• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman

ji - Pêveker - Pel 16

Pûşper 2, 2014, 7:15

Ji ber doza mirîşkan 3 kes hatine kuştin

Li Tirkiyê bajarê Osmaniyê ji ber mirîşka du malbat pev çûn di encama pevçûnê de 3 kes hatine kuştin.Li Osmaniyeya Tirkiyê ji ber ku mirîş ketine bexçeyê cîrana de di navbera du malbatan de pevçûn derket. Di encama pevçûnê de malbata Pekmezan bi tifingê hatine lêdan û di encam de sê kes ji malbatê h.. berdewam...
Hêzîran 29, 2014, 1:50

Roj TV ji bo xatirê yekîtiya NATO hatiye girtin

Di derbarê girtina ROJ TV de di çapemeniya Rûsya de agahiyên giring hatine belavkirin. Li gorî nûçeyê ROJ TV ji bona ku Sekreterê giştî yê NATO Anders Fogh Rasmussen dema xwe ya sekreteriyê dirêj bike xwestiye ku yekîtiya NATO yê qewîmtir bike bo vê yekê jî ji bo ku dilê Tirkiyê xweş bike li himber .. berdewam...
Hêzîran 27, 2014, 10:52

Berpirsê PYKS li Serê Kaniyê ji aliyê asayişê ve hate girtin

Li gorî nûçeya Avestakurd berpirsiyiarê Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê Bedran Misto ji aliyê Asayişê ve hatiye revandin. Li gorî nûçeyê û daxuyaniyên rayedarên Partiya PYKS Bedran Misto ji aliyê YPG ve gef xwaribû û ji bo ku ji Rojava derbikeve jêre 24 demhijmêr dem hatibû dayîn. Li himber vê yekê .. berdewam...
Hêzîran 26, 2014, 12:16

Li gundê Beşîr 3 Pêşmerge şehîd ketin û 2 jî birîndar

Şeva bihurî di êrîşeke çekdarên çeteyên Daîş y ali ser baregehên hêzên Pêşmergeyan de li gundê Beşîr yê ser bi bajarokê Taze de 3 Pêşmerge şehîd ketin û 2 pêşmerge jî birîndar bûne.Çeteyên daîş êrîşên xwe yên ser bi baregehên Pêşmerga berdewam dikin. Lê belê di hemî êrîşande jî şikestin dixwin û têk.. berdewam...
Hêzîran 26, 2014, 11:27

Soneyên Shakespeare Kurdî jî di navde bi 80 zimanî derketin

Nivîskarê Kurd û di heman demê de wergêrê jîr yê Kurdî Kawa Nemir li gel wergerên hejmareka zêde ya pirtukan ji zimanê Ingilîzî bo Kurdî berhemên herî giranbûha yên ku ji Ingilîzî wergerandine Kurdî Soneyên Şekspîr(Shakespeare) bûn.Kawa Nemir wekî pira navbera zimanê Ingilîzî û Kurdî di nava wêjeya .. berdewam...
Hêzîran 24, 2014, 9:59

Beşîr Atalay; Karên yasayî ji bo pêvajoya çareseriyê amadene

Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Beşîr Atalay li paytaxta Romanya Bukreşê bersiva rojnamevana da û di derbarê pêvajoya ku li Tirkî hatî destpêkirin ya bi navê -pêvajoya çareseriyê- daxuyaniyên nû dan. Cîgirê Erdoxan diyar kir ku wana karên yasayî yên bi pêvajoya çareseriyê ve girêdayî bi dawî anîne û amad.. berdewam...
Hêzîran 22, 2014, 10:28

Çeteyên Îslamî li Hesekê otobûsek tijî Kurd revandin

Çeteyên DAÎŞ îro(22.06.2014) otobûseka tijî xwendevan li ser rêka navbera Hesekê û Qamişlo revandin. Çeteyên Îslamî piştî revandina otobûsê ew birin Til Berek devera di bin çavdêriya xwe de.Li gorî agahiyan otobûsa xwendekaran ji Qamişlo xwendekar dibirin Hesekê, di dema rêvingiyê de li derba Til Me.. berdewam...
Hêzîran 22, 2014, 10:08

Arjantîn kêfxweşe, Îran bi hêrs Îtalya jî matmayîye

çarçoveya lîstikên kûpa cîhanê ya fûtbolê ya Brezîlyayê ya 2014an de, Arjantînê bi encama 1-0 li Îranê bir û derbasî qonaxeke din bû.Di yariyê de ku tîma Îranê gellekî tîma Arjantînê tengav kiribû, Arjantînê karî di deqeya 90+1 de bi gola Lenel Messî li Îranê bibe.Rayedarên tîma Îranê piştî bidawîbû.. berdewam...
Hêzîran 22, 2014, 2:03

Çiya Mazî; Ji aliyê çap û nivîsandina pirtûkan ve pêşketin, ji aliyê firotinê ve têkçûn e | Hozan Emîn

Çiya Mazî nivîsakarekî kurd e, jîr û zîrek e, di gelek warên wêjeyî de dinivîse nemaze; helebest, çîrok û wêjeya devkî û kelepûr û xudanê gelek berhemên giranbuha ye. Ew di sala 1960’î de li Şemrexa Mêrdînê ji dayik bûye. Nivîskariya wî ya bi kurdî di sala 1993’yan dest pê kiriye û wî heta niha gele.. berdewam...
Hêzîran 21, 2014, 4:51

Firotina Petrolê ji aliyê Kurdan ve rejîma Iraqê hêrs kir

Hikumeta Iraqê carekî dîtir ji ber firotina petrolê ji aliyê Kurdan ve hêrs bû û gef li Hikumeta Herêma Kurdistanê xwar.Eve demeke arîşeya petrolê di navbera hikumeta navendî ya Iraqê û Hikumeta Herêma Kurdistanê de heye. Ji ber vê sedemê jî Iraq dem deman hêrsa xwe bi hefxwarina dijî Kurdan ve didê.. berdewam...
Hêzîran 21, 2014, 4:29

Xelateka dîtir ji bo kurtefilmê Qêrîn

Kurtefilmê Qêrîn piştî pêşandana li gelek welatên cîhanê dawî li Tirkiyê jî xelatek wergirt.Kurtefilmê ku bi derhênana Diyar Dersim û Bîlal Bulut hatî kêşandin Çîroka Dengbêjên Serhedê li ser sînorên Bakurê Kurdistanê û Ermenistanê vedibêje. Kurtefilmê Kurdî ku li Mîlano, Barselona, London, Stokholm.. berdewam...
Hêzîran 18, 2014, 7:56

Telefonên bîrewer êdî dê karibin bêhnê jî bişînin

Êdî mirov dê karibin bi telefonên xwe yên bîrewer bêhnê jî ji bo hevdû bişînin.Zanyarên Zankoya Harvard bi gaveka seyr ya teknîkî ve qonaxeka nû dane destpêkirin. Zanyaran amûreka wisan pêş xistin ku êdî bi rêka telefonan bêhn jî bête hinartin.Amûra ku bi rêka Vapor Communikation hate pêşxistin dê k.. berdewam...
Hêzîran 17, 2014, 11:19

Elmanya 50 karkerên Siemensê ji herêmên DAIŞ rizgar kirin

Elmanya bi hevkariya hêzên Iraqê karkerên xwe yên ku di karxaneya Siemensê de kar dikin ji herêmên ku di bin çavdêriya çeteyên DAIŞ ê de bûn rizgar kirin.Li gorî nûçeya Speiegel Online ye roja yekşemê bi helîkopterekê, ji devera metirsî ya ku 200 kîlometre ji Bexdayê dûre 50 karkerên Siemensê hatine.. berdewam...
Hêzîran 16, 2014, 6:47

Ji Kurdhosting erzaniyên nû

Companyaya malpersazî û xizmetên torê ya Kurdî erzaniyên nû di xizmetên torê de ragihand û bi taybet ji bo bikarhênerên torê yên Kurd tiştên nû rave kirin.Rêvebirê Kurdhosting Xêro Mîrza ragihand ku di cîhana torê de dirêjekên nû yên navên ciha derketine û eve jî dê pergala torê bi taybet ya sazî û .. berdewam...
Hêzîran 14, 2014, 2:05

3 berhemên nû ji weşanên AR

3 berhemên nû yên giranbûya ji aliyê weşanên AR ve hatin weşandin.Berhema Yekem; Pêncî Romanên Kurdî ku ji aliyê Lokman Polat ve hatiye nivîsîn.PÊNCÎ ROMANÊN KURDÎPirtûka nivîskar Lokman Polat a bi navê “Pêncî Romênên Kurdî” ji aliyê “Weşanxaneya AR’ê ve hate çapkirin.Ev xebata nivîskar Lokman Polat.. berdewam...
Hêzîran 9, 2014, 9:01

Ji Imralî nêrînên dawî li ser rewşa dawî

Şandeya HDP îro bi daxwaza Hikumetê ya lezgîn berê xwe dane Imraliyê. Di dema ku şandeya HDP hîna di rêde bû, daxuyaniyek ji PKK hat û, PKK diyar kir hikumet dixwaze niyeta baş ya Serokê PKK Evdile Ocalan bikar bîne û pêvajoyê di aliyê xwebihêzkirinê de bikar bîne. Ji ber vê yekê jî tenê bi rêkirina.. berdewam...
Hêzîran 9, 2014, 2:18

Kemal Burkay ji bo bûyera Lîcê PKK rexne kir

Serokê Giştî yê Partiya HAK-PAR ê Kemal Burkay ji Ajansa Nûçeyan ya Cîhan re axifî û pêvajo şirove kir. Kemal bûrkay di gotinên xwe de diyar kir ku dibe ji ber van bûyerên dawî ev 20 mehên bêşer bidawî bibin. Bûrkay anî ziman ku ji xwe hindek derdor şer dixwazin û ji bo vê yekê jî rewşê têk didin. B.. berdewam...
Hêzîran 8, 2014, 8:00

Li Tokat a Tirkiyê xwestin Kurdên ku ji bo Lîcê meşiyan bikujin

Li bajarê Tirkiyê Tokatê komek Kurdên xwendevan nêzîkî 30 kesî ji bo şermezarkirina kuştina Kurdan li Lîcê xwepêşandan pêk anîn û meşiyan. Xwepêşanderan ku di rêka Niksar de kom bûn druşmên -Polêsên mêrkuj dê hesab bide- avêtin. Piştî vêya kesên derdorê êrîşî xwepêşanderan kirin. Her çend polêsan qa.. berdewam...
Hêzîran 8, 2014, 2:16

Li Nisêbînê çadira sersaxiyê ji bo Gerîllayên Şehîd hate danîn

Li Nisêbînê eve sê roje çadira sersaxiya 3 gerîllayên şehîd hatiye danîn.Li gorî nûçevanê Rewanbêj îro li gel malbatên şehîdan axifî eve sê roje bi hezaran kesî serdana çadira sersaxiyê kiriye û piştevaniya xwe ji bo malbatên şehîda diyar kirine.Gerîllayên ku di navbera salên 1994 û 97 ê de şehîd ke.. berdewam...
Hêzîran 7, 2014, 1:39

Nameya Kurekî ji bavekî re “Mîrasê bavekî ji Kurekî re ”

Mîrasê bavekî ji kurekî re, Ji serhildana Oremar heya komara Kurdistan.Silav babo, bavê minê ezîz, xoştivî û pir hêja!. Ez vê nameyê dereng dinivîsim, lê me gelek caran suhbeta tiştên wiha kiribû. Belkî ji min û te re kevin bin lê bila hevalên min jî baştir te nas bikin.Nizanim ji kû û çawa dest pê .. berdewam...