• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman

de - Pêveker - Pel 20

Rêbendan 28, 2015, 5:20

Yaşar Kemal jiyana xwe ji dest da

Nivîskarê navbang Yaşar Kemal ku demek dirêj bû di nexweşxaneyê de dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da.Nivîskar Yaşar Kemal ji ber nexweşiya dil û nefes girtinê ji 14’ê Çileyê vir ve li Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Stenbolê tedawî dît. Nivîskar Kemal îro li nexweşxaneya tedawî didît.. berdewam...
Rêbendan 27, 2015, 6:52

Mela Kirêkar hatiye desteserkirin

Li gor nûçeyek lezgîn ya Malpera Dûrbîn ku nêzîkî Serokê Berê yê Grûpa Ensar El Îslam e, polîsê Nerwîc`ê careke din Mela Kirêkar desteser kiriye.Li gor wê nûçeyê Polîsê Nerwîc`ê bi behaneya encamdana hevdîntekê digel Kenal NRKO ya Nerwîcî, avêtine ser mala wî û ew desteserkirine û birine bo cihekî .. berdewam...
Rêbendan 23, 2015, 1:12

Romana nû ya Helîm Yusiv derdikeve

Nivîskarê Kurd Helîm Yusiv Romaneke nû nivîsî û bidawî kir. Li gorî nûçeya Diyarname pirtûka Helîm Yusiv bi dawî bûye û radestî weşanxaneya Peywendê hatiye kirin. Pirtûka nû ya Helîm Yusiv bi navê – 99 morîkên belavbûyî- ye.Dirêjeya nûçeyê weha ye.Nivîskarê malpera me Helîm Yûsiv romana xwe ya nû te.. berdewam...
Rêbendan 17, 2015, 9:01

Êdî Whatsapp ê di pc de jî bikar bînin

Ji bo kesên ku pir li ser computerê kar dikin lê belê di heman demê de bernameya peywendî û parvekirina belgeyan Whatsapp ê jî pir bikar tînin rêkekî hesan ji aliyê Whatsapp ê hate pêşxistin. Bi du livan ve hun dê karibin whatsapp ê di pc ya xwe de jî yekser û hesan bikar bînin.Ji bo ku hun whatsapp.. berdewam...
Rêbendan 10, 2015, 10:57

Şandeya HDP û DTK serdana Partiya Azadiya Kurdistanê(PAK) kir

Şandeya HDP û DTK îro li Amedê bûne mêvanê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK). Piştî vê serdanê ofîsa çapemenî û ragihandinê ya PAK ê daxuyaniyek belav kir. Daxuyanî wehaye;Heyeta HDPê Li Amedê seredana PAKê Kir.Heyeteke ku ji Hevseroka DTK yê rêzdar Selma Irmak, Parlamentera HDPê rêzdar Mulkiye Birta.. berdewam...
Rêbendan 1, 2015, 4:45

Hejmara Pêşmergeyên ketî destê DAÎŞ de hate aşkerekirin

Wezareta Pêşmerge eşkere kir ku beriya şerê vê dawiyê yê Kerkûkê, 39 Pêşmerge ji aliyê DAIŞê ve bi dîl hatibûn girtin. Tê gotin, di şerê çend rojên borî yên Kerkûkê de jî derdora 15 Pêşmerge bi saxî ketine destê DAIŞê.Şev 30ê meha Çile ya îsal, şerekî giran li eniya başûrê Kerkûkê di navbera hêzên P.. berdewam...
Befranbar 27, 2015, 11:53

Civîna ragihandina rizgarkirina Kobaniyê destpê kir

Civîna rojnamevaniyê ya rêvebiriya Kobanî ya di derbarê rizgarkirina Kobanî de destpê kir. Civîn ji aliyê Rêvebiriya Kantona Kobanî û Fermandariya YPG ve tête pêkanîn. Civîna ku bi awayekî fermî dê mizgîna rizgarkirina Kobanî ji bo cîhanê ragihînê bi beşdarbûna hejmarekî zêde ya rojnmamevanên cîhanê.. berdewam...
Befranbar 22, 2015, 10:04

Rêberekî karîzmatîk, komareke Demokratîk

 Hemû salê bi hatina roja 2yê Rêbendan re ez his dikim ku careke din ji nûve tême dinê. Ew roja pîroz, ew sala dîrokî, ew navên pîroz û ew pêngavên mezin û giring dihêlin ku qet û qet navê Mehabadê ji hiş û mejiyê me dernekeve. Destkeftên wê rojê wisa zêdene ku êdî bîranîna wê roja taybetî wek cejin.. berdewam...
Befranbar 18, 2015, 12:45

Hejmara yekem ya Kovara FELSEFEVAN derket

Kovara Felsefevan ku eve demeke xwînerên zimanê Kurdî bi kêfxweşî û kelecanî çavlirêya wêne DERKET!Kovara Felsefevan bi taybet ji ber nivîsîna Felsefê bi zimanê Kurdî xwedan giringiyeka mezine. Kovar ji aliyê Weşanxaneya NA û bi rêvebiriya Civaknasê Kurd Alî Gurdilî ve tête derhênan.Daxuyaniya Çapem.. berdewam...
Befranbar 11, 2015, 7:27

Gaveka dîrokî, Kovara Felsefê bi Kurdî derdikeve, FELSEFEVAN

Kovareka xwerû bi zimanî Kurdî ya Felsefê derdikeve. Kovara bi navê FELSEFEVAN ji aliyê civaknas û felsefevanê Kurd Alî Gurdilî ve tête amadekirin û derhênan. Kovara Felsefevan wekî encama karekî demdirêj û berheveke dewlemend ya Felsefê ya Alî Gurdilî tête weşandin. Hetanî neha civaknasê Kurd Alî G.. berdewam...
Befranbar 11, 2015, 1:43

Banû Şîrwanî; Dengê jinên Kurmanc, dengê koçberî û xerîbiyê

( 1929 Gundê Welîava – 2003 Meşhed )Têbînî: Pêşkêş ji hevalê min yê şirîn û hêja Vahid Şêydayî re ku li ser Banû Şîrwanî gelek zaniyarî dane min. Dengê wê şilik û nazik, bihêz û tije êş e. Xemila dengê wê enstûrmetek binavê Dutare ku ji hêlekê Banû dinale û ji hêla din jî Dutar pêre dikale. Hemû ork.. berdewam...
Befranbar 9, 2015, 3:48

Pirtûk | ‘Dilperest’ a Şivan Zeren DERKET

Piştî pirtûka Kurdistanbûl’ê, Dilperest, pirtûka Şivan Zeren ya duyemîn e. Pirtûk ji komek helbestên kurdî/kurmancî pêk tê. Taybetiyek Şivan Zeren heye ku li Stenbolê çêbûye û li wir mezin bûye û piştî 15 saliya xwe hînî kurdî bûye û dest bi xwendina kurdî kiriye. Di helbestên wî de her tim hisreta .. berdewam...
Befranbar 9, 2015, 11:36

Li Parîsê şer berdewame

Kujerên kovara Charlie Hebdo li keviyên Parîsê hatin tengavkirin. Eve du roje ku hêzekî mezin ya ewlekariyê karên lêgerîna terorîstên rojnamevan û nexşvanên kovara Charlie Hebdo dimeşînin. Li gorî nûçeyên nû yên Le Monde hate diyarkirin ku 40 kilometre nêzîkî Parîsê li navçeya Dammartin-en Goele hêz.. berdewam...
Befranbar 7, 2015, 10:33

Li Fransa ji bo Charlie hebdo bi dehhezaran kes daketin kolanan

Kuştina 12 kesan di encama êrîşekî hovane de li Fransa bi dehhezaran mirov daketin kolanan û êrîşa dirinde şermezar kirin. Li gorî agahiyên ku piştî bûyerê di weşanan de têne belavkirin tê diyarkirin ku kesên êrîşker gotine ku -me tola pêxemper wergirt-. Herçend di warê fermî de êrîşker aşkere nebûb.. berdewam...