• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman

ser - Pêveker - Pel 5

Rezber 7, 2015, 12:26

Kolanên Kobanê bi navê şervanan binav dibin

Piştî berxwedana dîrokî ya şervanên Kurd li Kantona Kobanê li dijî Grûpa Dewleta Îslamî (DAIŞ)’ê, navenda bajarê Kobanê di 26 Çileya 2015’ê ji çeteyan hate paqijkirin.Tax bi tax, kolan bi kolan û mal bi malên Kobanê şahidê berxwedan a şervananên Kurd in.Di pêngaveke sembolîk de welatiyên Kobanê bi m.. berdewam...
Rezber 7, 2015, 10:06

Pirtûka Kobanê, şerê paşeroja rojhilata Navîn derket

Pirtûka bi navê ”Kampf um Kobane: Kampf um Zukunft des Nahen Ostens – Şerê ji bo Kobanê: Şerê ji bo Siberoja Rojhitana Navîn” destpêka vê mehê ji weşanên ”Edition Assemblage” derçû. Pirtûk bi çend maqaleyên cuda ji aliyê nivîskarên Kurd û biyanî ve behsa şoreşa Rojavayê Kurdistanê, aktorên wê yên se.. berdewam...
Rezber 6, 2015, 10:06

Pêşeroja Sûriyê

Rewşa ku îro li Sûrî tê jîn, rewşekî sîlo û nediyare, ji ber ku qaşo herkes li çareseriya pirsgirêkê digere, lê hemû hêzên ku li çareseriyê digerin, ji çareseriyê gelekî dûrin. Ji xwe rewşa Sûrî di serî de dihate naskirin ku wê ne mîna rewşa tu welatên din be. Ji ber ku Sûriya bandora xwe li ser her.. berdewam...
Rezber 6, 2015, 1:01

NATO ji bo êrişên Rûsiyê bo ser Sûriyê civiya

Peymana Atlantic a Bakur (NATO) di civîneke awarte li Brukselê ji ber binpêkirina qada hewayî ya Tirkiyê bi awayekî tund Rûsiya hişyar kir û xwest bi awayekî lezgîn êrişên hewayî yên Rûsiyê bo ser grûpên dijberî Beşar Esd û xelkê sivîl bêne sekinandin.Di daxuyaniya NATOYê de ku roja duşemê (5’ê Cotm.. berdewam...
Rezber 5, 2015, 11:34

Dîmenên êrişa çekdarî ya polîsan bo ser rojnamevanên Kurd

Roja Înê (2’ê Cotmehê) du rojnamevanên Kurd bi henceta guh nedana qedexeya derketina derve li bajarê Amedê, ji aliyê polîsên Tirk ve hatibûn girtin. Her du rojnamevan piştî lêpirsînê hatine berdan.Yek jiwan peyamnêrê Ajansa DÎHA yê, Serhat Yuce û yê din peyamnêrê “Ozgur Gun TV”yê Murat Demir e.Di dî.. berdewam...
Rezber 2, 2015, 12:46

Kasibkarekî Kurd ji aliyê hêzên sersînor ve hate kuştin

Hat ragehandin ku kasibkarekî Kurd li rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên sersînor ya bajarê Serdeştê bû hedefê guleyan û jiyana xwe ji dest da.Li gor raporta Kampaniya Parastina Girtiyên Siyasî û Sivîl, kasibkarê Kurd yê bi navê Umer Ehmedzade (28), xelkê gundê Berdan a bajarê Serdeştê, ji aliyê hê.. berdewam...
Êlûn 29, 2015, 2:28

The Longest Road: Şerê Gerîllayên Kerkûkê vedibêje

Komek derhênerên Amerîkî, jiyana gerîllayên HPG û YJA STAR’ê yên ku li bajarê Kerkûkê ya Başûrê Kurdistanê li dijî çekdarên Dewleta Îslamî (DAIŞ)’ê şer dikin, dike fîlm.Derhênerê fîlm, Matthew Charles Hall, ji Eyaleta Californiya ya Amerîka ye û cara yekeme tê Rojhilata Navîn û Kurdistanê.Navbirî di.. berdewam...
Êlûn 29, 2015, 1:19

Bayik: Em ji bo krîza serokatiya herêmê dikarin bibin navbeynkar

Hevserokê Giştî yê Koma Civakên Kurdistan (KCK)’ê, Cemîl Bayik di hevpeyvînekê de bi RojNews’ê re ragihand, ger li Başûrê Kurdistanê pirsgirêka siyasî, aborî û civakî çareser nebe, wê pirsgirêkên mezin çêbibin: “Pêwîste ji bo partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê berjewendiyên gel, pêşiya berjewendi.. berdewam...
Êlûn 28, 2015, 3:04

Partiyên Serxwebûn xwaz li Catalonê bi ser ketin

 Bi jimartina zêdetirî ji sedî 90 a dengan xuyaye ku partiyên aligirê serxwebûna herêma Catalon a Spanyayê serkeftiyên sereke yên parlementoya herêmî ne.Hevpeymaniyek ji partiyên sereke yên cudayî xwaz û partiyeke biçûktir 72 kursî di parlementoya herêmî de ku xwediyê 135 endaman e bidest xistine.Wa.. berdewam...
Êlûn 26, 2015, 1:36

Heciyê mirî wekî pezê qurbanê avêtin ser hev

Bi sedan heciyê li Mina yê jiyana xwe jidest dayî ji aliyê desthilata Siudiyê rastî nêzîkatiya “Pezê qurbankirinê” hatin. Sermiftîyê Erebistanê El Şex bi daxuyaniya xwe henekê xwe bi miriya û misilmanên cîhanê kir û got; ” tu berpirsiyariya me di vê bûyerê de nîne. Mirov nikare ji qederê bi reve”Rêv.. berdewam...
Êlûn 21, 2015, 11:46

Muslîm û Ebdulah cardin weke hevserokên PYD’ê hatin hilbijartin

6. Kongireya Partîya Yekitîya Demokratîk (PYD) li bajarê Rimelan ya Rojavayê Kurdistanê didome.Ligor malpera fermiya PYD’ê di roja duyemîn a kongirê de (21’ê Îlonê) hilbijartin ji bo hevseroktiya partiyê hatin kirin û di encamê de Salih Muslîm û Asya Ebdulah careke din wek hevserokên vê partiyê hati.. berdewam...
Êlûn 21, 2015, 9:55

Cardin SYRIZA di hilbijartina giştî ya Yûnanîstanê de serkeft

Partiya Hevpeymaniya Radîkal a Çep (SYRIZA) cardin karî bi bidestxistina ji sedî 35a dengan di hilbijartina giştî ya yûnanîstanê de ji hevrikên xwe li pêş ket.Encamên destpêkê yên hilbijartina giştî ya Yûnanîstanê nîşan didin, Partiya SYRIZA bi bidest xistina ji sedî 35.46 dengan ji hevrikê xwe, Hev.. berdewam...
Êlûn 20, 2015, 9:12

Îro gelê Yûnanîstanê li ser sindoqên dengdanê ne

Îro 20’ê Îlonê li Yûnanîstanê hilbijartina giştî ye. 19 partî û hêzên siyasî ji bo 300 kursiyên parlamentoyê di hevrikiyê de ne. Di hilbijartia berê de tenê 8 partiyan karîbû biçine nav parlementoyê. Lê vêcarê hevrikiya herî bihêz, di navbera Hevpeymaniya Radîkal a Çep (SYRIZA) bi serokatiya Alexis .. berdewam...
Êlûn 19, 2015, 3:02

PYD: Mijara hevdîtina me  şerê li dijî terorê bû

Nûnerê Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê li Ewrûpa, Ebdulselam Mistafa  ku  tevî Şanda PYD’ê ku ji Hevserokê PYD’ê, Salih Muslim û nûnerê TEV-DEM`ê li Îraqê, Mihemed Reşo pêk dihat bi  Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê, Mesûd Barzanî û her yek ji D. Fuad Hisên û Mesrûr Barzanî li Herêma Kurdistanê l.. berdewam...
Êlûn 18, 2015, 12:40

Projeya Amerîka ya perwerdeya hêzên Sûrî bi ser neket

Generalekî Amerîkî mokir hatiye ku projeya perwerdeya leşkerî û pirçek kirina hêzên miyanerew a opozosyona Sûriyê di şerê li dijî Grûpa Dewleta Îslamî (DAÎŞ)ê bi temamî şikest xwariye.Rêveberê fermandariya Rojhilata Navîn, Asiya Navîn û rojhilatê Afrîqayê di Pentagonê de, General Loyd Austin ku ji b.. berdewam...
Êlûn 16, 2015, 11:33

Şandeya Yekîtiya Ewrûpa serdana Cizîrê kir

Şandeyeka ji koma keskên Yekîtiya Ewrûpa û Partiya Keskên Elmanya pêk tên li bajarê Cizîrê ku 9 rojan di bin dorpêça artêşa Tirk de mayî û 21 Kurd hatî kuştin lêkolîn pêk anîn. Şandeyê Yekîtiya Ewrûpa piştî serdana Cizîrê li gel parlementerê HDP Mithat Sancar di cihê wî de serdana hevserokê Şaredari.. berdewam...
Êlûn 15, 2015, 2:07

Sînemakarên biyanî serdana Laleşê kirin

 Beşek ji sînemakar û derhênerên Kurd û biyanî ku ji bo beşdariya di 3. Festîvala Navnetewî ya Duhokê  (DuhokIFF) hatibûne vexwendin roja yekşemê (13ê îlonê) serdana Perestgeha Laleşê li Şengalê kirin. Armanc ji vê serdanê ku ji aliyê rêveberên festîvalê hatiye lidar xistin, nasandina Şengalê bi sîn.. berdewam...
Êlûn 15, 2015, 12:02

Şanda PDK piştî HDP serdana CHP kir

Şanda Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)ê ku ji bo beşdariya 5. Kongireya AKPê de li Tirkiyê ye, doh (14 Îlonê) li Ankarayê serdana baregaha Partiya Gel a Komarî (CHP) kir û ji aliyê Serokê Giştiyê (CHP) Kemal Kiliçdaroğlu ve hate pêşwazî kirin.Şanda (PDK)ê ji  Sekreterê Pîlotbîroya PDKê Fazil Mîra.. berdewam...
Êlûn 14, 2015, 9:10

Serokê El-Qaîde gef li welatên Rojava kir

 Serokê grûpa El-Qaîdê, Ayman al- Zawahiri di peyameke dengî de ku rja yekşemiyê (13ê Îlonê) hatiye weşandin ji alîgirên xwe dixwaze ku li Ewrûpa û Amerîkayê bi awayê ferdî çalakiyan bikin: ’’ Ez ji hemû misilmanên ku dikarin zirarê bigehînin welatên îtilafa xaç perest, dixwazim dereng nekin. Lazime.. berdewam...
Êlûn 13, 2015, 9:29

Serokê nû yê Partiya Karker a Brîtanyayê kî ye

Jeremy Bernard Corbyn (born 26 May 1949) doh şemiyê (12 Îlonê) weke Serokê Partiya Karker a Brîtanyayê hate hilbijartin. Partiya ku çend meh berê, di hilbijartina parlementoya wî welatî de bi ser neket û serokê berê yê vê partiyê Ed Miliband vekişiya.Jeremy Corbyn kî ye û hilbijartina wî ji bo Brîta.. berdewam...