• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman

bo - Pêveker - Pel 10

Êlûn 22, 2013, 3:34

Xelata aşîtiyê ya Orhan Dogan bo Kardeş Turkuler hate dayîn

Birêkxistina Xelata aşîtiyê ya Orhan Dogan li Stenbolê pêk hat.Xelata ku ji bo bîranîna Rewşenbîr û Siyasetmedarê Kurd Orhan Dogan ku sala 1994 ê ji ber rawestîna dil koça dawî kir, li Stenbolê bi beşdarbûna gelek siyasetvan û rewşenbîr pêk hat. Ji bo xelata aşîtiyê, Wekîlên Partiya Demokratî û Aşît.. berdewam...
Êlûn 21, 2013, 9:36

Heyeta Kurd û Facebookê hevdîtin pêk anîn

Şandeya BDPê li Londonê bi dîrektorê Facebookê yê Ewropayê Rîcard Allan re hevdîtin kir. Ji rayedaran hat xwestin ku navnîşanên BDPê yên li ser Facebookê ku hatibûn girtin ji nû ve vekin û îadeyî wan bên kirin.Alîkara Serokê Giştî yê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Fîlîz Koçalê diyar kir ku ji bo n.. berdewam...
Êlûn 21, 2013, 12:40

Anya Liyoska bo karê Sêksî digel 100 zelaman tê Îraq`ê

Ew keça Polandî ku beriya demeke ragihandibû, ewê digel 100 hezar zelaman karê sêksî li cîhanê bike vîzayê Îraqî wergirt û dixwaze were Îraq`ê.Anya Lyoska keçek ya 21 salî ye ku welatiyê welatê Polanda ye, di yekemîn karekî bi vî awayî de, di geşta xwe ya cîhanê de digel 100 hezar zelaman karê sêksî.. berdewam...
Êlûn 20, 2013, 11:25

Ji bo bi bîr anîna Apê Mûsa

Konê Reş ji bo bi bîr anîna Apê Mûsa nivsand;Werin em Mûsa Anter, rojnamevan û nivîskarê bê westan, barhilgirê derd û kulê gelê Kurd, şoreşgerê ku li dijî dijmin bi pênûs û xamê disekinî bi bîr bînin.. Werin em şêxê nivîskarên Kurd, apê me Mûsa Anter: Şêxo, Şeyhmus Almas, yê ku bi destê dijminê gelê.. berdewam...
Êlûn 20, 2013, 2:28

Tunusê Lutfî Bin Ceddo: Keçên me dibin Suriyê bo cîhada seksê

Wezîrê karên navxwe yê Tunusê Lutfî Bin Ceddo di Meclîsa Niştimanî ya Tunusê de axivî û daxuyand ku keçên ciwan yên Tunusî dibin Suriyê û cîhada seksê dikin.Li gor nûçeya rojnameya El Arabiya wezîrê karên navxwe yê Tunusê Lutfî Bin Ceddo diyar kiriye ku keçên ciwan yên Tunusê di nava 20 heta 30 milî.. berdewam...
Êlûn 14, 2013, 1:34

Bi belge plana rêjîma Sûriyê ya ji bo parçekirina rêza Kurdî

Li gor belgeyekê ku Ehrar El Kurd li ser malpera xwe ya Facebookê  belav kiriye, Ofîsa Ewelkariya Nîştimanî ya Suriyê biryarek hejmare 15544 roja 20 Gulana sala 2012 girtiye, da ku ji bo tevaya bazgeh û beşên leqê Ofîsa Ewlekaiya Nîştimanî yên bajar û bajarokên Sûriyê şandiye.Ofîsa Ewelkariya Nîştim.. berdewam...
Êlûn 12, 2013, 11:08

Tîma futbolîstên jin yên Kurd bû şampiyon

Tîma jinên ciwan ên 15-16 salî ya Kluba Sporê ya Oak Park ku ser bi Komeleya Kurdistaniyên Vîctorya ya bajarê Awûstûralya Melbourne, şampiyoniya xwe ya lîga sala 2013′an pîroz kir.Kluba Oak Park Spor ku gelek tîmên futbolê yên ji komên cuda Komeleya Kurdistaniyên Vîctorya ya bajarê Awûstûrya Melbour.. berdewam...
Êlûn 10, 2013, 5:31

Çalakiyên ji bo parwerdeya ziman berdewam dikin

Li Bakûrê Kurdistanê çalakiyên ji bo perwerdeya zimanê Kurdî berdewam dikin. Çalakiyek mezin û girseyî îro li Amedê pêk hat.Li bajê Amedê bi çalakiyekê îmzeyên ku bi daxwaza perwerdeya zimanê dayikê hatibûn komkirin, tevî hemû astengiyên polîsan jî radestî Muduriyeta Perwerdeyê kirin.Di çarçoveya ka.. berdewam...
Êlûn 8, 2013, 5:13

Hozan Comert li Stenbolê hate girtin

Hunermendê Kurd Hozan Comert ji bo tevlî çalakiyeke li bajarê Wanê bibe ji Elmanyayê hate Tirkiyê. Hozan Comert li  balafirgeha Ataturk ya Stenbolê ji aliyê polîsên Tirk ve hate girtin.Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) Hozan Comert ji ber lêpirsîneke berê ya der barê wî de hatiye girtin... berdewam...
Êlûn 6, 2013, 12:40

Maziyên Kurdistanê bo Tirkiye, Îran û Rûsya tê hinartin

Li Kurdistanê îsal bazara darên Mazî germ e û ji ber wê jî xelkê dest bi komkirina Mazî û darên Maziyê kiriye. Tê gotin berhemên Mazî bo derveyî Kurdistanê tê hinartin.Welatiyê bi navê Resûl ku xelkê gundê Çinarne yê devera Bingird a Raniyayê ye, ji Rûdawê re got: “Mazî li gundê me tijî ye. Bi taybe.. berdewam...
Êlûn 5, 2013, 2:02

Obama jibo beşdariya di G20 de gihişt Pêtêrbûrgê

Serokê Emerîkayê Barak Obama iro ji Swêdê gihişt Pêtêrbûrgê jibo beşdariyê di samîta G 20 de bike. Hînkî zûtir hati ragihandin, ku Obama wê di çarçova vê samîtê de çend hevdîtinan pêkbîne. Tev, ku berê ne hatiye plankirin jî, dibe, ku ew heevdîtinê bi serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re jî bike.Serokê .. berdewam...
Êlûn 4, 2013, 10:53

Taştê ji bo dil jî girîng e

Di encama lêkolîna li Emerîkayê de diyar bû ku ji bo tenduristiya dil divê mirov teqez taştê bixwe.Li gor encamên lêkolînên ku di kovara ‘Circulationê’ de hatin weşandin, mirovên ku taştê naxwin barê giran dikeve ser laşê wan û qeyrana dil jî ji sedî 27 li ser wan zêde dibe.Di çarçoveya lêkolînan de.. berdewam...
Êlûn 3, 2013, 2:05

Teknologiyeka nû ji bo kêmbînan

Companyaya Îsraîlî amureka nû koran an jî kesên ku çavên wan baş nabînin derxist.computereke piçûk ku li ser çav tê bicîkirin, bi xêra kameraya xwe ve tiştên hatî destnîşankirin dinase. Kesên ku çavên wan baş nabînin êdî dikarin bi hesanî biçin dikana ji xwere kirîna xwe bikin, dikarin bi hesanî bir.. berdewam...
Êlûn 1, 2013, 1:58

Li Stembolê mirovan xwe kirin xeleka aşitiyê

Bi boneya 1’ê îlonê roja aşitiya cîhanê li gelek deverên bajarê Stembolê bi diruşma ‘Ji bo aşitiyê dest bidin hev’ xeleka aşitiyê hate avakirin.Ji bo pîrozbahên ahenga 1’ê Îlonê roja aşitiya cîhanê li gelek deverên bajarê Stembola Tirkiyê çalakî hatine lidarxistin. Li navçeyên Beşîktaş, Beyoglu, EMî.. berdewam...
Gelawêj 31, 2013, 12:32

Facebook aşkere henekê xwe bi mirovan dike

Facebook êdî ji demên bihûrî bêhtir mafê veşartî yên bikarhêneran aşkere û li gorî pîvanên xwe binpê dike.Facebook demên bihûrî jî bûbû mijara gotûbêj û arîşeyan. Bi taybet di warê parestin û veşartina zanyariyên endaman, û parvekirina wan de di hemî torbendên cîhanî de arîşe heye. Facebook jî torbe.. berdewam...
Gelawêj 30, 2013, 11:29

BDP li dijî Facebookê dê şer bike

Facebookê beriya niha rupela bi dehan siyasetmedarên Kurd daxistibû ku di nava wan de BDP’yî jî hebûn. Li hember vê helwesta facebookê BDP kardanewe nîşan da.Direktorê Facebookê yê Ewropayê Richard Allan di hevpeyvîneke xwe yê digel rojnameya Radikal ya Tirkiyê de ragehandibû ku jiber ku wan propaga.. berdewam...
Gelawêj 29, 2013, 11:34

Sedema helwestê Facebook ê dijî Kurdan aşkere bû

Facebook di van demê dawî de ji dehan bêhtir rûpelên Kurdan yên Facebookê bi gelik sedemên cûrbecûr hatine girtin. Facebook gelik rûpelên parlementerên BDP û rûpelên dîtir yên ku hejmarekî zêde Kurd têde berhev bûyî bi sedemên cûrbecûr girtin.Ev yek ji aliyê Kurdan ve ev demeke ji aliyê Kurdan ve tê.. berdewam...
Gelawêj 28, 2013, 7:20

Ji bo piştgiriya Rojava çalakiyên jinan berdewamin

Bi armanca şermezarkirina komkujiyên li Rojava û silavkirina şoreşa li Rojava li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê çalakiyek hate lidarxistin. Her weha Li bajarê Wanê û Silopiyê jî jin ji bo piştgiriya Rojava meşiyanÇalakiya nobedê ya li ser sînorê Nisêbîn-Qamişlo’yê bi pêşengiya Tevgera Jinê ya Azad û D.. berdewam...
Gelawêj 28, 2013, 6:40

Barzanî ji bo hilbijartinên herêmê bang li aliyan kir

Beriya hilbijartinên 21’ê îlonê yên herêma Kurdistanê serokê herêma Kuridstanê Mesûd Barzanî bang li hemû partî û aliyên siyasî kir da ku bi hemû şiyanên xwe hewl bidin, hilbijartin di rewşeke aram de encam bibin.Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî beriya hilbijartinên 21’ê Îlonê yên herêmê bang .. berdewam...