• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman

yê - Pêveker - Pel 33

Sermawêz 18, 2013, 11:13

Kerry: Amerîka bi Eniya Îslamî re neciviya ye

Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry ragihand ku Washington bi nûnerên Eniya Îslamî li Sûriyê neciviya ye.Berî 2 rojan ajansên nûçeyan belav kiribûn ku Balyozê Amerîka li Sûriyê Robert Ford li Tirkiyê bi nûnerên Eniya Îslamî re civiya ye.Keryy di bersiva pirseke rojnamevanan de derbarê wê hevdîtinê de.. berdewam...
Sermawêz 17, 2013, 9:09

Televizyonekê Tirkiyê: 4 wezîr jî dê bêne girtin

 Kanala televizyona Tirkî ya bi navê Kanal D, der barê operasyonên Bertîl û Gendîliya li Tirkiyê de diyar kir ku navê 4 wezîran jî di nava gendelî û ruşwetê de heye û dîmenên wezîrekê jî hatine tomar kirin ku ruşwetê werdigre.Li gor nûçeya kanala televîzyona Kanal D îddîa kir ku dozgerê girtiyên Gen.. berdewam...
Sermawêz 17, 2013, 6:42

Nêçîrvan Barzanî serdana Tirkiyê dike

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu ragehand ku roja sêşembê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Tirkiyê dike û ligel Serokwezîr Erdogan dicive.Derbarê serdanê de, Davutoglu wiha axifî: ’Îro sêşembê ji bo beşdarbûna merasîma Şebî Erus ezê serdana Konyayê bikim, Serokwezhirê Lu.. berdewam...
Sermawêz 17, 2013, 5:52

Operasyona li ser kurê wezîran mohra xwe li rojeva Tirkiyê xist

Li Tirkiyê operasyona emniyetê ya di bin navê ‘Gendelî û Ruşvetê’ de ku 49 kes hatine girtin mohra xwe li rojevê xist. Di operasyonan de ji ber “bertîl” û “gendeliyê” li gel karsaz Alî Agaoglû û kurên 3 wezîrên hikûmeta AKP, gelek kesên din jî hatin girtin. Balkêşe ku ev operasyon di demekê de pêkha.. berdewam...
Sermawêz 15, 2013, 2:51

Dîmenên vê kêliyê ji Wanê

Nûçevana Rewanbêj Şevîn li nav wargeha conteynerên kesên perîşanên erdhejê geriya û dîmenên nû gihandine me.Li gorî nûçeyê vê kêliyê bi sedan malbat li Wan ê bê elektrîk, bê av û bê derfetên darayî hewl didin ku jiyana xwe bidomînin û zarokên xwe ji qerisandinê biparêzin. Hate diyarkirin ku rewşa ni.. berdewam...
Sermawêz 13, 2013, 1:26

Awir li ser doza parlementerên girtî ye

Parêzerên Baroya Amedê ji bo serbestberdana her 5 parlamenterên girtî, biryara Dadgeha Destûra Bingehîn ya der barê parlamenterê CHP Mustafa Balbay de weke mînak pêşkeşî Dadgehên Cezaya giran ya 5. û 6. ya Amedê û her weha dozgeriyê kirin.Piştî ku Dadgeha Destura Bingehîn parlamenterê CHP yê İzmirê .. berdewam...
Sermawêz 13, 2013, 11:50

NY: Rola grûpên radîkal li Sûriyê zêde dibe

Neteweyên Yekbûyî (NY) hişyariya bihêzbûna rola grûpên radîkal li nava opozîsyona Sûriyê da.Berdevkê Sekreterê Giştî yê NY Martin Nesirky ragihand ku belavbûna çekdarên radîkal di nava opozîsyona Sûriyê de ne diyardeyeke nû ye, ji ber vê yekê çend welatên Rojava alîkariyên xwe ji bo opozîsyonê rawes.. berdewam...
Sermawêz 12, 2013, 4:08

KCK: Em piştgiriyeke tam didin civîna Hewlêrê

Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK’ê ragehand ku ew ’piştgiriyeke tam a siyasî’ didin hevdîtinên PYD û PDK’ê yên li Hewlêrê. KCK’ê got, ‘Eger bi vê civînê re di mijara Cenevre de helwesteke hevpar were nîşandan û rêveberiya hevpar a demkî bê xurtkirin, dê ev yek di çareseriya pirsa Kurd û demokratî.. berdewam...
Sermawêz 12, 2013, 3:59

Muslim: Li civîna Hewlêrê erênî ye

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim ê li paytexta Belçîka Brukselê ye da xuyakirin ku hevdîtinên navbera PDK û PYD’ê yên li Başûrê Kurdistanê bajarê Hewlêrê ji bo Rojavayê Kurdistanê erênî ne û destnîşan kir ku têkilî ji nû ve ketiye ser rêya rast.Hevserokê PYD’ê Salih Muslim, civîna di encama hevdîtinên P.. berdewam...
Sermawêz 11, 2013, 6:58

ÎHD: Di 10 mehande 219 jin ji aliyê xizmên xwe ve hatine kuştin

Komisyona Mafê Jinan şaxê ÎHD’a Stenbolê di çerçeveya çalakiyên Hefteya Mafên Mirovan de li pêş Walîtiya Stenbolê li hemberî tûndiya li ser jinê daxuyaniyekî çapemeniyê pêk anî.Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ragehand ku di 10 mehên dawî de 219 jin ji aliyê hevser, heskiriyê xwe, babên xwe û xizmên xwe.. berdewam...
Sermawêz 11, 2013, 4:10

Neteweyên Yekbûyî li ser Hewlêrê re alîkariyê dişîne Suriyê

Neteweyên Yekbûyî (NY) dê alîkariyên mirovî ji Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê bişîne Balafirgeha Navdewletî ya Qamişlo.Komîsyona Karûbarên Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) dê alîkariyên mirovî bigihîne Rojavayê Kurdistanê.Rêveberê Rojhilata Navîn û Afrîqaya Bakur di UNHCR de Emîn Ewez ji aja.. berdewam...
Sermawêz 10, 2013, 10:09

YNK nûtirîn wêneyên Mam Celal weşandin

Malpera fermî ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê YNK nûtirîn wêneyên Serokomarê Îraqê û sekreerê giştî yê YNK Celal Talabanî weşandin.Di wêneyan de Mam Celal li gel Hêro Îbrahîm Ehmeda hevjîna xwe rûniştiye.Talebanî nêzîkî salekê ye ji ber nexweşiya kirîza mêjî li nexweşxaneya Charletê ya bajarê Ber.. berdewam...
Sermawêz 10, 2013, 8:41

Sartirîn şûnê ser rûyê erdê hate peydakirin

Pleya germa sartirrîn şûnê li ser erdee di bin 0 de -93.2 santigrad pleye. Ev der li navenda başûrê erdê ye an ku cemser an ku qutba başûre.Lêkolîneran ev der bi rêya termalên duvelengan dîtin û her weha dibêjin eve pîvanên yekemin, dibeku cihên sartir jî hebin û ew jî bêne peyda kirin.Beriya niha d.. berdewam...
Sermawêz 10, 2013, 4:44

Gazprom serê salê li Helebceyê dest bi kar dike

Kompanya Gazprom a Rûsî ji bo derxistina petrolê di destpêka sala nû de li Herêma Kurdistanê, sînorê qezaya Helebceyê dest bi karê xwe dike.Li gor nûçeya BasNewsê Qeymeqamê Helebceyê Edhem Goran der barê vê mijarê de ji BasNewsê re got: ‘’Biryar e destpêka sala nû şirketa Gazprom li navçeyê dest bi .. berdewam...
Sermawêz 9, 2013, 6:59

Palamenterê girtî yê CHP’yî Balbay hate berdan

Parlamenterê CHP’ê yê Îzmîrê Mûstafa Balbay ku eve 4 salin ji ber doza Ergenekonê di girtîgehê de tê darizandin, hate serbestberdan. Ev biryar ji bo parlamenterên BDP yên girtî jî dibe riya azadbûnê.Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê, Parlamenterê CHP’ê yê Îzmîrê Mûstafa Balbay ku eve 4 salin ji ber do.. berdewam...
Sermawêz 8, 2013, 4:08

Li Silêmaniyê 1. festîvala kurte fîlmên jinan

Li Silêmaniyê 1. festîvala kurte fîlmên jinan pêk tê. Di festîvalê de kurtefîlmên jinan hatine nîşandan û filmên Îranî û yên Korey jî cih girtin.Li Başûrê Kurdistanê bajarê Silêmaniyê, 1. festîvala kurte fîlmên jinan doh piştî nîvro li Hola Tewar a bajarê Silêmaniyê destpê kir. Birêvebirê rêxistina .. berdewam...
Sermawêz 7, 2013, 6:12

Ocalan got; neyên leyistika

Şandeya BDP li gel serokê PKK Evdile Ocalan hevdîtin pêk anî.Di encama vegera ji girava Imraliyê de endama şandeyê Pervîn Buldan ji Rojnama Radikal re axifî û got ku Serokê PKK Evdile Ocalan ji bo bûyera Geverê sersaxî ji bo malbata kesên jiyana xwe jidest dayî xwestiye û bang li gel kiriye ku neyên.. berdewam...
Sermawêz 7, 2013, 3:34

Qedera Rojava li Cenêv 2 di destê PKK û PDK de ye!

Rojeva tevahiya kurdan bûye kongreya Cenêv a duyem. Gelek baş û balkêşe ku hemû kurd ji tevahiya Kurdistan peywendî darî vê komcivîna girîng dibin. Lê we çi çandiye , hunê wê biçînin? Di Rojava de du rêbazên cuda hetine hunandin. Ev herdu rêbaz di gelek xalan de dijî hevin û di kêm xalan de lihevkir.. berdewam...
Sermawêz 6, 2013, 7:53

Eksperê Amerîkî dibêje baştirîn çareya Sûriyeyê federasyon e.

Çapemeniya rojavayê êdî bi berdewamî rastiyên nedilxweşker ên fealiyeta serhildêrên Sûrî diweşînin. Li Ewrûpa û DYA êdî mukur li xwe tên, ku nirxandina wan a seretayî ya li ser krîza Sûriyeyê şaş bû.Di nûçeyên dawî yên li ser exlaqa serhildêrên Sûrî rojnameya Brîtanî The Sunday Telegraph agahiyên ba.. berdewam...
Sermawêz 6, 2013, 7:46

Hûn dizanin Tûzik dermanê çiye..?

Tûzik, giyayek xwarinê ya bêhnxweş e. Bejna wê 30- 70 cm bilind dibe. Naftenga wê kesk an jî keskeşîn e, wek movikan li ser hev bilind dibe. Nava navtenga wê vala ye. Ji navtengê çiq jê belav dibin. Bi çiqan ve pelên kesk yên zirav wek tayê birçik e. Di nîvê havînê de kulîlkên wê yên bêhnxweş, zerîn.. berdewam...
Sermawêz 6, 2013, 6:05

Guardiyan aliyên hevpar yên Mandela û Ocalan nivîsî

Rojnameya Guardian a Îngilîz, piştî mirina rêberê efsanewî yê Efrîka Başûr Nelson Mandela nivîsek weşand û tê de aliyên hevpar yên wî û yên rêberên din kir.Rojnameya Guardian bi sernivîsa “Beriya her tiştî lîdereke” bal kişand ser aliyên hevpar ên Mandela û pêşengê têkoşîna rizgariya Hîndîstanê Ceva.. berdewam...
Sermawêz 6, 2013, 5:45

Li New Yorkê roja bêyî pantolon suwarbûna metroyê bû

Îro li bajarê New Yorka Amerîkayê roja bêyî pantolon suwarbûna metroyê bû.Ev sal 12 sale ku li New Yorkê roja 6’ê Kanûnê weke roja bêyî pantolon sûwarbûna metroyê ye. Gelek kes dîsa bêyî pantolon sûwarê metroyê bûn û rêwîtî kirin. Gelek kesan jî bi baldarî temaşeyê wan kirin.Eve jî dîmenên rojê ne:.. berdewam...
Sermawêz 6, 2013, 10:40

Nelson Mandela mir Nelson Mandela kiye?

Duhunê Serokkomarê Efrîqa Başûr ragihand ku Nelson Mandela miriye. Mandela 95 salî bû.Nelson Mandela ku temenê xwe gorî dijberiya cudaheziya nijadperestî kiribû û di vê rêkê de 27 salên xwe di zindanê de bihurandibû piştî nexweşiya demdirêj û giran jiyana xwe jidest da. Li tevayî welat hetanî termê .. berdewam...