• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Peyva SAN di peyvsaziyê de

Peyva SAN di peyvsaziyê de


nivîskar: Qandîl Şeyxbizînî
barkirin: Gelawêj 13, 2017, 3:50


Peyva SAN di peyvsaziyê de

Yek ji dêrîntirîn û resentirîn peyva zimanê Kurdî peyva San e.

 peyva San weke nav ango (berpirs, desthilatdar, serdar û servend), lê weke peyv û amraza peyvsaziyê rola xwe zêdetir dilîze û bi wateya (bilindkirin, birina ber bi jor, serxistin, hilhatin) tê, ji bo berçav ronî hinek mînakan ku bi peyva San saz bûne:

-Herasan, Hera bi zarê Soranî ango: derxistina pirsgirêkan, lê dema dibe (Herasan) ango: derxistina pirsgirêkan û mezin kirin û bilindkirina vê pirsgirêkê

-Xorasan, Xor ango: Tav, Roj, Xorşîd, (xor+a+san = Xorasan) ango:        rojhilhat, rojhilat, tavhilat.

-Rasan, ango: Raperîn, Xwepêşandan,

-Helsan, di zarê Soranî de ji bo rabûnê dibêjin (HEL+SAN = Helsan) yanî rabûn û bilind bûn û ber bi jor.

-San: berpirs û xwedî desthilat.

Û….

Di niha de zimannasên başûr ên zarê Soranî gelek peyvên nû û pêwîstdar ji peyva San sazkirine, mînak:

-Sango: bi Arebî dibêjin (Mukebere)

-Sanber: (Asansor)

-Sangir: Rakirin ber bi jor (Kren)

Û….

karekî baş û giring e ku peyva San di zarê Kurmancî de jî roldar be û gelek wateyên pêwîsdar û kêmasiyên zimanî pê tejî be.

//Qandîl Şeyxbizînî

dîtin: 76

Pêveker:

peyva san di peyvsaziyê de