• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Peyva Mar û Ji-mar di Kurdî ya kevin Paleyî (Pehlewî) de.

Peyva Mar û Ji-mar di Kurdî ya kevin Paleyî (Pehlewî) de.


nivîskar: Qandîl Şeyxbizînî
barkirin: Pûşper 13, 2017, 3:34


Peyva MAR di paleyî (Pehlewî)de.

Di zimanê kevin û ta niha yê Kurdî de ji bo hinek peyvan pêşgira (şu) tê gotin û bikaranîn, mînak:

*Nas - Şunas

*Mar - Şumar

û...

di vir de armanca min peyva Mar û Şumar e.

Niha di zimanê Kurdî de tenê peyva Şumar bûye Jumar-Jimar

îca her ew Jimar gelek wate û pêşgir û paşgir bi xwe ve girê daye, mînak:

*Jimardin

*Hejmar

*Jimêryar

*Bijmêr

*Demjimêr

*Katjimêr

*Serjimêr

Û...

Lê eger em binêrin reh û regê vê peyvê dibînin ku ew tîpa (JI)Mar, ango: ew (JI) her ŞU-MAR e, ango: ew (ŞU-JI) pêşgir e û ji bo danasîna peyvê ye, ango ew JI yê niha bi peyva MAR ve hatiye girêdan pêşgir e û ne pajeke ji peyva MARê.

heta niha jî di hinek peyvên kevin de peyva MAR resentiya xwe parastiye, mînak:

*Mar - Amar, (ihsa-serjimêrî)

*Mar - Amarî, (ihsayat)

*Hemar - Hejmar (hîsab)

Û...

mixabin ta niha van şaşiyan nehatine corkirin û nîşandan jî, hêvîdar im ev bibe mayê sûd jê dîtin.

.

têbînî: pêşgira (a) peyvên bû diafirîne.

zad - azad

kar - akar

kam - akam

mar - amar

kan - akan

 

//Qandîl Şeyxbizînî
 

dîtin: 22

Pêveker:

peyva mar û ji-mar di kurdî ya kevin paleyî (pehlewî) de.