• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman

dike - Pêveker - Pel 2

Pûşper 20, 2014, 7:44

Canê bi vê mercî mêr dike!!

Xanima stranbêj a Kurdistana Bakûr kêfxweşiya xwe ji bo avabûna dewleta Kurdî nîşan dide û bi xewneke xwe bi nav dike û diyar dike ku di dema dirustbûna dewleta Kurdî dê biryarek nû bide û ew jî dê bizewice.hunermenda Kurd Canê, saleke dûr dirêj li derveyî welat nîşteciye û li ber xweşewîstiya xwe b.. berdewam...
Pûşper 14, 2014, 5:01

YPG, banga alîkariya lezgîn li civaka navnetewî dike

Berdevkê Fermiyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG’ê) ragihand ku çeteyên DAIŞ’ê di pevçûnên li herêma Kobanê a Rojavayê Kurdistanê de çekên kîmawî bikar anîne û bang li rêxistinên mafên mirovan ên navnetewî kir.Rêdûr Xelîl, bi daxuyaniyekê ku di malpera fermî ya YPG’ê de belav kiriye têde hatiye:”Ev dem.. berdewam...
Pûşper 8, 2014, 7:51

DAIŞ bi kemyona bombekirî êrişî YPG dike

Çekdarên dewleta îslamî li Êraq û Şamê DAIŞ bi kemyonekî bombekirî êrişî benda kontrolê a YPG ya li gundê Ebu Sura a ser bi herêma Kobanê kir û têde 4 şervanên YPG şehîd ketin.Li gor nûçeya ajansa Hawarnewsê belav kiriye ku, şeva borî çekdarên DAIŞ`ê bi kemyoneke bombebarkirî êrîşî benda kontrolê ya.. berdewam...
Hêzîran 2, 2014, 10:13

Rûdaw jî şaşîtiyan dike | Hêmin Evdille

Pesndayîn xirab e, lê xwe nirxandin tenê bi li berçav girtina aliyên xirab nayê kirin. Wek mînak Rûdawê wiha li bînerê kurd kir ku êdî bi nûçeyên kevn ên ji bo êvarê amadekirî razî nebe û wê yekê fêhm bike ku nûçe wek nanê tenûrê ne ku, sar bû tama wê namîne. Berê li Kurdistanê rûmalkirina zindî ya .. berdewam...
Gulan 28, 2014, 7:20

Amed Çeko şahidiya “Berbangeke kuştî” dike

Berbang jî şahid e, pirtûka Amed Çeko Jiyan a 3 yemîn e, pirtûk ji Weşanên J&J derket.Amed Çeko di vê desteçîroka xwe de, berbangeke salên 90î ya Taxa Baglar a Amedê vedibêje.Tevna çîrokê wek çemekî boş diherike û hemû çîrok berdewamiya hevdu ne û weke ‘romançeyekê’ me bi şahidiya çend kesan, her ye.. berdewam...
Gulan 3, 2014, 7:45

Zîndarekî bêmirin, mêjiyê xwe jinûve çêdike

Komeka lêkolînvanên Emerîkî di nav komên gravên Florida Keys de yên ser bi eyaleta Florîda ve zîndarekî balkêş û giring dîtin. Ev zîndarê di deryayê de bêmirine û hertim xwe nû dike. Ev zîndar ji ber ku bêmirine û xwe nû dike navê – Fezayiyê deryayê- lê hatiye kirin.Ev zindara hatî dîtin, ji aliyê l.. berdewam...
Nîsan 23, 2014, 12:33

Di hefteya rojnamegeriya Kurdî de Basnûçe dest bi weşanê dike

Di 116’emîn salvegera derketinayekemîn hejmara rojnameya Kurdistan ku li Qahîreya paytexta Misrê derketibû, heftenameya Bas ku li Başûrê Kurdistanê tê çap kirin, çapa Tirkî û Kurmancî jî bi hevtenameyekê de, bi navê ‘BasHebar û BasNûçe’ li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê derdixe.Dezgeha Medyayê ya Bas, k.. berdewam...
Nîsan 21, 2014, 6:28

Bîn Laden Group mezintirîn balaxaneya cîhanê ava dike

Li Erebîstana Suudiyê mezintirîn balaxaneya cîhanê tê avakirin. Li gor nûçeyekê El Erebiye, dê li bajarê Cidde ya Erebîstanê balaxaneya herî mezin ya cîhanê bê avakirin. Nûçe dibêje ku dê bilindahiya balaxanê kîlometroyek be û bi giştî 200 qat be.Li gorî nûçeya El Erebiye ev balaxane dê ji aliyê kom.. berdewam...
Nîsan 11, 2014, 7:54

KCK: Kolandina Xendekan dilê dijminên Kurd xweş dike

Koma Civakên Kurdistanê KCK bi daxuyaniyekê diyar kir ku li ser sînorê Başûr û Rojava kolandina xendekan rê li ber rageşiyê vedikin û ev rageşî jî dilê dijminê Kurdan xweş dike. KCK di daxuyaniya xwe de bang li rêveberiya herêma Kurdistanê jî kir û got: “Ya ku ji hikûmeta Başûr tê hêvîkirin, cihgirt.. berdewam...
Adar 28, 2014, 3:20

Yekitiya Ewropayê nûnertiyekê bo penaberan li Hewlêrê vedike

Yekitiya Ewropayê ragehand ku dê bi mebesta alîkariya penaberên Rojavayê Kurdistanê yên ku li Herêma Kurdistanê bicih bûne, nûnertiyeke xwe li Kurdistanê veke.Doh  Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li Hewlêrê pêşwaziya şandeke YE’yê kir ku ji nûnerê taybet ê Komîsara Bilind a YE’yê bo .. berdewam...
Adar 26, 2014, 4:23

YNK daxwaza dadgehkirina Malikî dike

ndamê Encûmena Navendî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Aram Qadir, derbarê daxwiyaniya Malikî de got: ‘’Malikî li ber çavê cîhanê şerê mezhebî li İraqê teşwîq dike, loma divê were dadgehkirin.’‘Aram Qadir di peyamekê de ku li ser rûpela xwe ya tora civakî Facebookê belav kiriye, wiha dibêj.. berdewam...
Adar 24, 2014, 8:07

YPG bang li hemû hêzên Kurd dike da ku li dora Rojava bicivin

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê daxuyand ku êrîşên li dijî Rojavayê Kurdistanê êrîşên li hemberî hemû hêzên Kurdistanê ye û di serî de partî û rêxistinên siyasî yên Rojava bang li tevahiya hêzên Kurdistanî kir ku li hemberî êrîş û planan erka xwe ya neteweyî pêk bînin.Piştî êrîşê.. berdewam...
Adar 22, 2014, 9:13

YNK hewla nêzîkkirina PKK û PDK dike

Endamê Polîtburoya YNK’ê û Serokê berê yê Parlamentoya Kurdistanê Ednan Muftî, diyar kir ku YNK pêşwaziya her hewlekî bo lihevnêzîkkirina PDK û PKKê dike. Siyasetmedarê kurd ê nêzîkî PKK’ê Dr. Fayîq Gulpî jî nêzîkîbûna PDK û PKKê bi sûda yekbûna kurdan dibîne.Li gorî nûçeyekê Tora Medyayî ya Rûdawê,.. berdewam...
Adar 19, 2014, 10:36

Barzanî ji bo Newrozê gotarekê pêşkêş dike

Çavkaniyekê ji Serokatiya Herêma Kurdistanê ji BasNewsê re got ku dê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi helkefta cejna Newrozê gotarekî pêşkêşî xelkê Kurdistanê bike.Heman çavkaniyê da zanîn ku dê gotara Barzanî nivîskî be û ji dezgahên ragehandinê re were şandin û derbarê naveroka wê de jî g.. berdewam...
Adar 18, 2014, 1:40

Barzanî amadekariyê bo ragehandina dewletê dike

Li gor nûçeyekê ku di malpera  BasNewsê de hatiye weşandin, Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goran Noşîrwan Mistefa di rûniştinekê de ligel hejmarek kesayetî, eşkere kiriye ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî amadekariyê bo ragehandina dewleta serbixwe dike û piştî du salên din jî dewletê îlan dike.Nû.. berdewam...
Adar 17, 2014, 3:04

Hikûmeta Perû ji ber wêneyê geştyarên tazî wan siza dike

Geştyarên ku li welatê Perû ya Amerîkaya Lîtînî, li ber bajarê antîk ya Machu Picchu wêneyên tazî girtin û li ser înternetê parve kirin, ji aliyê hikûmeta vî welatî ve hatine girtin. Têpayîn ku ji 3 hata 8 salan sizayê girtîgehê bidin wan.Bajarê antîkî ya Machu Picchu ya Perûyê di nava mîrateya UNES.. berdewam...
Adar 10, 2014, 1:41

Ocalan balê dikêşe ser civîna yekem ya piştî hilbijartinan

Şanda BDP û HDP’ê ku doh çûne Girava Îmraliyê û bi Rêberê PKK Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin, diyar kirin ku Ocalan gotiye, her çend bi dewletê re muzakere pêk nehatine jî, lê dîsan ew bi hêviye. Şandê da zanîn ku Ocalan gotiye ew dê Nevrozê daxuyaniyekê dîrokî bide ku li nameya Newroza Amedê de .. berdewam...
Rêbendan 21, 2014, 11:35

Awropa ji welatiyên xwe daxwaz dike ku whatshapp bikar neynin

Piştî ku torbenda civakî Facebookê diyar kir ku Whatsapp kirye ev yek di warê rêzikên rikberiyê de, di serî de li Almanya û li gelek dewletên Awropa bû cihê nîgeraniyê. Siyasetmedarên Awropî daxwaz ji welatiyên xwe dikin ku Whatsappê boykot bikin û torbendên din yên xumalî yên Awropa bikar bihînin.R.. berdewam...
Rêbendan 21, 2014, 10:06

ENSK: Kantonên PYD Rojava perçe dike

Partiyên ser bi Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) derbarê avakirina kantonên Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek weşandin û tê de helwesta Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) bi tundî rexne kirin. ENKSê diyarkir ku avakirina kantonan ne rewa ye û û nûneratiya wan nake.Partiyên ser bi ENKSê ku ji 1.. berdewam...
Rêbendan 17, 2014, 3:44

Hêzên Dîcle li Hemrînê amadekariya operasyonek mezin dike

Hêza Operasyonên Dîcle ji bo operasyonek berfereh ya li dijî DAİŞ’ê hêzeke zêde anî navçeyên Hemrînê û der barê mijarê de Wezareta Pêşmerge jî diyar kir ku ew hêz bi agahdariya wan hatiye.Li gor nûçeyeke BasNewsê, Fermandayê Hêzên Dîcle Ebdûlemîr Zeydî bi tevê 9 hezar çekdarên Hêza Sehwe hatine navç.. berdewam...
Rêbendan 16, 2014, 12:44

Derfeta lîstokên baş nedin derst bi çalakiya birçîbûnê dike

Kujerê 77 kesan Anders Behring Breivik, dibêje heger di girtîgehê de derfetê lîstokên baş nedin wî ew dê dest bi çalakiya greva birçîbûnê bike.Anders Behring Breivikê Norweçî yê kujerê 77 kesan nameyek ji AFP re şand û giliyên xwe yên derbarê şert û mercên girtîgehê de rêz kir. Breivik diyar kir ku .. berdewam...
Befranbar 14, 2014, 10:08

Daxwaz ji Malikî dike êrişî Hewlêrê bike

Li beramber hinardekirina nefta herêma Kurdistanê bo Tirkiyê, hevpeymaniya niştimanî daxwazê ji fermandeyê hêzên çekdarî yê Êraqê Nurî Malikî dike weku Enbarê artêşê bişîne Hewlêrê.Di vê derbarê de endamê encûmena nûneran a Êraqê Kazim Seyadî li lîsta hevpeymaniya niştimanî daxwazê ji Nurî Malikî k.. berdewam...
Befranbar 3, 2014, 8:34

NSA vê carê bi computera Kuantum desthilatiya xwe bilind dike

Nêrînekî balkêş ya nû ji bo Saziya Ewlekariya Netewî ya Emerîka derkete holê. Rojnameya navdar ya Emerîkî Washington Post ragihand ku NSA(Saziya Ewlekariya Netewî ya Emerîka) li ser computereka herî pêşketî ya ku karibê hemî nihêniyên heyî bişkîne û têkevê her deverê kar dike. Ev computerên ku qala .. berdewam...
Sermawêz 27, 2013, 1:25

BDP namzetên xwe yên şaredariyan aşkira dike

BDP’ê di civîna li avahiya xwe ya Amedê de, namzetên Şaredariyên Amed, Herêma Botanê, hin bajarên din û namzetên hevserokatiyê aşkera kir. Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş namzetên navên wan diyar bûne aşkera kir û anî ziman ku namzetê wan ê ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk e.Di.. berdewam...