• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Peyva ŞÎ di payvsaziyê de

Peyva ŞÎ di payvsaziyê de


nivîskar: Qandîl Şeyxbizînî
barkirin: Gelawêj 7, 2017, 3:09


Peyva (ŞÎ) rol û bandora wî li ser gelek peyv û wateyên din.

peyva Şî an Şîkirin ku bi erebî Tehlîl û Î'rab e, gelek peyvan jê saz bûne, mînak:

*Şîkirin

*Şîkar

*Şî-rave, Şî-rove, Şîrave, Şîrove, Şirove

*Teşî

*We-şî-n

*Hil-we-şî-n

*Da-we-şî-n

*Ra-we-şî-n

Û...

Ji ber bê agah bûn ji kûçe û kûncên zimên, gelek caran peyv şaş tê gotin an, mînak:

Peyva Şîrave, bûye Şîrove – Şirove.

Lê bi xwe ji “Şî+rave = Şîrave sazbûye,

Rave ango bi arebî = (Tefsîr),

Şîrave ango Şî û Rave kirina = (Tehlîl, Î’rab).

Ji aliyekî din ve em dibînin bi taybet di torên civakî de li hemberê peyva (comment)a Îngilîzî (Şirove) tê bikaranîn ku ev ne rast e, (comment) bi Kurdî ango: (Têçên).

Helbet mînak gelek in û pêwîst e zêdetir li ser vê mijarê bê nivîsandin, lê ji bo agahî û xala destpêkê, evqasî hêjayê giringî pêdane.

 

//Qandîl Şeyxbizînî

dîtin: 20

Pêveker:

peyva ŞÎ di payvsaziyê de