• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Peyva BEH di peyvsaziyê de

Peyva BEH di peyvsaziyê de


nivîskar: Qandîl Şeyxbizînî
barkirin: Gelawêj 13, 2017, 5:40


Peyva BEH di peyvsaziyê de

Peyva Beh di Sumerî û ta Pehlewî û niha de jî kara ye û bi wateya (Pesend û baş û pê ecîb mayî, pîroz) tê, di kevin de peyva Beh di her warî de roldar bûye û gelek peyvên nayab jî jê saz kirine, li vir ji bo berçav ronî hinek mînakan:

-Beh Beh = ji bo pesend kirina karekî an tiştekî, ta niha jî ev guzarişt û gotin her kara ye û tê gotin û bikaranîn, bi Aberî (maşallah).

-Behroz = Roja baş û pîroz.

-Behzad = nîfş û zarokên baş û pesend kirî.

-Behişt = bi Arebî (Cennet), (beh+işt) berê min behsa paşgir û amraza (işt) kiribû ku peyvên nû saz dike mînak: (rewişt, guzarişt, behişt, arayişt, zenişt, derişt, û…).

-Behar = erd û warê xweş û baş û ferdar, bihar, buhar…

-Beha = bi Arebî (qiyem, qîmet) biha, buha…

-Behmen = Adem, mirovê baş û sazgar

-Behkar = kar baş û selîm

-Behjû = hezkirin û evîna pîroz û durust, Tb: di Pehlewî de (JÛ)  ango: hezkirin û xweşewîstî.

-Behram = kesekî nerm û dilsoz.

-Behwar = ax û xaka baş û pîroz.

-Behdîn = ol û dîna baş û durust, Tb: ta niha jî li başûrê Kurdistan deverek heye bi navê devera (Behdînyan, Behdînan).

-Behvîr = bîr û hizr û fikira baş û pîroz.

Û…..

Gelek giring e zimannas pey wan peyvan biçe û di niha de zimanê pê têr û tejî bike û bixemlîne, hêvîdar im zimannasên me wan peyvan ji rasîn û tunebûnê biparêzin û zimanê Kurdî pê payedartir bikin.

//Qnadîl Şeyxbizînî

dîtin: 143

Pêveker:

peyva beh di peyvsaziyê de