• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Pirsgirêka Armanca Tevgerên me yên Exlaqî

Pirsgirêka Armanca Tevgerên me yên Exlaqî


barkirin: Adar 6, 2014, 1:42


Di felsefeya exlaqê de, pirsa ‘gelo armancên tevgerên me yên exlaqî çi ne, yan mirov çima bi awayekî exlaqî tevdigerin?’ pirseka sereke ye. Divê mirov bibêje ku pirraniya feylesofan qebûl kirine ku armanceka tevgerên me yên exlaqî heye, belam li ser vê armancê bi hev nekirine û bersivên cihêreng dane vê pirsê. Li gor hindek feylesofan armanca tevgerên me yên exlaqî, bextewarî ye û li gor hindekên din jî, wezîfe ye. Beriya ku em bikaribin bi hûrbijarî li ser vê mijarê rawestin û bi awayekî eşkere vê meseleyê zelal bikin, divê di destpêkê de em li ser peyva exlaqê rawestin û pê bizanibin ka exlaq tê çi wateyê?

Belê, bi rastî jî exlaq çi ye gelo?

Exlaq, tê wateya nirxdaraziyên me yên ku di têkiliyên di navbera mirovan de dertêne holê û ku bi baş yan rast, an jî bi xirab an çewt têne binavkirin. Hege em vê danasînê bi awayekî hesantir bibêjin, wê demê em dikarin bibêjin ku, exlaq lêgerîna baş û xirab e. Wateya baş û xirab jî, wekî tê zanîn li gorî şexs û civakan û heta li gorî demê jî diguhere. Ango, tevgerek xirab, dibe ku di civateka din de ne tevgerek xirab be. Lewra, wateya baş û xirab guherber e. Bingeha peyva ‘exlaqê’, di erebî de wûşeya ‘hulk’, yewnanî de ‘ethos’ û latînî de jî, peyva ‘mos’ e.

Peyva ‘ethics’ ku di zimanê ingilîzî de di wateya exlaqê de tê bikar anîn, ji ‘ethos’ a yewnanî tê. Herwiha, bingeha peyva ‘morality’ jî, ku di zimanê ingilîzî de di wateya exlaqê de tê bikar anîn; ji ‘mos’ a latînî tê. Rêzikên/delkên exlaqî, nirxdaraziyên me ne û bi demê re, carinan hinek ji wan wê girîngiya xwe ya berê winda dikin û bi temamî ji holê radibin. Lê, hinek ji wan jî, carinan dibin rêzikên/zagonên hiqûqê. Dîsa mirov dikare bibêje ku, exlaq sponton e. Ango ji ber xwe ve, yan ji xwe xwe re çêdibin, an dertêne holê û ne zagonên/rê û rêzikên çêkirî ne.

Pirsên bingehîn yên felsefeyê jî, pirsên wekî; ‘gelo wateya mirovî çi ye? Divê ku çî be?’ Û hwd. bivênevê, felsefeyê nêzîkê exlaqê dike û felsefe dixwaze ku fêhm bike, gelo armanca tevgerên mirovan çi ne, yan divê ku ew çi bin û an jî, kîjan tevgerên mirovan, êdî mirovî û xwedîerdem in?

Bêguman, ev pirs û pirsên bi vî rengî, rê li felsefeyê vedike û felsefe jî, dixwaze bersiva van pirsan bibîne. Ji vê bineşaxa felsefeyê re, Felsefeya Exlaqê (Etîk) hatiye gotin. (1)

Derheqê armanca tevgerên me yên exlaqî de, mesela Sokratesî dibêje ku  ‘Erdema ku bingeha wê zanayiyê, bextewarî ye.’ Dîsa dibêje ‘dema ku mirovî xwediyê wan zanayiyan be, ber bi başiyê ve diqeside û ji xirabiyê jî dûr dimîne. Li gor bîr û baweriya Sokratesî, mirov bi zanetî xirabiyan nakin. Ango nezanî, bavê hemû xirabiya ye.

Demokrîtos jî dibêje ‘hayjixwetî, pîvanetî, sînordarî û pakijiya tevgerên mirovan, bextewarî ye.

Li gor baweriya Stoaperest/Stoaparêzan jî; rêva ji xweşiyê û qesidîna ber bi êşê ve û jiyaneka amizgerê xwezayê û dilxweşî, armancên tevgerên me yên exlaqî ne.

Zenon, exlaqê dispêre çar bingehan/prensîban ku ew jî; hilbijartina rast,

sebirkirin, hayjixwebûn û parvekirina bidad in. Pêkhatina/derketina holê ya van çar bingehan, rê li erdembûnê/erdemîtiyê vedike.

Feylesofê ku armanca tevgerên me yên exlaqî wekî wezîfeyekî (erk, vatinî, peywir) dibîne, I. Kant e. Kant wiha pêbawer e ku tevgera ji vatiniyê tê, tevgera rast e. Dîsa dibêje ku ‘di gerdûnê de û li derveyî gerdûnê, tiştek tenê heye ku em dikarin wê bi baş binavînin. Ev tişt jî vatinî (wezîfe, erk, peywir) ye, xwestina/daxwaza ‘baş’ e. Lewma jî, armanca tevgerên me yên exlaqî, ne bextewarî ye. Çimku bextewarî, li gor mirovan diguhere/guhêrbar e.’ Kant wiha dibêje: ‘wiha tevbigere ku ev tevgera te, ji bo hemû mirovan bila bibe zagonek û tevgerîna li gor vê zagonê jî, bila bibe vatiniya/wezîfeya hemû mirovan.’ Di vê xalê de mirov dikare bibê je ku I. Kant, ji zagona exlaqê ya subjektîf/kirdewar dest pê kiriye û xwe gihandiye zagona exlaqê ya objektîf/neterefgir.

Spînoza jî, mirovan dixe bin fermana xwezayê. Lewra li gor bîr û baweriya wî hemû tişt, ji aliyê xwezayê ve hatine kifşkirin, ku xweza û xwedê di ramanên wî de heman tişt in. Herweha, mirov perçeyeke xwezayê ne û bextewarî jî, jiyaneka amizgerê xwezayê ye. Mirov divê bi temamî xwe wek perçeyeke xwezayê bibînin û wiha jî, jiyana xwe bidomînin.

Civaknas E. Durkheîm jî, mirovan di nav civakê de dihelîne û dibêje ku ‘hemû tiştan, civak destnîşan dike.’

Ziya Gokalp jî, di bin bandûra Durkheîm de maye û gotiye ku, ‘Ez û tu, tune nin. Bi tenê, em hene.’ Ji ber vê yekê jî, tevgerên me yên exlaqî ji aliyê civaka ku em têde dijîn ve têne destnîşankirin.

Li gor Exlaqa Bikêrhatinê/Kêrperestî/Sûdeperestî jî, berjewendiyên şexsan; pîvana başiyê ye. Tiştê ku ji bo şexsan kêrdar in (bikêr, kêrhatî, sûdmend in) baş û yên ku bikêr nayên jî, xirab in. Sûd/feyde, baş a tekan e. Ji aliyê J. Bentham û J. S. Mill ve hatiye parastin. Exlaq, li gor kêrdariya xwe bi qîmet e. Armanc, bextewarî û sûdmendkirina mirova ye.

Li gor nêrîna Exlaqa Xweperestiyê/Egoîzm/Xudkamî jî, çavkaniya tevgerên exlaqî, hezkirina ez/ego ye. Di exlaqa xweperest de, beyî ku li tu mirovan bifikirin; mirov li pey başiyên xwe (tiştên ku ji bo wan baş in) dibezin. Ev berbiçûn, bi bi navê Egoîzmê hatiye binavkirin û nûnerê vê berbiçûnê yê sereke jî, T. Hobbes e. Li gor bîr û baweriya T. Hobbes, mirov ji zayîna xwe ve xweperest e û ji bo xwe tiştê herî girîng, hesta xweparastinê ye. Di vê berbiçûnê de pîvana başî û xirabiyê, berjewendiyên mirovî bi xwe ne.

Li gor Exlaqa Anarşîst jî, mirovî ji xwezaya/hilika xwe ve baş e û xirabiyên ku di jiyana mirovan de dertêne pêşiya mirov, ji zordestiya sazîyên ol, exlaq, hîqûq û hwd. dertêne holê û çavkaniya xirabiyan jî ev sazî ne. Li gor bîr û baweriya Proudhon, ku yek ji damezranerên anarşîzmê ye; ‘Hemû sazîyên tehdekar û zordest, di serî de jî dewlet; divê ji holê werin rakirin.’ Herweha dîsa Proudhon dibêje ku: ‘Malhebûn, dizî ye.’ Anarşîzm wiha diparêze ku hiqûq û dewlet, azadiyên mirovan teng dikin û divê ku werin hilweşandin. Lewra anarşîzm ji bilî mirov, tiştekî din ê ku ji mirov rasertir e, qebûl nake.

Nûnerekî sereke yê Exlaqa Nihilîst/Exlaqa Hîçperet jî, Nietzsche ye. Nietzsche dibêje ku: ‘Armanca tevgerên me yên exlaqî gihêjtina/afirandina mirovên raser e.’ Nietzsche li hember hemû nirxên ku niha hene radibe û dixwaze ku ew ji nû ve werin sererastkirin. Li gor vê berbiçûnê aqil na, lê îrade girîng û raser e û li hemberî civakê, şexs girîng û raser têne dîtin. Herweha, hêzdarî baş û bêhêzî jî, xirab e.

Dîsa Nietzsche dibêje ku: ‘Di civakê de du kom mirov û du çînên ku ji aliyê van koman ve hatine pêkanîn, hene ku ew jî Çîna gel û Giregir/Yên elît in.

Nûnerê herî sereke yê Felsefeya Hebûnparêzîyê/Egzistansiyalîzm jî, Jean Paul Sartre ye. Li gor baweriya Jean Paul Sartre; tiştekî ku em bikaribin jêre bibêjin ‘xwezaya mirov e’ tune û mirov bi destê xwe û bi keda xwe, xwe diafirine û destnîşan dike. Kêzik û çûk, çawa bûne heyîn, ew wisa jî dijîn û nikarin vê yekê biguherînin. Lê mirov, li xwezayê hatine avêtin û hilika xwe, bi destê xwe (bi ked, bi zanyarî û hwd.) diafirînin. Ji ber vê yekê jî divê tevgerên wan neyên astengkirin/sînorkirin û divê mirov bi azadî tevbigerin. Ango Sartre dibêje: ‘Mirov, mehkûmê azadîyê ne.’

Di bin kîjan şert û mercê de bin bila bin, em azad in û jiyana xwe bi destê xwe diafirînin. Ji ber ku hemû kes cihê xwe (nirxên xwe, hêjahiya xwe) bi destê diafirînin; zagoneka exlaqê yeka ku em bibêjin ji bo hemû kesan derbasdar e, tune.

Li gor nêrîna Epîkuros û Arîstîppos jî, ku felsefeya wan jî bi navê Hedonîzmê/Exlaqa Xweşiyê yan jî bi navê Exlaqa Zewqê hatiye nasîn; reva ji êşê û qesidîna ber bi xweşîyê/zewqê ve û ji tirsê xwerizgarkirin, bextewarî ye. Li gor vê felsefeyê, tiştên ku li xweşê mirov diçin, ew baş in û tiştên ku êşê didin mirov jî, ew xirab in. Arîstîppos wiha bawer dike ku mirov, bi awayekî xwezayî li pey xweşiyê dibeze. Li gor vê felsefeyê, derheqê baş û xirab de ji bilî xweşiyê tu pîvaneke din tune.

Nîqaşa/pirsgirêka armancên tevgerên me yên exlaqî, wisa xwiya ye ku, hêjî berdewam e. Helbet mirov dikare bibêje ku nêrîna olên yekxwadayî jî, di vê xalê de cihêreng e. Exlaqa ku çavkaniya wan ol in, di felsefeyê de wekî Exlaqa Olî hatiye binavkirin. (2)

Ali Gurdilî

[email protected]

05.03.2014

Jêder…

1- http://www.felsefevan.org/felsefeya-exlaqe.html

2- Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî – Xebateke neçapbûyî    

Ger çavkaniya nivîsan neyê nîşandan, wergirtina wan qedexe ye…

dîtin: 232

Pêveker:

pirsgirêka armanca tevgerên me yên exlaqî