• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman

a - Pêveker - Pel 86

Nîsan 26, 2014, 11:10

Kî dibêje 42 salî ye?

Manken û aktêra Kolombiyayî Sophia Vergera 10’ê Tîrmaha sala 1972 yan de li Kolombiyayê ji dayik bûye. Lê niha jî bi ciwaniya xwe mîna keçikeke 20 salî dixuyê. Eve jî wêneyên Sophia Vergera: berdewam...
Nîsan 26, 2014, 10:55

Bayik: Xeflete ku mirov hêviya çareseriyê ji AKP bike

Hevserokê Desteya Rêveber ya KCK’ê Cemîl Bayik, daxuyand ku ti armancekê AKP ya çareserkirina pirsa Kurd nîne û got ku eve xeflete ku mirov hêviya çareseriyê ji AKP bike.Hevserokê Desteya Rêveber yê KCK’ê Cemîl Bayik beşdarê bernameyekê televizyona Stêrk TV bû û diyar kir ku OCalan diyarkiriye ku ew.. berdewam...
Nîsan 26, 2014, 9:22

Mirovê 179 salî: Ezraîl ez ji bîr kirime

Mahashta Murasiyê Hindîstanî ku 179 salî ye got ku Ezraîl ez ji bîr kirime. Temenê min ew hinde dirêje ku min mirina neviyên xwe jî dît. Kes nîne ku jiyê wî/wê ji 150 zêdetir be. Diyare ku mirin ji bo min nîne.Mirovê bi navê Mahashta Murasi ku li bajarê Varanasiya Hindîstanê dijî û temenê wî 179 e, .. berdewam...
Nîsan 26, 2014, 7:39

Helebceyî hevkariya Kurdên Rojavayê Kurdistanê dikin

Helmetên alîkariya xelkê Rojavayê Kurdistanê berdewam dikin. Niha jî li bajarê Helepçeya Başûrê Kurdistanê helmetekê hevkariya Rojavayê Kurdistanê tê birêve birin. Ev kampanya ku ji aliyê komekê çalakvanan ve hatiye destpê kirin dê heta mehekê berdewam dike.Di vê derbarê de çalakvan û yek ji beşdarv.. berdewam...
Nîsan 26, 2014, 7:27

Li Rojavayê Kurdistanê 300 dibistanên dersên Kurdî

Bi destpêka şerê Sûriyê re li Rojavayê Kurdistanê xebatên perwerdeya bi zimanê Kurdî li gelek bajaran destpê kirin.Li Efrînê li ser xebatên SZK’ê yên gundê Durakliya yê girêdayî Nahiyesa Şerayê nêzîkê 100 xwendekaran wek pêngava yekem dest bi xwendina 2012’ê kirin. Di du salên derbasbûyî de ji bilî .. berdewam...
Nîsan 25, 2014, 11:43

Şehîd û sembolên hunera Şoreşê; Ji Vîktor Jara heya Sefkan

Huner îlhameke îlahî ye ku hisên me bilind û nevî dike. Carna em bi wan hisan difrîn û carna şadîn û carna jî xemgîn. Huner giranbûhaye û zû-zû nabe bi para her kesî. Kesên ku qîmeta hunera xwe dizanin, di şetên herî giran û dijwar de giraniya xwe diparêzin. Her rojê bi sazekê nareqisin û xwe nakene.. berdewam...
Nîsan 25, 2014, 10:30

Ev çi gû bû me xwar?

Dema ku min dest bi xwendina dibistanê kirî temenê min 5 sal bû. Li gundekî ser bi Nisêbînê ve navê wî Qesirbelek ê min dest bi xwendina dibistana Tirkan kir. Mamosteyê me wekî hemî deverên Kurdistanê bi darê zorê dixwest me hînî zimanê Tirkî bike. Li gund Tirk tunebûn. Ji xwe piştî min dest bi dibi.. berdewam...
Nîsan 24, 2014, 5:34

33 kesên ji ber doza KCK yê Stembolê serbest hatine berdan

Siyasetmedarên kurd ên ji doza bingehîn KCK’ê ya Stenbolê dihatin darizandin, ji aliyê 3’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ve serbest hatin berdan. Bi vê awayî ji 205 kesên ku dihatin darizandin tev jî hatine serbest berdan.Îro 3’emîn dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê der barê 33 siyasetmedarên k.. berdewam...
Nîsan 23, 2014, 7:59

Li Amedê Qonaxa Cemîlpaşa wekî muze hate vekirin

Qonaxa Cemîlpaşa ku ev sê sal in restorasyona wê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê kirin bi resepsiyonek wekî muze hate vekirin. Hevşaredara Amedê Gultan Kişanak got ku dîroka hemû nasnameyan dê di Qonaxa Cemîlpaşa-Muzeya Bajêr de werin pêşkêşkirin.Yek ji nimûneya herî mezin a avasaziya.. berdewam...
Nîsan 23, 2014, 5:26

Yekemîn partiya bi navê Kurdistanê li Tirkiyê hat qebûlkirin

Li Tirkiyê wek yekemîn car partiyek ku di navê wê de peyva Kurdistanê heye, bi fermî hate qebûlkirin.Partiya Demokrat a Kurdistanê-Tirkiyê berî çend mehan ji bo damezirandina xwe û wergirtina moleta fermî, serdana wezareta navxwe ya Tirkiyê kiribû.Serokê PDK-T Mehmet Emîn Kardaş ji Tora Medyayî ya R.. berdewam...
Nîsan 23, 2014, 1:41

Bi Dîmen: Femenan li Parîsê Faşîzm şermezar kirin

Rêxistina jinan Femen li paytexta Fransa Parîsê li dijî serokê partiya nijadperest (FN) Marine Le Pen çalakiyekê şermezarkirinê pêkanîn.Komekê endamên rêxistina jinan ya bi navê FEMEN, li ber avahiya ku serokê partiya nijadperestan FN yê Le Pen kongreya rojnemavanî li dar dixist, çalakiyek pêkanîn û.. berdewam...
Nîsan 23, 2014, 12:33

Di hefteya rojnamegeriya Kurdî de Basnûçe dest bi weşanê dike

Di 116’emîn salvegera derketinayekemîn hejmara rojnameya Kurdistan ku li Qahîreya paytexta Misrê derketibû, heftenameya Bas ku li Başûrê Kurdistanê tê çap kirin, çapa Tirkî û Kurmancî jî bi hevtenameyekê de, bi navê ‘BasHebar û BasNûçe’ li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê derdixe.Dezgeha Medyayê ya Bas, k.. berdewam...
Nîsan 22, 2014, 5:55

Ji xwe ne qayîlî

Ez, xwuşka min Şiîr û dayîka min vê sibehî li ser sifrê runiştibûn. Min ji xwe re penêra bi sîrîk, firingî û hêk dixwar di ser de jî çay vedixwar. Mijara me der barê zarokên ku dê-bavê wan ew serberdayî hiştî bûn bû.Diya min:-‘Mînak zarokên kolanan mezin dibin saxlemtir û di zûtirîn wextê de mezin d.. berdewam...
Nîsan 22, 2014, 5:28

Berpirsên Goran cardin vedigerin nav YNK

Du berpirsên payebilind yên Tevgera Goran vegeriyane nava Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê YNK. Piştî ku Osman Bawnî Maranî bi 950 kesên li gel xwe ve vegeriya nava YNK, îro jî berpirseke din yê endamê serkirdeyetiya Tevgera Goran de Şêx Cengî Saleyî dest ji Goran kişand û beşdarî refên YNK bû.Li her.. berdewam...
Nîsan 22, 2014, 5:09

Hevdîtina Ocalan re roja Şemiyê ye

Şanda BDP-HDP wê di 26’ê Nîsanê roja Şemiyê biçe Îmraliyê û bi Rêberê PKK Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike.Li gorî nûçeya Radîkalê, hevdîtina bi Ocalan re hat erêkirin. Hat ragihandin ku hevdîtin wê roja Şemiyê pêk were. BDP’yiyan nerazîbûn nîşan dabûn ku eger hevdîtin werin astengkirin, pêvajo dik.. berdewam...
Nîsan 22, 2014, 12:51

Li Tirkiyeyê di roja cejna zarokan de 2 hezar zarok girtî ne

Li Tirkiyeyê di Roja Cejna Zarokan 23’ê Nîsanê de li şûna zarok li kolanan cejna xwe pîroz bikin 2 hezar zarok di girtîgehan de derbas dikin. Sibê 23’e Nîsanê Roja Cejna Zarokan e. Li Tirkiyeyê di 23’ê Nîsanê de gelek zarok dê cejna zarokan pîroz bikin. Lê bi hezaran zarok jî nizanin wateya vê cejnê.. berdewam...
Nîsan 21, 2014, 10:50

Barzanî: Min qebûl nekir Amerîka li dijî PKKê operasyonê bike

Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê PDKê Mesûd Barzanî, diyar kir ku xendeqa ku li ser sînorê Başûr û Rojava tê kolandin, bo parastina ewlehiya sînor e. Barzanî her wiha PKK bi derxistina astengiyan li hember lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurd tohmetbar kir.Serokê PDKê û Serokê Herêma Kurdistanê Mes.. berdewam...