• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Peyva Pêşniyaz an Pêşniyar

Peyva Pêşniyaz an Pêşniyar


nivîskar: Qandîl Şeyxbizînî
barkirin: Pûşper 14, 2017, 6:16


Huseyin Huzinî Mukiryanî (Gîwî Mukiryanî - Mahabadî)

Mukiryanî weke bavê ferhenga Kurdî tê nasîn, gelek xizmetên nawaze ji ziman û ferheng û dîrok û weşana Kurdî re kir.

Mukiryanî di sala 1915an de li bajarê Helebê çapxana (Hûznî) damezirand ji bo xizmeta wêje û zimanê Kurdî, di sala 1925an de hate başurê Kurdistan, bajarê Rewandizê û li wir jî çapxana (Zarê Kurmancî) damezirand,

Mukiryanî li bajarên Heleb û Stenbolê bi awayekî penhan û veşartî gelek rojname û koavr û belavokan weşand, ji wan jî Kovarên (Kurdistan, Ararat, Botan, ÇiyaKurmanc, Diyarbekir, Soran).

di sala 1935an de hate Hewlêrê û kovara (Ronakî) weşand. herwiha di sala 1943an de li bajarê Bexdadê kovara (Dengê Gêtî Taze) weşand.

Mukiryanî 40-50 pirtûkan pêşkeşê pirtûkxana Kurdî kir, 17 pirtûk bixwe nivîsîne, Mukiryanî sedan peyvên nû afirand û anî nava zimanê Kurdî.

li bajarê Hewlêrê di kovara (Hetaw)ê de çi peyvên nû hebana li wir diweşand û belav dikir di navbera salên (15.5.1954 - 15.10.1960)an de.

Yek ji wan jî peyva (Pêşniyaz) bû, di nivîsa Soranî de tîpa (r&z) mîna hev in, tenê (z) xalek li ser e, wisa (r،ر - zز), îca kesek hebû navê wî Mewlud bû di çapxaneyê de kar dikir, ji bilî binivîse (Pêşniyaz), nivîsand (Pêşniyar), ew xal nenivîsandibû, ji ber ew dem tîp hemû dihatin komkirin loma ew jî vê şaşyê kir, peyv (Pêş+Niyaz), (Niyaz) bi erebî yanî (Niyet), ango nizyazekî, niyetekî dide pêşî.

îca Kurdistan xan ku keça seydayê Huseyin Hûznî Mukiriyanî ye digot: bavê min her car peyva (Pêşniyar) didît digot: Mewlud ya rebbî her du çavên te kor bûna lê te ew peyv bi şaşî nenivîsandiba û neweşandiba.

//Qandîl Şeyxbizînî

dîtin: 17

Pêveker:

peyva pêşniyaz an pêşniyar