• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman

di - Pêveker - Pel 37

Nîsan 12, 2014, 1:14

Kongresa Amerîka dixwaze PDK û YNK’ê ji lîsta terorê derxîne

Çend endamên Kongresa Amerîkayê doh proje-yasayek pêşniyar kirin daku îdareya Amerîkayê navê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji lîsteya rêxistinên terorê derxîne û Serokê Amerîkayê Barack Obama jî piştgiriya vê destpêşxeriyê dike.Senatorên Amerîkayê John M.. berdewam...
Nîsan 12, 2014, 12:03

Facebook li ser daxwaza Tirkiyê naverokan jê dibe

Torbenda civakî Facebook aşkira kir ku li ser daxwaza Tirkiyê parvekirinan radike û naverokan jê dibe.  Facebookê cara yekemîn di mijara jêbirina naverokên hatine parvekirin de raportek weşand. Li gor vê raporê Tirkiye li cîhanê welatê duwemîne ku herî zêde daxwaze jêbirina parvekirin û naverokan di.. berdewam...
Nîsan 11, 2014, 7:54

KCK: Kolandina Xendekan dilê dijminên Kurd xweş dike

Koma Civakên Kurdistanê KCK bi daxuyaniyekê diyar kir ku li ser sînorê Başûr û Rojava kolandina xendekan rê li ber rageşiyê vedikin û ev rageşî jî dilê dijminê Kurdan xweş dike. KCK di daxuyaniya xwe de bang li rêveberiya herêma Kurdistanê jî kir û got: “Ya ku ji hikûmeta Başûr tê hêvîkirin, cihgirt.. berdewam...
Nîsan 11, 2014, 7:13

Nameya Qendîlê gehişte destê wezareta Dadê ya Tirk

Parlamenterên BDP’yî, nameya berpirsên KCK’ê ya ji Qendîlê anîn, ji bo bigihîne Îmraliyê radestî Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag kirin.Li gorî nûçeya DÎHA’yê, Cîgirên Serokê Koma BDP’ê Pervîn Bûldan û Îdrîs Balûken îro li gel Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP’ê yê ji Pêvajoya Çareserî û Muzakereyê Berpir.. berdewam...
Nîsan 11, 2014, 1:59

Di lîga palevanên Awropa de ji bo pilaya ber fînalê kurakêşî

Piştî encamên pişbirkan yên topa pê ya lîga palevanên Awropayê de, îro li bajarê Nyona Swîsrê kurakêşî ji bo pileya ber fînalê pêk hat. Li gor vê kurakêşiyê tîma Real Madrîdê Îspanî û Bayern Munich’ê Almanî, her weha Atletico Madrîdê Îspanî û Chelsea yê Îngîlîzî bûne hevrikên hev.Bernameya yariyan j.. berdewam...
Nîsan 10, 2014, 12:18

Arîşeya kolana xendekan mezin dibe

Eve çend roje rojeva Kurdan bi kolana xendekên ser sînorê Başûr û Rojavayê Kurdistan dagirtiye. Li gorî nûçeyên ku di çapemeniyê de belav bûyî sînorê Sêmalke hatiye rakirin û ji aliyê hêzên ser bi Hikumeta Herêma Kurdistanê ve li ser sînor xendek têne kolan. Li him ber vê rewşê li gorî nûçeya di Fir.. berdewam...
Nîsan 10, 2014, 11:52

Serokê Herêma Kurdistanê li gel Partiya nû PDKS civiya

Dihunê çarşembe li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Si’ud Mela Sekreterê nû yê Partiya Demokrata Kurdistanê li Suriyê PDKS û Endamên Serkirdayetiya wê partiyê kir û li gel wan civiya.Li gor malpera fermîya serokatrîya Herêma Kurdistanê, di destpêka kombûnê da Sekreter.. berdewam...
Nîsan 9, 2014, 2:50

Ji Silêmaniyê Xelata Zêrîn ya aştiyê ji bo Evdille Ocalan

Li Silêmaniyê di merasîmeka taybet ya ku bi beşarbûna hijmareka zêde ya nivîskar, rewşenbîr û siyasetmedar tevlî bûn de Xelata Zêrîn ya Ibrahim Ehmed, ji aliyê Hêro Xan keça Ibrahim Ehmed ve bo Serokê PKK Evdille Ocalan hate dayîn.Li Silêmaniyê rêûresmek an ku merasîmeka taybet ji bo xelatdanê hate .. berdewam...
Nîsan 6, 2014, 12:40

Qeyrana aborî ya Ewropa di nêrîna Belcîkiyan de. (Beşa 2)

Qeyrana aborî ya Ewropa di nêrîna Belcîkiyan de. (Beşa 2)Pakt SosyalNaveroka Pakt Sosyalê ew bû ku sinduqekê amadebikin, daku beşeka muçeyê karkeran bikene nav de û ji bo demên bê karî û nexweşî û pîriyê, harîkariya wan biket. Belçîkîya Bi Firansi digotine wê sinduqê ‘şumaş’ û Filemanî (holendî) zim.. berdewam...
Nîsan 5, 2014, 3:37

Filmê 1001 şev yê Kurdî di mehrîcana Londonê de

Bi bona derbasbûna 36 sal bi ser komkujiya Enfalê de, festival kurdî li Londonê vê yadê saz dike.Filîma belgnameyî a (1001) sêv ji derhênana Taha Kerîmî yekem care li Londonê li hola ekademiya Birîtanî ya huner û filîm û televizyona (Bafta) roja yekşemê 13/4/2014 `an tê nimayîşkirinê.Her weha piştî .. berdewam...
Nîsan 4, 2014, 11:51

Li Fezayê Okyanos hate dîtin

Di encama vekolînekê de ku li ser stêrkeke bi navê Enceladus ê ku bi Saturnê ve girêdayîye hatiye kirin, ji bo mijara ku derveyî erdê jî jiyan heye gaveke mezin hate avêtin.Zanyaran aşkere kir ku di bin qata qeşayê de okyanosek heye.Zanyarên Italî û Emerîkî di encama lêkolînekê de gihiştin wan zanya.. berdewam...
Nîsan 2, 2014, 10:49

Di tîmên gokê de fen û fêl berdewamin

FIFA vê carê jî seza da Barcelona yê. Yekîtiya Federasyonên Gokê yên Navnetewî FIFA yê ji bo tîma herî bi hêz ya Ispanya Barcelonayê qedexe da ku 2 dewra yarîvanên nû wernegrê.Ji aliyê FIFA ve hatibû destnîşankirin ku di veguhestina yarîvanên di bin 18 salî de ji aliyê Barcelona ve hîle hatiye kirin.. berdewam...
Nîsan 2, 2014, 10:44

Li Erebistanê kesên Ataîst êdî teroristin

Li gorî nûçeya El Arabiya keyserê Suudî Erebîstanê Melîk Evdillah biryareka nû ya seyr pejirand. Li gorî vê biryarê êdî kesên Ataist, an ku kesên ku baweriya wan bi xwedê nîne dê wekî komên terorîst yên El Kaide û Hizbullaha Siudî dê terorîst bêne dîtin.Li gorî vê yekê kesên ku hizrên Ataist diparêz.. berdewam...
Nîsan 2, 2014, 1:30

Piştî hilbijartinan dijî Kurdan êrîşên çekdarî pêk tên

Piştî hilbijartinên 30 ê Adarê li Tirkiyê alozî kur dibe. Bi taybet di daxwuyaniya serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayip Erdoxan ku piştî hilbijartinê kirî de jî aşkere diyarbû ku êdî Erdoxan dê ji hemî demê bêhtir tundû tujiyê bikar bîne û dê dijî rikberên xwe di nava tekoşîneka dijwarde be. Hîna hilbija.. berdewam...
Adar 31, 2014, 8:45

Li Bakûrê Kurdistanê serkeftina hilbijartinê tê pîroz kirin

Li bajarên ku BDP di hibijaratinan de bi ser ket pîrozbahiyan destpê kir. Li Mêrdîn, Agirî, Sêrt, Îdir, Şirnex, Colemêrg û Wanê bi hezaran hatin cem hev serkeftin pîroz kirin. Li gorPiştî encamên hilbijaratinan diyar bûn, Kurdan li navendên ku lê diman dest bi şahiyan kirin.MêrdînLi Mêrdinê, ji bo s.. berdewam...
Adar 30, 2014, 10:21

Der barê encamên hilbijartinan de ajans agehiyan cûda didin

Li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyê hilbijartinên herêmî yên şaredariyan, encûmenên şaredariyan û muxtaran xilas bûn û niha jî hejmartina dengan pêk tê. Lê wesa diyare ku dê şêwaz û encamên van hilbijartinan demeke dirêj bêne nirxandin û li ser bête axavtin. Vê gavê li Tirkiyê du ajansên ku encamên hilbij.. berdewam...
Adar 30, 2014, 5:34

Femenan li dijî Erdogan çalakî pêk anîn

Tevgera navnetewî ya mafê Jinan Femen di hilbijartinên herêmî de yên li tirkiyê birêve diçin li dijî serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan li yek ji binkeyên hilbijartinên çalakî pêk anîn.Du Jinên ku bi ser tevgerê ve ne,  li Stenbolê li Uskudar  li dibistana serateyî ya Buhaniyê ku her car Erdoga.. berdewam...
Adar 30, 2014, 5:25

Li Bakûrê Kurdistanê hejmartina dengan destpê kir

Deng dayîna Hilbijartinê Rêveberiyên Herêmî yê 2014’an yê Tirkiyeyêû Bakûrê Kurdistanê qediyan û li hindek bajaran sindoq hat vekirin deng tên hilbijartin.Deng dayîna Hilbijartinê Rêveberiyên Herêmî yê 2014’an yê Tirkiyeyêû Bakûrê Kurdistanê bidawî bû. Bajarên ku dengdayîn bidawî bû sindoqên wan hat.. berdewam...