• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman

dike - Pêveker - Pel 3

Sermawêz 27, 2013, 1:09

Washington piştgiriya civîna Barzanî û Malikî dike

Washingtonê kêfxweşiya xwe ji civîna roja çarşemê ya di navbera Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî û Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de derbirî.Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê,  Jen Psaki di daxuyaniyekê de ragihand ku ’Amerîka bi awayekî germ pêşwaziya civîna Barzanî û Malik.. berdewam...
Sermawêz 19, 2013, 1:53

4 Wezîrên Tirkiyê dest ji kar dikêşin

Li Tirkiyê dengvedan û kardaneweya operasyona Gendelî û Bertîlê berdewam dike. Her kêliyê agehiyeke nû dikeve rojevê. Vê carê jî hete ragehandin ku 4 wezîrên ku navê wan di nava vî karî de heye daxwaza dest ji karkêşana xwe ragehandine serokwezîr.Di operasyonên Gendelî û Bertîlê yê Tirkiyê de li Ste.. berdewam...
Sermawêz 17, 2013, 6:42

Nêçîrvan Barzanî serdana Tirkiyê dike

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu ragehand ku roja sêşembê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Tirkiyê dike û ligel Serokwezîr Erdogan dicive.Derbarê serdanê de, Davutoglu wiha axifî: ’Îro sêşembê ji bo beşdarbûna merasîma Şebî Erus ezê serdana Konyayê bikim, Serokwezhirê Lu.. berdewam...
Sermawêz 12, 2013, 6:51

Li Îranê 6 parlamenterên Kurd xwe ji parlamenê vedikêşin

Di parlamentoya Îranê de hemû parlamenterên bajarê Sineyê  biryara dan ku xwe ji Parlamenta Îranê vekêşin.Li gorî nûçeya ku Basnews agahiyên xwe dispêre ajansa nûçeyan a Tesnîm, Endamê Konseya Nûnerên Eyaleta Sine Seyîd Mihemed Beyatiyan got, “Me biryarên xwe yên îstifayê pêşkêşî serokê parlamentê k.. berdewam...
Sermawêz 10, 2013, 4:44

Gazprom serê salê li Helebceyê dest bi kar dike

Kompanya Gazprom a Rûsî ji bo derxistina petrolê di destpêka sala nû de li Herêma Kurdistanê, sînorê qezaya Helebceyê dest bi karê xwe dike.Li gor nûçeya BasNewsê Qeymeqamê Helebceyê Edhem Goran der barê vê mijarê de ji BasNewsê re got: ‘’Biryar e destpêka sala nû şirketa Gazprom li navçeyê dest bi .. berdewam...
Sermawêz 7, 2013, 12:22

Rejîma Îranê bikarhênerên înternetê binçav dike

Li bajarê Refsincanê bi hînceta ku li ser malperên înternetê babet belav kirine 8 kes ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatin binçavkirin. Rêxistina Peyamnêrên Bêsinor a Îranê jî zextên rejîmê yên li ser bikarhênerên înternetê şermezar kir.Rêxistina Peyamnêrên Bêsinor di raportekê de besa binçavkirina .. berdewam...
Gelarêzan 26, 2013, 12:50

Erdogan serdana Kurdistanê dike

Hat ragehandin ku Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan piştî serdana Bexdayê yekser dê derbasî Hewlêrê bibe.Li gor Haberturkê, wek bersivek bo serdana Wezîrê Derve yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu, Serokwezîrê İraqê Nûrî Malikî meha dahatû dê serdana Tirkiyê bike. Di heman mehê de wê Serokwezîr Erdoga.. berdewam...
Gelarêzan 25, 2013, 7:51

Almanya IPhone qedexe dike

Almanya cureyê telefonên iphone yên hîşmend û online li parlamenter û berpisên paye bilind yên welatên xwe re qedexe dike.Li gor nûçeya ajansa Rusyayê AliumRIT, piştî ku sîxurê berê yê CIA û NSA yê Edwar Snowden aşkira kir ku Amerîka telefonê berpirsên 35 welatan guhdar kiriye, Almanya jî biryar da .. berdewam...
Gelarêzan 21, 2013, 5:29

BDP Qanûna Muzakere û Aştiya Civakî amade dike

Cîgirê Serokê Koma BDP’ê Îdrîs Balûken da xuyakirin ku ji bo pêvajoya çareseriyê li ser bingeha qanûnî bê rûniştandin ew “Qanûna Muzakere û Aştiya Civakî” amade dikin. Balûken nerazîbûn nîşanî gotinên Erdogan ên dijderketina li Rêveberiya Demî ya Rojava da û got, “Ji bo pêşeroja Rojava gelên Rojava .. berdewam...
Gelarêzan 10, 2013, 8:39

Xwe jibo serokatiya Misrê kandîd dike

Jina hunermend a Misrî Sumeye Xeşab, dest bi kampaniya xwekandîdkirina bo serokayetiya Misrê kir.Li ser laperê xwe li tora civakî Twitterê, Sumeye Xeşab ragihand: Min biryar da weku yekem jina Misrî ez xwe bo serokayetiya Misrê kandîd bikim.Amaje bi wê jî daye ku plana wê bo avadanîkirina Misrê û bi.. berdewam...
Gelarêzan 10, 2013, 7:43

Hemû kes behsa dengê wê dike

Li Holandayê di pêşbirka behremendiyan de keçika bi navê Amira ya 9 salî ku ji bajarê Nijmegen hatibû, stranek ji operaya Puccini ya ji ‘Gianni Schicci’ jeniya. Piştî bihîstina vî dengî hemû kesan got ku ev keçika 9 salî xudanê giyana hunermenda nemir Maria Callasê ye.Ev operaya ku Amira jeniye di n.. berdewam...
Gelarêzan 9, 2013, 1:52

Bayik sedemên dawîxistina Kongra Netewî aşkira dike

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, da zanîn ku astengiya li pêş nepêkhatina Kongreya Netewî a Kurd, neqebûlkirina PDK’ê ya pergala hevserokatiyê û israra wekhev a hejmara delegeyên başûr û bakûrê Kurdistanê ye. Bayik ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî û der barê nîqaşên çima kon.. berdewam...
Gelarêzan 5, 2013, 6:34

Coşa Lîga UEFA ya Awropa ya Şampiyonan îşev jî berdewam dike

Di Lîga UEFA ya Şampiyonên Awrupa de, îşev di 4 grupan de 8 pêşbirkên hefteya çaremîn bihêne encam dan. Her weha dê sube jî dîsa 4 grupan de 8 pêşbirkên din hebin.Bernameya Îşev ya Lîga UEFA ya Şampîyonan weha ye:Gruba A:Demijimêr: 20.45’ê Awropa: Shakhtar Donetsk-Bayer LeverkusenDemijimêr: 20.45’ê .. berdewam...
Rezber 15, 2013, 2:58

Îran ji Qendîlê daxwaza berdewamkirina şer dike

Berpirsê îstixbarata Îranê Qasim Silêmanî 6 car digel berpirsên PKK li Qendîlê hevdîtin pêkanî û ji wan xwest ku agirbesta xwe ya bi Tirkiyê xira bikin ku ew jî piştgiriyê bidin herêma xweser ya Rojavayê Kurdistanê.Hate gotin ku dewleta Îranê jib o agirbestê bidawî bike digel berpirsên PKK li Qendîl.. berdewam...
Rezber 12, 2013, 10:47

Wezîrê Derve yê Amerîka Seredana Afxanistanê Dike

John Kerry Wezîrê Derve yê Amerîka bi seredaneka ji nişkêve çu Afxanistanê bo danûstaninan digel Serokê Afxanî Hami Karzaî, ew jî di demekî de ku mohleta gehiştin bi rêkeftnekê li ser paşeroja hêzên Amerîkî li wî welatî nêzîk dibe.Herdu welat bizavê diken ku heta dawiya meha 10 bigehine rêkeftinekê .. berdewam...
Rezber 5, 2013, 5:14

Îran li Rojava ofîsa nûnertiya xwe vedike

Komara Îslamî ya Îranê li Rojavay3e Kurdistanê nûnertiya xwe vedike. Her weha pêngavên xwe nîzîkkirina Kurdan davêje. Di vê çarçoveyê de ji bo bajarê Ûrmiy3e parêzgarek Kurd hate destnîşan kirin.Ji sala1979’ê heta niha li Îranê tenê Şîe dikarin bibin parêzgarê bajaran. Serokomarê nû yê Îranê Hesen R.. berdewam...
Rezber 5, 2013, 3:49

Efûya giştî derdikeve

Malpera nûçeyan ya bi navê Rota Haber ku weke alîgirê dasthiladariya Tirkiyê tê naskirin diyar kir ku hikûmeta AKP li ser pakêteke nû kar dike û tê de ji bo 40 hezar kesan efû jî dihête xwestin.Li gor nûçeyeke malpera nûçeyan ya Rota Haberê hikûmeta AKP’ê li ser pakêteke nû kar dike. Nûçe dibêje ku .. berdewam...
Rezber 3, 2013, 7:05

YNK biryara xwe ya beşdarbûna hikûmetê aşkare dike

Berpirsekê paye bilind yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê YNK diyar kir ku dê roja Şemiyê partiya wan bi civîna endamên serkirde biryara xwe ya beşdarbûn an jî nebûna hikûmeta herêma Kurdistanê aşkira bike.Endamê serkirdetiya YNK Ferîd Eseserd ji bo rojnameya Şarqilewset ragehand ku partiya wan ti .. berdewam...
Rezber 2, 2013, 8:09

Çapemeniya Rusyayê: Tirkiye xeyalê Împaratoriya Osmanî dike

Rojnameya Pravda ya Rusî diyar kir ku di dijitiya Suriyê de Tirkiye xeyala axakirina Împaratoriya mezin ya Osmaniyan dike.Rojnameya Pravda ku li Rusyayê bi rojane derdikeve, dide zanîn ku hikûmeta Suriyê giringiyê dide hevgirtina li gel Kurdan û di dijberiya Suriyê de jî Tirkiyê weke aliyê sêyem pên.. berdewam...
Rezber 2, 2013, 7:23

Binerin diranê (didan) xwe çawa dikêşe

Li Rusyayê zilamek diranê xwe yê diêşe bi bendikê li pişt tirûmbêlê be girê dide û ji cih derdixe.Dîmenên vê şêweyê diran kêşandinê di înternetê de belav bûn. Li Rusyayê zilamekê ku diranê wê diêşe bi alikariya hevalên xwe diranê xwe bi tayekê li pişta trûmbêlê ve girê dide û dikêşe.Piştî kêşandina .. berdewam...
Rezber 1, 2013, 1:21

Amerîka Êrîşên Teroristî yên Hewlêrê Şermezar Dike

Balyozxaneya Amerîkî li Îraqê bi tundî êrîşa li dijî avahîya asayişa Herêma Kurdistanê li Hewlêrê şermezar kir. Di peyamekê de roja Duşemê, balyozxaneya Amerîkî herwiha sersaxî li malbatên qûrbanîyên êrîşên teroristî yên paytexta Herêma Kurdistanê kir.Balyozxaneya Amerîkî ragihand ku hikşmeta Amerîk.. berdewam...