• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman

a - Pêveker - Pel 69

Rezber 11, 2014, 10:28

Li Wanê şîdeta dewletê kesekî din qetil kir

Yunus Aktaş ê di çalakiyên Wanê de ji bo piştgiriya Kobanê bi guleya polîsan bi giranî birîndar bibû jiyana xwe ji dest da.Yunus Aktaş di 9’ê Cotmehê de li Taxa Suphan di dema çalakiyên protestoyî de bi guleya polîsan birîndar bibû. Aktaş ku bi giranî birîndar bû li nexwşxaneya herêmê hate dermankir.. berdewam...
Rezber 11, 2014, 9:53

Yekîtiya Ewropayê DAIŞ’ê asteng dike

Ji bo kesên tevlî çeteyên DAIŞ’ê bûne li Ewropayê seyahatê nekin xebat didomin.  Wezîrê Karên Hundir ên YE’yê li Luksemburgê civînek pêk anîn û di civînê de biryar girtin ku wê li dijî çeteyên DAIŞ û rêxistinên radîkal di rêwitiya balafirê de guherînan bikin.Di pêşniyaran de hat gotin ku kesên guman.. berdewam...
Rezber 11, 2014, 9:31

Ciwanekî din ê helebçeyî di nava DAIŞ’ê de hat kuştin

Ciwanekî helebçeyî yê 19 salî li bajarê Kobanê yê rojavayê Kurdistanê ji aliyê şervanên YPG’ê ve hat kuştin. Ew çend meh bû ew ciwan tevlî çeteyên DAIŞ’ê bibû. Li gorî nûçeya ROJnewsê ku li başûrê Kurdistanê weşanê dike, rêveberê asayîşa Şarezûr Aras Tofîq diyar kir ku ji meha remezana îsal ve ciwan.. berdewam...
Rezber 11, 2014, 12:31

Gerîla û şervanî, Kurdistan û Kobanî

Keçeke ciwan li ser textê nexweşiyê razayî û bi dilekî tije soz û eşqa ji doza Kurdistanê re wiha dinalî:Kobanî îro xemgîne / Dişewite laş bi xwîneHêsirê çavan dibarîne / Axxx Kobanî…“Ew birîndare û tevî ku hevaleke wê li ser derman û kewandina birênên xedar ên piyê wê dixebete, ew bi dengekî nerm a.. berdewam...
Rezber 10, 2014, 11:18

Li rojhilat û başûrê Kobanê şer germ e

Berxwedana Herêma Kobanê li dijî hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê berdewam dike. Şer û pevçûn di navbera şervanên YPG’ê û çeteyan de li rojhilat û başûrê herêmê bi hemû dijwariya xwe berdewam dike. Çete çekên giran û curbecur bikar tînin.Nûçegihanê ANHA’yê ragihand ku li rojhilat û başûrê herêma Kobanê şer û.. berdewam...
Rezber 10, 2014, 10:18

Der barê bûyera Çewlikê de li Amedê kesek hat binçavkirin

 Der barê êrîşa çekdarî ya duh li Çewlikê di çarçoveya lêpirsîna hatiye vekirin li Amedê welatiyekî bi navê Alî Kiliçgedîk hat binçavkirin û ew birin emniyeta Çewlikê.Li Çewlikê piştî êrîşa çekdarî ya li hemberî amîrên polîsan ku di nav wan de Midûrê Emniyetê yê Bajêr Atalay Urker jî hebûn, di ketin.. berdewam...
Rezber 10, 2014, 8:55

Qedera Kurdistanê; Kobanê

Ji bo piştgiriya Kobanê û nerazîbûna li himber çeteyên DAÎŞ’ê, ev bû çend roj Kurdistan û hemû cîhan li ser niga ye. Kurd ji aliyê hestewarî ve nerehetin û nahêlin ku ti kes li cîhanê rehet be. Ji aliyekî ve çete bi hemû hêza xwe ya ku ji tirkî û dewletên wek tirkî ji qewmê rovî distîne, êrîşî ser K.. berdewam...
Rezber 9, 2014, 2:24

Ji Kobanê banga alîkariya lezgîn

Ji Kobanê banga alîkariya lezgîn: ‘ DAİŞ êrişi Murşîtpinar dike !Li gorî agahiyên ji YPG tên di raja 25’emîn de hê şer bi hemû dijwariya xwe dewam dike û metirsiya qetlîamê heye.25’emîn roja êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê li her sê eniyên Kobanê şer û pevçûn bi dijwarî didomin. Çeteyan tevî.. berdewam...
Rezber 8, 2014, 12:52

Li Hamburg ê DAÎŞ ê lêdan xwar

Wekî gelik deverên Elmanya îşev(07.10.2014) li bajarê Elmanya Hamburg ê jî alîgir an jî endamên hovên DAÎŞ êrîş birin ser Komeleya Kurdan lê wekî ku hêvî dikirin derneket û hetanî bi quncika mizgeftê Kurdan bera wan da.Mizgefta salafîstan an jî teroristan li pişta Komeleya Kurdan ya Hamburg ê ye. Nê.. berdewam...
Rezber 7, 2014, 9:35

Li Amedê endamên Huda-par li gel reşand, Kurdan ew jî bande avêtin

Li Amedê taxa baxlar ê bû hola şer. Girseyên gel ku xwestin Amedê bikin Kobanê rastî êrîşa endamên Huda- Par hatin. Endamê huda par bi çekên giran êrîşî gel kirin. Di encama vê êrîşê de 3 Kurd şehîd ketin. Piştî gel êrîşî van êrîşkeran kirin reviyan çûne ser ban. Kurdan her 4 kesên ku çûyî ser ban j.. berdewam...
Rezber 7, 2014, 8:37

Bazîdê jî got; Evder Kobanê ye

Li Bazîdê ya ser bi Agirî ve jî şer û pevçûn berdewamin. Ciwanên Kurd aleya Tirkiyê ku bi bexçeyê dibistanekê ve daleqandî daxistin û agir pê xistin. Di heman demê de rêkên ketina bajêr pêşbend danîn û rêka ku diçe Îranê jî girtin.Pevçûnên dijwar di navbera ciwanên Kurd û hêzên polêsên Tirk de derke.. berdewam...
Rezber 7, 2014, 8:21

Sibê şev li RTL (Stern TV) temaşe bikin

Bi hezaran Kurdan bi rêka torbendên civakî û bi rêka, whatsapp, skype, viber û rêkên peywendiyê yên dîtir ji hevdûre ragihandin ku Îro dê di RTL a TV ya Elmanî de li ser Kobanê bernameyek bête weşandin û ji bo ku bala medyayê bête ser Kurdan bang hate kirin ku her kesekê ku dikare li vê bernamê an k.. berdewam...
Rezber 7, 2014, 1:42

Facebook a Barack Obama bi Kobanê teqiya

Facebook û Twittera Barack Obama bi peyamên ji bo Kobanê teqiya.Bi taybet jî piştî êrîşa hovên DAÎŞ ya îşev li ser Kobanê Facebook û twittera Serokê Emerîka Barack Obama bi peyamên li ser Kobanê teqiya. Bi sedhezaran peyam, bi gelik zimanan ji bo Obama hatine nivîsîn. Di peyaman de piştevanî ji bo K.. berdewam...
Rezber 7, 2014, 1:28

LEZGÎN | Li Amedê ciwanan çek hilgirtin

Li gorî agahiyên dawî yên ji Amedê hate ragihandin ku alozî, şer û pevçûn berdewame. Di heman demê de li gorî çavkaniyên ewle hate diyarkirin ku ciwanên Kurd çek hilgirtine û deverên giring xistine destê xwe de. Hate diyarkirin ku ciwanên girêdayî YDG-H yê îşev desthilatê Amedê ye.Çalekiyên ku ji bo.. berdewam...
Rezber 7, 2014, 1:08

Bangawazî; Hejmara birîndaran zêde dibe, pêdivî bi doktoran heye

Hijmara birîndarên gihaştine Sirûcê bilind dibe. Ên giran ber bi nexweşxaneya dewletê ya Rihayê têne şandin. HIm li Sirûcê û him li Rihayê pêwistî bi doktor, alîkarên tendirustiyê û hemşîreyan heye. Wezareta tenduristiyê goh nade banga berpirsên herdu nexweşxaneyan. Jiber vê yekê tê xwestin ku dokto.. berdewam...
Rezber 7, 2014, 12:52

Nisêbîn bû qada şer

Wekî gelik deverên Kurdistanê û bajarên Tirkiyê û Ewrûpa, Nisêbîn jî îro, îşev bû qada şer. Piştevaniya Kobanê û şermezarkirina hovên DAÎŞ bi tund û tujiyê didome.Ji ber ku gelê Kurd di wê zanebûnê de ye ku xwedanê DAÎŞ komar û hikumeta Tirkiye hêrsa xwe ya dijî serdestiya Tirkî bi her rengî dide de.. berdewam...
Rezber 7, 2014, 12:35

Dema yek heyrana qatîl û dijminê xwe be

Çiqasî em dibejin îro ne roja wêya ye ku kurd hevudin rexne bikin, berê xwe bidin hevudin û xizmetê ji dijminên xwe re bikin. Çimku şoreşa rojava ketiye sala xwe yî çaremîn, şer û pevçun ji Helebe heya Şengalê û Kerkukê bênavber berdewam dike, kesekî ku ji dil û can alîkariya kurdan bike xuyan nakê,.. berdewam...
Rezber 5, 2014, 1:14

Berîvan bû şehîda nav û namûsa Kurdistanê

Van rojan bûyer belav bû, ku li Kobanîyê, di şerê dijî wehîşan, berçûyên mirovayê, gemar û çepelên musulmanên fundamêntalîst û radîkal da doteke kurdan ya bi navê Bêrîvan ji bo nekeve li ber destên çepelan gulla dawî berî li xwe daye û xwe kuştîye!..Dota kurdaye delal û mêrxas, Bêrîvan!Ew gulla dawî.. berdewam...