• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Peyva AV di peyvsaziyê de

Peyva AV di peyvsaziyê de


nivîskar: Qandîl Şeyxbizînî
barkirin: Êlûn 27, 2017, 2:32


Peyva AV di peyvsaziyê de.

Zimanê Kurdî di gelek waran de xwedî taybetmendiyê xwe ye.

Ji bo babeta îro em behsa peyva Av dikin, rola wê di peyvsaziyê de, eger em guzerekî bikin nava wan peyvên ku bi peyva Av sazbûne dibînin ku bi awayekî gelek xwezayî û sade û watedar û zelal peyvan xemlandine.

Bo berçav ronî hinek mînakan:

*Doşav - Macûn
*Doşava firengî – Macûn temamte (Domates salçası)
*Xweşav - Tirşî, yan her tiştî ku tê xweşkirin
*Mastav - Mast û av a tevlihev
*Noşav - Şerab
*Xestav - Mireba
*Goştav - ava goşt, (Et suyu)
*Gûşav - Şerbet, (Meyve suyu)
*Bendav - Dam, (Baraj)
*Berav - Sahl, (Sahil)
*Girav - Cizîre, (Ada)
*Kaniyav - Kanî, Ava kaniyê
*Germav - Hemam, (Banyo)!
*Kendav - Xelîc (Haliç)
*Nokav - Ava nokê
*Çelav - Şorba (Çorba)
* Û…..
helbet vana hinek peyv bûn weke mînak, karekî baş e zimanansên me agahdarê yasa û rêsayên zimanê bin, çûn ku her ziman xwedî taybetmnediya xwe ye, bi taybet zimanê Kurdî ku pirr zengîn û rengîn e, xwedî gelek rêsayên cur bi cur e.

//Qandîl Şeyxbizînî 

dîtin: 59

Pêveker:

peyva av di peyvsaziyê de