• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman

û - Pêveker - Pel 92

Pûşper 8, 2013, 8:32

Gelo hûn dizanin?

Jineke 64 salî li ser cemedê şimitî û kete erdê. Ji ber bayê di çoka xwe de neşiya demek dirêj ji erdê rabe û li ser cemedê ma. Germa laşê wê kefte bin 70F(21C). Di vê şertê de divêya ku bimre. Lê hewldanên bijîşkan ew ji nûve vegerande jiyanê. Zanista Tibê evro hêjta jî der barê xweragiriya laşê mi.. berdewam...
Pûşper 8, 2013, 2:21

Neteweyên Yekbûyî: Serdana Barzanî ya Bexdayê erêniye

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Îraqê Martîn Kobler bi daxuyaniyekê ragehand ku ew weke Neteweyên Yekbûyî serdana serokê herêma Kurdistanê Mesût Barzanî ya ji bo Bexdayê ji bo çareserkirina pirsgirêkên Îraqê weke pêngavekê erênî nirxand.Roja Yekşemê serokê herêma Kurdistanê Mesût Barzanî bi serdanekê fe.. berdewam...
Pûşper 8, 2013, 1:40

Festîvala Berxbir bi dawî bû

Nehemîn Festîvala çand û xwezayê ya Berxbir ku ji aliyê şaredariya Elkê ve bi diruşma ‘jiyana azad û demokratîk bi azadiya rêber Apo pêkane’ dihate li darxistin di roja sêyem de bi dawî bû. Di roja sêyam ya mêhrîcanê de bi hezaran kesên ku li zozanên Laleşê kon vedabûn beşdarê ahengên roja sêyem bûn.. berdewam...
Pûşper 8, 2013, 11:37

Hikumeta AKP’ê pakêta reforman amade dike

Li gor nûçeya televîzyona Tirkiyê Haberturk, piştî ku hêzên PKK’ê derketin derveyî sînorên Bakûrê Kurdistanê dê hikumeta AKP’ê pakêtekê reforman amade bike. Nûçe dibêje ku bi guhertinên qanûnî dê piraniya girtiyên KCK’ê bihêne azadkirin.Li gor nûçeya televizyona Haberturk piştî hevdîtinên hevseroka .. berdewam...
Pûşper 8, 2013, 10:03

Li Misirê artêşê komkujî pêkanî

Artêşa Misirê li paytext Kahîreyê di nimêja sibê de gulle berda ser alîgirên Mursî û qad vegerande gola xwînê. Li gor agahiyan 52 kes hatine kuştin û hejmara birîndaran jî zêdetirê ji 300 kesane. Artêşa Misirê jî diyar kir ku ewan 16 terorîst kuştine.Artêşa Misirê li Paytext Kahîreyê li pêşiya bareg.. berdewam...
Pûşper 7, 2013, 10:27

Pêwendiyên Misir û Suriyê ji nû ve destpêkirin

Rawêjkarê wezareta derve yê Misirê Bedir Abdulatî diyar kir ku dê pêwendiyên dîplomatîk yên di navbera Suriye û Misirê de ji nû ve destpê bikin. Abdulatî di wezaretê de daxuyaniyek belav kir û da zanîn ku dê pêwendî di asta konsolxaneyan de be. Li gor peymana di navbera her du aliyan de hatiyekirin .. berdewam...
Pûşper 7, 2013, 12:35

Nîkaragua, Bolivya û Wenezûela bersiva erênî dan Edward Snowden

Sîxorê berî yê CIA û NSA’yê Edward Snowden ji bo mafê penaberiyê serî li 21 welatên cîhanê dabû ku 13 ji van welatan yên Ewrupayê bûn. Ji van welatan Bolîvya, Nîkaragua û Wenezûellayê bersiva erênî dane Snowden.Sixorê berî yê CIA û NSA’yê Edward Snowden beriya niha ji Emerîkayê revîbû û der barê pla.. berdewam...
Pûşper 6, 2013, 10:18

Mesût Barzanî subê serdana Bexdayê dike

Li gor nûçeyekê ajansa nûçeyan ya Peyamnêr (PNA) serokê herêma Kurdistanê Mesût Barzanî sûbe dê serdana Bexdayê bike û li gel serok wezîrê Îraqê Nûrî Malîkî hevdîtinekê encam bide.Li gor nûçeya Peyamnêr, berpirsekê hukumeta herêmê ragehandiye ku serokê herêma Kurdistanê Mesût Barzanî piştî geşta xwe.. berdewam...
Pûşper 6, 2013, 8:14

Li Misirê Serok wezîrê nû diyar bû

Li Misirê piştî darbeya leşkerî ku serok komar Muhamed Mursî hate binçavkirin hevrikê wî yê hilbijartinan El Baradeyî bû serok wezîr.Li Misirê serok komarê katî Adlî Mansûr erka serok wezîriyê da Muhammed El Baradeyî. Birayên Musliman li dijî vê biryarê nerazîbûna xwe diyar kir. Birayên Musliman diy.. berdewam...
Pûşper 5, 2013, 8:51

Şandeya KCD û BDP’ê ji Qendîlê vegeriyan

Hevseroka BDP’ê Gûltan Kişanak û hevserokê KCD’ê Ahmet Turk piştî hevdîtinên xwe yên li gel berpirsênKCK’ê yên li Qendîlê vegeriyane Hewlêrê û der barê hevdîtinên xwe de daxiyaniyek kurt dan.Di çarçoveya pêvajoya aşitî ya Tirkiye û Bakûrê kurdistanê de şandeya BDP û KCK’ê ya ku çûbûne Qendîlê vegeri.. berdewam...
Pûşper 5, 2013, 4:49

Jina femen li pêş Erdoxan xwe rût kir

Koma femen ya Ukraynayî li firokexaneya Sabîha Gökçen xwe rût kir û li dijî Erdoxan xwe tazî kir.Endamekê koma femînist ya Ukraynayî ku di rojên dawî de li Tunûsê çalakiyên xwe zêde kiribûn vê çarê jî li Tirkiyê û firokexaneya Sabîha Gokçen li ber Erdoxan xwe rût kir û çalakiyek encam da.Endamê koma.. berdewam...
Pûşper 5, 2013, 4:30

Albûma Keyhan Kelhûrî û Erdal Erzincan derket

Li gor nûçeyekê sîteya Peyamnêr (PNA) albûma hunermendê Kurd Heyhan Kelhûr, li gel hunermend Erdal Erzîncan ji aliy kompaniya ACM ve hate tomarkirin.Li gor nûçeyê ev berhema her du hunermendan bi awayekê rastewxo ji konsera her du hunermendan ya li bajarê Bursaya Tirkiyê hate tomarkirin. Çav li rêye.. berdewam...
Pûşper 5, 2013, 4:06

Biryara 35 sal zîndanî ya Ahmet Turk hiweşiya.

Doza ku li dijî hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamenterê serbixwe yê Mêrdînê Ehmed Turk hatibû vekirin û bi îdîaya “propagandeya rêxistina terorê û encamdana sûcên bi navê rêxistinê” jê re 35 sal ceza dihat xwestin, hat betalkirin.Li gorî nûçeya DÎHAyê, li dadgeha cezayê giran ya Am.. berdewam...
Pûşper 5, 2013, 12:43

Hevserokên BDP û KCD serdana Qendîl`ê dikin

Rêzehevdîtinên di navbera AKP, BDP, Qendîl û Îmraliyê de berdewamin. Piştî ku şandeya BDP’ê bi rayadarên hukumeta AKP’ê re civiyan vê carê jî nûnerên BDP û KCD’ê seredana Qendîlê dikin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk(KCD) Ehmed Turk û Hevseroka Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP`ê)  Gultan Kişana.. berdewam...
Pûşper 5, 2013, 12:28

Li Kerkûkê teqîn: 2 polîsan jiyana xwe ji dest da

Li gorî nûçeya PUK mediya di qezaya Duzxormatuya ser bi bajarê Kerkûkê otombêleke bombe barkirî hate teqandin û li gor amarên destpêkê 2 polîsan jiyana xwe jidest dan 17 kes jî birîndar bûn. Li gor nûçeyê teqîn bi otombêleke bombe barkirî û li nîva sûka navçeyê, li nêzîk avahiya nû ya weqfa şîeyan û.. berdewam...
Pûşper 5, 2013, 12:11

Barzanî bi polîtburoyên YNK û PDKê re civiya

Serokê Herêma Kurdistanê Mesût Barzanî di gel polîtburoyên YNK û PDKê civiya û piştî civînê  hat ragihandin di dema pêş de dê Barzanî li ser pirsa dirêjkirina dema serokatiya xwe û hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê li gel hêz û partiyên siyasî yên herêma Kurdistanê re jî bişêwire.Serokê Herêma K.. berdewam...
Pûşper 3, 2013, 9:09

Mesût Barzanî vegeriya Başûrê Kurdistanê

Serokê Herêma Kurdistanê Mesût Barzanî piştî serdanekî fermî ya Rûsya û Fransayê îro piştî nîvro bi rêya firokxaneya navdewletî ya Hewlêrê gihîşte Herêma Kurdistanê û raste rast beşdarî li ahenga 273 saliya ragihandina serxwebûna Emerîkayê bû. Di ahengê de konsolê berê û yê nû yê Emerîkayê li Hewlêr.. berdewam...
Pûşper 3, 2013, 8:42

Gelê Colemêrgê bang li hukumetê kir da gavan bavêje

Rêxistina BDP’ê ya bajarê Colemêrgê bi dirûşma ‘hukumet gavan bajêve’ meşek li darxisr. Di meşê de hate xwestin ku hukumeta AKP’ê pêdiviyên berpirsiyariya xwe bi cîh bîne.Bi bangawaziya navenda giştî ya Partiya Aştî û Demokrasiyê BDP’ê li gelek bajarên Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê rêzeçalakiyên çalak.. berdewam...
Pûşper 3, 2013, 1:22

Ji bo bûyerên Lîceyê hevdîtin

Li gundê Hêzana Lîceya Amedê di dema protestokirina çêkirina qereqolan de kesekê jiyana xwe ji dest dabû û 9 kes din jî birîndar bibûn. Li ser van bûyeran doh sê wezîrên hukumeta AKP’ê û berpirsên BDP li hev civyan. Di hevdîtinê de hate xwestin ku ji bo cardin bûyerên bi vê awayî rû nedin di dema bê.. berdewam...
Pûşper 3, 2013, 11:50

Mûrsî: Bi buhaya canê xwe ezê biparêzim.

Serokkomarê Misirê Muhammed Mursî bang li artêşê û gel kir. Mursî got ‘heger buhaya canê min jî be ezê rewatiya destûrî biparêzim.Serokkomarê Misirê Muhammed Mursî di televîzyona dewletê de bang li gelê Misrê û artêşê kir û diyar kir ku bermahiyên rejîma berî ji bo têk birina aramiya welat û zemîna .. berdewam...
Pûşper 3, 2013, 12:21

Li Misirê şerê navxweyî gur dibe

Li Misrê ji roja Yekşemê ve xwepêşandanên alîgirên desthiladariyê û yên mûxalîfan didomin. Vê carê jî di navbera alîgirên Muhemed Mûrsî û muxalîfan de pevçûn derket. Li gor agahiyan 7 kesan jiyana xwe ji dest da.Li Misirê xwepêşandan veguherin pevçûnên bixwîn. Li gel paytext Qahîreyê li bajarên weke.. berdewam...