• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Pirtukek û çîroka nivîsandina wê

Pirtukek û çîroka nivîsandina wê


nivîskar: Kakşar Oremar
barkirin: Gelawêj 9, 2014, 12:20


 5 sal derbas bûn, em îro li ser mezarê mamosta ARAM TÎGRAN bûn.
پنج سال از درگذشت هنرمند نامی‌ آرام تیگران گذشت, امروز همه همراه با خانوادهٔ محترمش سر مزارش بودیم. ۵ سال له‌ وه فاتی ماموستا آرام تیگران ده رباس بون.

aram3Dawî ya sala 2003an bû. Mamosta Aram weke her carê hatibû serlêdana me li Medya TV. Ew gelek cara dihat û çend roja li cem xebatkarên Tvyê dima. TV wek mala xwe ya du-duyê dihesiband. Me bi hev re li rûpelên kovara Huner dinêrî. Min hevpeyvîneke dûr û dirêj pê re çêkiribû. Wî her tim behsa wê hevpeyvînê dikir:” Hevpeyvîna ku te bi min re çêkiriye ya herî dirêje. Li ser jiyana min hema bêje çi nemaye ku nehatiye pirs kirin…”.

Vê gotinê hinek ez veciniqandim. Mamosta mirovekî mutewazî bû û qenaeta wê bi hindê hatibû ku di hevpeyvînekê de çend pirs jê bên pirsîn û xelas!. Min wê rojê jê re got:” mamosta divê ez li ser kar û jiyana te pirtûkekê amade bikim. Hevpeyvînek têrî keda te ya ji huner û zimanê Kurdî ra nake…” Bi vê gotinê re mamosta demekê li min nêrî, lê min proje jê re îzah kir û wî jî hemen di cih da daxwaza min pejirand û got:” Ev ji min re şerefeke …”.

Pirtûkên ku li ser biyografiya navdarên cihanê hatine nivîsandin, ketin bîra min. Min ji xwe pirsî: Gelo Fars, Ereb, Ingilîz û miletên din ji kesayetiyên xwe re çi kinine ku keda wan nehatiye ji bîrkirin?!”

Ev proja min ya ji bo pirtûka mamosta Aram dawiya sala 2003an dest pê kir. Yanî dema hê ew sax bû me dest bi karekî wiha kir. Dema min pêşniyara karekî wiha jê re kir, pir şabû û dixwest heya saxe kitaba li ser jiyana xwe jî bibîne. Di çendîn hevpeyvînên xwe yên TV, radyo, rojname û kovaran da jî bi hezeke ji dil û kena li ser lêvan, behsa vê projê dikir, lê heyf mirinê nehişt ku ew bigehe wê hesreta xwe jî.

“ Dengê azadiyê, sembola biratiyê ” pirtûk ku sala 2012an hate weşandin, kar û zehmeta çend salane. Bi nêrîna min ev bersiva herî biçûke ku min xwest wek Kurdekî pêşkêşî mamosta Tîgran bikim. Bi vê re hîvî ewe ku keda wî hinek hatibe teqdîr kirin. Çawa ku wî bi huner û kilamên xwe qedir û qîmet da zimanê Kurda û heya roja mirinê ji doza Kurd û Kurdistanê dûr neket. Ew aşiqê karê xwe bû û vê xalê kir ku ew heta mirinê li ser karê xwe berdewam be û westan jê re bêwate bû.


Dîtina wî xewnek bû!

Salên zarotî û nûciwaniya min bi çend dengan re derbas bûn. Birayê min(Mihemed) tim behsa ked û hunera çend hunermenda dikir: Aram Tîgran, Meryem Xan, Mihemed aram2Arifê Cizîrî, Kawî Axa, Şivan Perwer û yên din.

Baş nayê bîra min, lê bawerim carekê wî kovarek bi navê “Pêşeng” anîbû mala me ya li bajarê Tebrêzê. Di rûpelekê kovarê da wiha hatibû nivîsandin:” 50 saliya Aram Tîgran…”. Wî ew rûpel ji me re xwend û me jî bi hemû hewesa xwe guhdarî wî dikir. Ew rûpel dergehê yekê bû ku ez pê re çûme nava derya hunera mamosta Aram, lê ya rast hingî me nedizanî ku Aram Ermenî ye û me tenê dengê wî bi rêya radyoya Yêrîvanê dibihîst. Lê wê nivîsa kurt mamosta Aram baştir bi me endamên malbatê da nasandin. Dengê wî yê xweş û germ dikir ku mirov bi hûrbînî li stran û peyvên wî guhdar bike. Şirîniya zimanê me bi dengê wî yê xweş bêtir ji me re bihayê xwe dida diyarkirin.

Di mala me de îsrara bab, dê û birayê mezinê malê li ser parastina çand û zimanê Kurdî pir zêde bû. Ev îsrar û heza ji çanda Kurdî re rêyeke nû li ber piyên me zarokên malê jî vedikir. Çimkî hingî em ji Kurdistanê dûr bûn. Demsala zivistanê ne mumkin bû ku bavê min û birayê min yê mezin re radyoya Yêrîvanê guhdar nekin. Ew deng û awazên xweş û Kurdî li ser hisên me zarokên malê jî bi bandor bûn. Ez û zarokên din yên malê bi stiranên wî û bi dengê dengbêj û stiranbêjên radiyoya Yêrîvan mezin bûn. Dawûdê Xilo(Xelo), Karapêtê Xaço, Eyşe Şan, Reşîdê Baso, Mecîdê Silêman, Cemalê Usivê, Zadîna Şakir, Şeroyê Biro, Aram Dîkran û dehan stranbêj û hunermendên din yên radyoya Yêrîvanê ew kes bûn yên ku bi deng û awazên xwe çanda Kurdî li ber dilê me şirîntir kirin.

 

Sal derbas bûn û MED.TV jiyana Kurda derbasî qonaxeke din û nû kir. Kurda ji teknîka modern sûd standin û şoreşeke teknolojiyê li dijî dagirkerên welatê xwe dan dest pê kirin. Ev bi serê xwe ronesansek bû ku bi taybetî jî di du warên siyasî û civakî da jiyana Kurda guherî. Me reng û rûyê mamosta Aram Tîgran bi rêya MED TV dît. Êdî ew bixwe li ser jiyan û hunera xwe diaxivî.

Mizgîniya çêbûna MED TV jî hingî Aram bi stranekê da me:

aram4“ Mizgîn li we ez hatim / Ez Dicle û Firat im

Ez dengê Rojhilat im / Û roniya welat im

Ez Dêrsim û Serhed im / Deng û basê Amed im

Zar û jiyan û ked im / Telefizyona Med im „

 

Pişt re ez hatim Ewropa. Ez nû hatibûm welatê Elmaniya. Xerîbî û hesreta dûrketina ji Kurdistanê ji çav û rûyê min dibarî. Bi ya min êdî rojên germahî û mêvanperweriya Kurda li min ava bibûn. Dilteng û xemgîn bûm. Êvariya rojeke payîza sala 1997an kesek hate Akademiya Kurdî ku dîtina wî ji min re mîna xewnekê bû. Min bawer nedikir ku Aram Tîgran bixwe ye. Li hewşa Akademiyê sekinîbû û dema min jê re got:“ Êvarbaş mamosta Aram“, bi germî bersiva min da. Êdî wê êvariyê heya derengiya şevê em pir bi hev re axivîn. Min hemû bîranînên xwe û malbatê li ser çawa naskirin û hezkirina wî jê re gotin.

Mezintirîn xweziya min ew bû ku rojekê ji nêzve mamosta Aram bibînim û wê roja payîzê ew xewna min hate cih.

 

Mirovek û naskirina cihanekê

Carna mirovek bi tena serê xwe dibe kilîlek ji bo naskirina gel, welat û erdnigariyekê. Min Ermen û Ermenistan bi rêya mamosta Aram Dîkran naskirin. Min dîroka Ermenistanê bi naskirina Aram Tîgran re xwend. Min ji wan hez kir, çimkî Aram bi stiran û awazên xwe ev rê nîşanî me da.

 

Pirtûka li ser A. Tîgran.

Nivîsandina pirtûka li ser Aram:“ Dengê Azadiyê, Sembola biratiyê“ demeke dirêj ajot, lê heyf û mixabin min nekarî heya mamosta sax bû, wê bidawî bikim. Gelek cara telefona min dikir û dipirsî:“ Pirtûk di çi halî de ye? Kengî yê bi dawî bibe?“. Wî gelek cara jî bi keyfxweşî li cem dost û hevalên xwe behsa vê proja pirtûkê dikir.

aram5Mixabin wî nekarî pirtûka li ser jiyan û keda xwe ya salên dirêj bibîne, lê wî dizanî ku ev berhem yê rojekê ronahiyê bibîne.

Dema ew çû rehmetê ez çûm ser serê wî. Min rûyê wî yê sarbûyî maç kir û jê re wiha got:” Mamosta can ez hê li ser soza xwe me û dema pirtûka li ser jiyana te derkeve, hingî yê dunya baştir bi felsefa te ya mirovheziyê bihese….”

Belê mamosta Aram…. te wesiyeta bavê xwe yê emeknas bi cih anî û heya mirinê bi Kurda re mîna ewladekî şîrhelal may. Û vaye me jî xwest bo hemû zehmetiyên te pirtûkeke wiha pêşkêşî te bikin.

 

Çend têbînî

Di rûpelên pirtûkê da paşnavê mamosta carna wek „Dîkran“ û carna jî wek „Tîgran“ hatiye nivîsandin. Lê mamosta bixwe paşnavê „Dîkran“ durist dizanî ne Tîgran. Herwiha navê paytexta Ermenistanê bi du awayên“ Êrîvan û Yêrîvan“ jî hatiye nivîsîn ku her du jî duristin.

Di dawiyê da spas ji hemû kesên ku bi awayekî hevkariya min kirine. Bêguman nivîsandina noteyên stranên Aram Dîkran dewlemendiyeke mezin daye vê pirtûkê. Ez bi dil û can spasdarê hunermendê hêja Gursel Dayan im ku demeke dirêj ji dem û wextê xwe da nivîsandina notayên stranên mamosta Dîkran.

Spas ji hemû dost û hevalên ku ji bo karekî wiha him hevkariya min kirin û hem jî ez teşwîq kirim.

 

Pêşkêşî

aram-tigran

 

 

 

Ez vê pirtûkê pêşkêşî dayika xwe ya ezîz û bavê xwe yê dilovan û evîndarê doza Kurdistanê dikim ku evîn û heza ji çand û zimanê Kurdî re mîna gulekê tim di jiyana me da geşî û zindî hiştin. Ger ked û şîretên wan nebûna, bêguman rêyeke din dikete ber min.

 

Ezê gelek spasdarê wan xwendevanên hêja bim ku li ser naveroka pirtûkê bi rêya emailê rexne û pêşniyarên xwe ji min re bişînin.

dîtin: 709

Pêveker:

pirtukek û çîroka nivîsandina