• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Peyva, DAJ an DAJÎN di zimanê Kurdî de

Peyva, DAJ an DAJÎN di zimanê Kurdî de


nivîskar: Qandîl Şeyxbizînî
barkirin: Pûşper 23, 2017, 3:37


Di zarê Lorî û herêma Germiyanê de ji Hukim re dibêjin: Daj, ku peyveke pirr kevinar û resen e.

Ger em binêrin dibênin ku di zimanê Kurdî de bi hemû zar û zarçeyên Kurdî ve, ew kêmasiyê me hebû ku li hemberê peyva Hukim a Arebî ti wateyek an peyvekî şayan nebû, loma me bi pêwîst zanî ku ev peyv bê nava hemû zarên Kurdî û ew kêmasî jî nemîne.

li hemberê ew peyvên din yên Arebî ku her ji peyva (Hukim) sazbûne, me li gorî rêsayên rêzimanê Kurdî, bi sûd wergirtin ji peyva (DAJ an DAJÎN)ê gelek peyvên pêwîst û têr û tejî sazand û sazbûn, ev yek dikane xizmeteka mezin bigehîne zimên.

hêvîdarim van peyvên rengîn û sengîn û şîrîn cihên xwe bigirin û xermana zimanê Kurdî jî her ferrdar û berdar bibe.

Daj = Hukim

Dajîn = Hukimkirin

Dajyar = Hakim, serdarê/a cih an bajar an welatekî

Dajer = Hekem, Hukimder, her kesî ku bikane hukim bide

Dajmend = Hekîm

Dajdar = Xwedan Hukim

Dajan = Ehkam

Dajak = Hikumet

Dajakî = Hikumî

Dajniya = Mehkum

Dajniyatî = Mehkumiyet

Dajniya ye bi = Mehkum e bi

Dajgerî = Hakimiyet


//Qandîl Şeyxbizînî

dîtin: 61

Pêveker:

peyva (daj an dajÎn) di zimanê kurdî de