir.Nivîskarên ku di karê Kovarê de cih digrin;Fexriya Adsay, Ferzan Şêr, Burhan Yek, Hesenê Dewrêş, Mihemed Ş.. berdewam...
Gulan 4, 2014, 4:14

Bi wêneyan kurteçîroka serhildan û komkujiya Dêrsim

Kurteçîroka bûyerêSala 1937 ê meha beharê ji bo ku çekan kom bikin yekîneyên leşkera ji bo eşîra Yusuf hatine rêkirin. Vê yekîneyê destdirêjiya keçeke Kurd kirin. Bi vê bûyerê ve êdî Eşîran êrîşî qereqolan kirin. Li gorî çavkaniyên leşkerî yên dewletê bûyera yekem şeva 20-21 ê an jî 21-22 yê bi hilw.. berdewam...
Gulan 3, 2014, 7:45

Zîndarekî bêmirin, mêjiyê xwe jinûve çêdike

Komeka lêkolînvanên Emerîkî di nav komên gravên Florida Keys de yên ser bi eyaleta Florîda ve zîndarekî balkêş û giring dîtin. Ev zîndarê di deryayê de bêmirine û hertim xwe nû dike. Ev zîndar ji ber ku bêmirine û xwe nû dike navê – Fezayiyê deryayê- lê hatiye kirin.Ev zindara hatî dîtin, ji aliyê l.. berdewam...
Gulan 3, 2014, 7:45

Piştî keça wî bû Musliman keçe xwe kuşt

Çavkaniyeke ewlekariyê ragihnd ku, kesekî Fileh (Xirîstiyan) li gundê El Wehadune ya parêzgeha Ecelon ya li Bakurê Urdun`ê bavê keçekê yê 70 salî piştî pêhesiya ku keça wî ya xwendekar ya temen 20 salî bûye Musliman, çend kevir li serê wê de ew kuşt.Piştî kuştina wê arîşe li ser cihê veşartina ter.. berdewam...
Gulan 3, 2014, 6:17

Li Efxanistanê 2 hezar gundî di bin axê de man

Li Efxanistanê dihunê ji ber barana zêde şape rabû, erd şemitî nêzîkî 2 hezar mirovî ma di bin axê de.Afata ku rû dayî li gundê Aab Bareek yê ser bi herêma Bedahşan e ku li rojavayê bakurê Efxanistanê dikeve bû sedem ku beşekî mezin ji malên gund bi xurifin û di bin axê de bimînin. Berdevkê Waliyê B.. berdewam...
Gulan 3, 2014, 5:23

Kurê hevserokê BDP li Rojava Şehîd ket

Ji bo kurê Hevserokê Şaredariya Sûrê Seyîd Narîn, Dilgeş Amed (Alî Narîn) ku li Rojava jiyana xwe ji dest da li Amedê taziye hat danîn. Li vir bav Narîn ku axivî wiha got: “Kurê min ji bo azadiya gelê xwe çû şahadetê. Emê qêrînên tolhildanê qêr nekin. Qêrînên li vi rem qêr bikin, wê qêrînên ji bo aş.. berdewam...
Gulan 3, 2014, 1:07

Wekheva gora Tutankamon hate çêkirin

Tirba Tutankamon li himber serdana mirovan liber xwe neda û ya risenê wê hate rakirin.Tirba risen ya Firavunê Misrê Tutankamon di sala 1922 yan de ji alyiê Howard Carter ve hatibû dîtin. Lê ji ber serdanên zêde êdî tirba Firavûn her diçû xirab dibû. Ji bo vê yekê jî ya risen hate rakirin û şûna wê j.. berdewam...
Gulan 3, 2014, 12:31

Li Ukraina şer dijwar dibe

Li Ukraina şer dijwar dibe. Hêzê artêşa Ukraini li rojhilatê welat tevgereka leşkerî ya mezin destpê kir. Hêzên alîgirê Rûsya li bajarê Slavyansk ê gelek dever girtine dest û li gorî nûçeyan 2 helîkopterên artêşa Ukraina xistine xwarê.Artêşê bi 20 helîkopteran ve leşker daxistin bajêr û dijî komên s.. berdewam...