• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Pirtûka Zargotina Kurdên Serhedê derket

Pirtûka Zargotina Kurdên Serhedê derket


barkirin: Gelarêzan 8, 2013, 8:16


“Zargotina Kurdên Serhedê – Kilam û Destanên Epîk ên Dîrokî, Mêrxasî û Serhildanan“ ku ji aliyê Mehmet Gûltekinî ve hatiye berhev û amade kirin, di nav weşanên Avestayê de derket. Dema Kurdek tenê li hember çiyayekî disekine, ew bi hevdû ra bi Kurdî diaxivin û dijenin.

Rohat Alakom, di pêşgotina ku ji bo pirtûkê nivîsandiye de wiha dibêje: “Zargotina Kurdên Serhedê ji sedî zêdetir stranên dîrokî ên mêrxasiyê, mêraniyê û cengewariyê pêşkêşî xwendevanan dike. Piraniya wan cara yekem derbasî ser kaxiz dibin û tên weşandin. Her stranek li ser mijarekê ava bûye, şax vedaye û bûyerekê vedibêje, pêşkêş dike. Her yek ji wan xweyê dîrokekê ye yan jî dîrokekê, serpêhatiyekê raberî xwendevanan dike. Mehmet ji bo ku naveroka van berheman baş bê famkirin, destpêkeke dirêj jî wek lêkolîn amade kiriye û ligel van stranan weşandiye. Di vê beşê de tiştine gelek balkêş li ser huner û dîroka dengbêjiya kurdî cîh girtine. Wî bi jêrenot û nivîsnasiyên xwe gelek mijarên nezelal ronî kiriye, alîkarî daye xwendevanan. Ev stran, ev berhemên ku di vê pirtûka delal de cîh girtine ji bo pêşketina ziman, edebiyat û herwisa ji bo dîroka Kurdî wek çavkanî dikarin roleke gelek mezin bilîzin û hin pirsên çanda kurdî ronî bikin. Min bi xwe ev pirtûka nivîskar-lêkoler Mehmet Gûltekîn bi dildarî û bi hewaseke mezin xwend. Gelek tiştên nû ji naveroka vê pirtûka kêrdar fêr bûm. Hêvî dikim ku xwendevanên Kurd, dildarên zargotina Kurdî jî wê bi kêfxweşiyeke mezin vê pirtûka kurdî bixwînin, tam û lezetekê jê werbigrin.”

Mehmet Gûltekin li herêma Bazîd-Araratê hatiye dinyayê û heta qedandina lîseyê li wir xwendiye. Pişt re ji bo xwendina zanîngehê di sala 1979an de çûye Almanya. Di sala 1986an de beşa Fîlologiyê ya Zanîngeha J. Wofgang Goethe li bajarê Frankfurtê bi master qedandiye. Di Dadgeha Bilind a Eyaletan de karê wergerwaniyê dike. Ji sala 1984an pêde di hin kovarên kurdî de nivîsên wî derketin, du pirtûkên kurdî wergerandine zimanê almanî. Ji sala 2009an pê de di amadekariya rêzepirtûkên “Salnama Ehmedê Xanî” de kar dike ku heta niha 4 pirtûk hatin weşandin.

Kulturname

dîtin: 560

Pêveker:

pirtûka zargotina kurdên serhedê derket