• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Pişlûk ji bîra Amûdiyan naçe

Pişlûk ji bîra Amûdiyan naçe


barkirin: Gelarêzan 6, 2015, 10:25


Egîd Çolî- Rewanbêj

Bajarê Amûdê yek ji bajarên herî kevnar  li rojavayê Kurdistanê ye. Amûdê bi dîrok û kevinbûna xwe tê naskirin.

Dema mirov cara yekem serdana bajar dike, balkêştirîn tişt zêdebûna  xanî û avahiyên ku ji heriyê hatiye çêkirin e.

Rêjeya Malên ku ji kelpîç “Ax” hatin e avakirin li Amûdê ji her bajarê Rojavayê Kurdistanê zêdetir e.

Welatiyên Amûdê, yên ku malên wan ji “kelpîça”hatiye avakirin bi hatina demsala zivistanê, bi hemû lez û beza xwe û her sal “pişlûkê” ji xwe re çêdikin ji bo ku xaniyên xwe bi seyînin ango nû bikin.

Pişlûk ji Ax û kayê tê çêkirin, herwiha av û xwê jî lê zêde dikin.

Yek ji taybetmendiyên xaniyên Axê, di zivistanan de germ e û di havîn de jî sar in.

Derbarê mijarê de, ez daketim nav kolanên Amûdê û min bi çend kesên ku xaniyên wan ji ax in hevdîtin kir, welatiyê bi nave, Cum’a Ehmed got,  ’’xaniyên me ji dema ku me avakiriye ax e û em xaniyên ax ji yê çîmento baştir dibînin.

Min hosteyekî ku xaniyên ax çêdike li kolanê dît, dema ku min jê pirsa  li ser sedema zêdebûna avakirina xaniyên ax kir, wiha bersiv da, “Amûdê bajarekî  kevinare, herwiha welatiyên Amûdê jî bi kultur û çanda xwe ya resen girêdayî mane, di haman demê de xaniyên ax di zivistanê de germin, ji ber van sedeman Amûdî ji xaniyên Ax hez dikin.”

Bi hatina demsala zivistanê, li Amûdê dîmena ku herî berçav  “Pişlûkê”li pêşiya piraniya malên Amûdê ye.

dîtin: 511

Pêveker:

pişlûk ji bîra amûdiyan naçe