• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman

bo - Pêveker - Pel 5

Rezber 14, 2014, 11:12

Balafirên Tirkiyê baregehên PKK bombarduman kirin

Piştî destpêkirina pêvajoya çareseriyê di navbera Partiya Karkerên Kurdistanê PKK û hikûmeta Tirkiyê de, balafirên şer ên Tirkiyê ên cura F16 û F4 çend baregehekî PKK li navçeya Oramarê ya Colemêrgê bombarduman kirin.Malpera Huriyet a Tirkî belav kiriye ku şeva borî balafirên şer ên Tirkiyê cura F16.. berdewam...
Rezber 13, 2014, 10:25

Li Koblenz (Elmanya) Kurd ji bo Kobanê meşiyan

Duh êvarê li navenda bajarê Koblenz a Elmanya bi sedan Kurd ji bo piştgiriya Kobanî meşiyan.Di meşê de ku hejmarek hunermend, rewşenbîr û siyasetmedar amade bûn, hinek Elman û dostên Kurdan jî beşdar bûn û bi bilindkirina Ala Kurdistan û hinek plakat û pankartan ku li ser wan hatibûn nivîsandin ’Kob.. berdewam...
Rezber 12, 2014, 8:41

Ji bo Kobaniyan wargeha konan tê çêkirin

Ji bo Kobaniyên ji ber êrîşên rêxistina hov DAIŞ’ê neçar man cih û warên xwe biterikînin û li Pirsûsê li kolanan, embar, malên serxweşiyê û salonên dawetê dimînin, bi pêşengiya Şaredariya Pirsûsê, sêyemîn wargeha ji konan tê avakirin. Di xebatên çêkirina vê wargeha bi navê Arîn Mîrxan de, ku wê payî.. berdewam...
Rezber 12, 2014, 5:05

Li Cizîrê bi hezeran kes ji bo Kobanê meşiya

Li navçeya Cizîrê bi hezaran kesan êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî Kobanê şermezar kirin. Piştî meşê ciwanan barîqat danîn kolanan û di navbera ciwan û polîsan de pevçûn derket. Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê gel û îro jî ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hemberî Kobanê daketin kolan.. berdewam...
Rezber 12, 2014, 1:39

Qesra sipî kampanyaya çekên giran bo YPG destpê kir

Di malpera fermî ya Qesra Sipî ya Emerîka de helmeta arîkariya çekên giran ji bo YPG hate destpêkirin. Di vê pêşniyar an jî helmetê de hate gotin ku di herêmê de hêza ku dijî DAÎŞ bi awayekî dijwar şer dike û li ber xwe dide tenê YPG ye. Bi berdewamî hate diyarkirin ku – Tenê bi êrîşên hewayî DAÎŞ n.. berdewam...
Rezber 11, 2014, 10:58

Pakrewan Raperîn sembola têkoşîna jinan a şoreşa Rojava ye

Têkoşer Raperîn li hemberî siyasetên teslîmkariyê û ferzkirinê bi hemû şêweyan têdikoşiya. Astengiyên ku li pêşiya azadiya gel dibin kelem, rakirin. Bi vîn û israrkirina xwe xebata tekoşîna xwe berdewam kir.Têkoşer Raperîn rastiya jiyanê nas dikir û bi riya şehadetê xwest armaca azadiya gelê xwe pêk.. berdewam...
Rezber 7, 2014, 1:42

Facebook a Barack Obama bi Kobanê teqiya

Facebook û Twittera Barack Obama bi peyamên ji bo Kobanê teqiya.Bi taybet jî piştî êrîşa hovên DAÎŞ ya îşev li ser Kobanê Facebook û twittera Serokê Emerîka Barack Obama bi peyamên li ser Kobanê teqiya. Bi sedhezaran peyam, bi gelik zimanan ji bo Obama hatine nivîsîn. Di peyaman de piştevanî ji bo K.. berdewam...
Êlûn 26, 2014, 10:15

Kî ji bo Kobanê çi dikin?

Tu sedem, bafik, mazeret û mahneya hêzên Kurdistanî nakeve pêşiya alîkariya Kobanê. Heke bikeve pêşiyê ew ji berjewendiya kesane an jî berjewendiya siyasî ye. Ê baş e berjewendiya siyasî dikare têkeve pêşiya netewîbûnê? Ku mirov bibêje ez netewîbûnê dixwazim, berjewendiya siyasî çawa dibe ku dikeve .. berdewam...
Êlûn 4, 2014, 12:45

Kî alîkariya ji bo Şengalê bend dike?

Mitalên RexnegiriyêEva rast meheke, ku agir Şengalê ketîye û ew dişewite. Qîrîn û hewara gelê me cîhan hingavt, lê, sed mixabin, Şengala kavilbûyî û wêranbûyî hela rizgar û aza nebûye: ew vê gavê hela li bin destê çeteyên DAÎŞ`ê da maye. Vê gavê bi hezaran êzîdî di nava dest û lepên van guran û wehî.. berdewam...
Gelawêj 30, 2014, 5:08

Gelo kê wê lêborînê ji Êzîdîyan bixwaze?

Gava Şengal rizgar û aza bibe, gelo kê wê ji êzîdîyan ji bo komkujîya wan lêborînê bixweze?Amêrîka decal? Ya ku ji bo berjewendîyên xwe eva sed sale bûye cendirma navnetewî? Ya ku «gopalê xwe ba dike» û niha Rojholata Navîn kirye gola xwînê, «bahara ereban» ji ber xwe derxist û ew «bahar» bûye «zivi.. berdewam...
Gelawêj 28, 2014, 1:54

Merkel pêdiviya hinartina çekan ji bo Kurdan anî ziman

Hikumeta Elmanya ji bo birêkirina çekan ji bo Kurdan dê roja yekşemê biryar bide.Serokwezîrê Elmanya Angela Merkel diyar kir ku Daîş komkujiyên hovane dike û pêwiste ku çek ji bo Kurdan bêne birêkirin. Angela Merkel dihunê (27.08.2014) axifî û got ku kiryarên Dewleta Îslamî nijadkujiye û bo vê yekê .. berdewam...
Gelawêj 13, 2014, 11:22

Pêşmerge | Helbest | Gulgîn G. Bozarslan

Dijmin kete taxa me.Way hatin Pêşmergên me!Ew diparêzin gel û axa me.Bilind dikin serê me.Pêşmerge dijînJibo AxJibo Gelê me.Pêşmerge!Ewin hêzên teybet.Ji Pêşmerge ditirse elbet.Ji destên Pêşmerge nafilte qet.Kurd!Tu Jî vaya bibe firîqetJi hêza pêşmergeDijmin dibe heybet.Li Pêşmerge nekin xeybet.Eger.. berdewam...
Gelawêj 7, 2014, 3:24

LEZGÎN | Li Kurdistanê Facebook hate girtin

Li Kurdîstanê eve demhijmêreke Facebook hatiye girtin. Piştî dijwarbûna şer li Kurdistanê Facebook hate girtin. Hîna daxuyaniyeka fermî ne ji aliyê Hikumeta Kurdistanê ne jî ji aliyê rayedarên Facebookê ve nehatiye kirin. REWANBÊJ berdewam...
Gelawêj 6, 2014, 12:11

Şervanên kevin hemî derfetên xwe bo Şengalê serferber kirin

Li Duhok û dewrû berê Duhokê, ji rojda destpêkê ya ku hovên DAÎŞ ketin Şengalê de, Gerillayên kevin hemî derfetên xwe ji bo gelê Şengalê seferber kirin. Şervanên ku bi gelik sextî û zehmetiyên mezin jiyana xwe li Başûr didomînin û bo xwe derfet ava kirî vê carê derfetên xwe ji bo Gelê Kurd yê Şengal.. berdewam...
Pûşper 29, 2014, 7:53

Helmeta imzeyan ji bo Kurdistaneka Serbixwe

Di malpera Qesra Sipî ya Emerîka de di beşa berhevkirina Îmzeyan de ji bo Kurdistaneka Serbixwe beş hate vekirin û pirsa Serxwebûna Kurdistanê ji mirovan hate kirin.Di malpera Qesra Sipî petitions.whitehouse.gov de ceh ji bo berhevkirina imzeyan ji bo Kurdistana Serbixwe jî hate vekirin. Di vê beşa .. berdewam...
Pûşper 25, 2014, 10:59

Naveroka Nameya Ocalan ji bo Celal Talabanî

Birayê birêz Mam CelalNexweşiya cenabê we ez gelek xembar kiribûm, cara dawî ku min ligel parlementera Amedê Leyla Zana û parlementerê HDP ê Stenbolê Sirri Sureya Onder çavpêkeftin encamda ez agehdarî pêşveçûna rewşa tenduristî ya we yê birêz bûm, hêvîdarim her çi zûtir baş bibin û vegerin nav gelê .. berdewam...
Pûşper 19, 2014, 2:07

Daxuyaniya Rûsya ji bo Gaze ya Filistîn

Rûsya ji bo şerê navbera Israîl û Filîstînîya daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Rûsya ji bo şer di nava endêşeyê de ye û ji ber ku zarok û jin jî di nava hola şer de cih digrin dixwaze ku herdû alî carekî dîtir pêkwerin û şer bête rawestandin. Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Derv.. berdewam...
Pûşper 11, 2014, 10:38

YPG: DAIŞ li Kobanê bombeyên kîmawî bikar anîn

Çekdarên dewleta îslamî li Êraq û şam (DAIŞ’ê) roja 9/7/2014`an li gundên rojhilatê herêma Kobanê bombeyên germahiyê yên Emerîkî bikar anîn. Li ser vê yekê şervanên YPG’ê ji 3 gundên herêmê vekşiyan.Navenda Çapemeniya YPG’ê derbarê pevçûnên dawî yên li rojhilatê herêma Kobanê duh daxuyaniyek da û ra.. berdewam...
Pûşper 11, 2014, 10:35

Peyama Ocalan jibo Mam Celal û Mesûd Barzanî

Serokê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdulah Ocalan duh 10/4/2014 di hevdîtina xwe li gel parlemantrera serbixwe a Amedê Leyla Zana û parlemanterê HDP Siri Sureye Onder de ji sekretrerê YNK û serokomarê Êraqê Celal Talebanî û serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re peyamek nivîskî şand.Sirî Su.. berdewam...
Pûşper 8, 2014, 7:51

DAIŞ bi kemyona bombekirî êrişî YPG dike

Çekdarên dewleta îslamî li Êraq û Şamê DAIŞ bi kemyonekî bombekirî êrişî benda kontrolê a YPG ya li gundê Ebu Sura a ser bi herêma Kobanê kir û têde 4 şervanên YPG şehîd ketin.Li gor nûçeya ajansa Hawarnewsê belav kiriye ku, şeva borî çekdarên DAIŞ`ê bi kemyoneke bombebarkirî êrîşî benda kontrolê ya.. berdewam...