• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Peymana yekem ya aborî di navbera Kurdistan û Îranê de

Peymana yekem ya aborî di navbera Kurdistan û Îranê de


barkirin: Pûşper 1, 2013, 9:25


Roja şemiya dahatû şandeke bilind a hukûmeta Herêma Kurdistanê serdana Tehranê dike û yekem car di dîroka peywendiyên navbera herdu aliyan de bi fermî rêkeftineke aborî îmze dibe.
Malpera Bas News ev nûçe weha weşand, têde hatiye ragehandin ku mebesta serdana şanda hukûmeta Kurdistanê qayimkirina zêdetir a peywendiyên navbera herdu aliyan e di warên bazirganî û sermayeguzarî de.

Wezîrê Avakirin û Niştecihkirinê yê Kurdistanê Kameran Ehmed serpereştiya şanda kurdî dike û ligel cîgirê Serokkomarê Îranê Seîd Luu dicive û rêkeftinê îmze dikin.

Girîngiya wê rêkeftinnameyê di wê yekê de ye ku yekem care li gel cîgirê serokkomarê rêkeftinek bo pêşxistina peywendiyên aborî û bazirganî di navbera Hewlêr û Tehranê de tê îmzekirin.

Cîgirê Serokkomarê Îranê berî niha li Hewlêrê di civîneke de ligel Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî behsa îmzekirina protokola navbera herdu aliyan kiribûn.

 

PNA

dîtin: 400

Pêveker:

peymana yekem ya aborî di navbera kurdistan û Îranê de