• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Pisporan ji bo Robotên Kujer DY Hişyar kir

Pisporan ji bo Robotên Kujer DY Hişyar kir


barkirin: Gelawêj 21, 2017, 7:11


Pisporên navdar ên cîhanê yên robotên hiş çêkirî ji Dewletên Yekbûyî (DY) re nameyek şandin. Di nameyê de hat xwestin ku ji bo robotên ku taybetmendiyê wan ê kuştinê heye, bikaranîn û hilberîna wan qedexe bikin.

Serokê şîrketa Teslayê Elon Muks jî di nav de ji 26 dewletan bi îmzeyên 116 pisporan ji DY'yê re name hat şandin. Ji DY'ê tê xwestin ku pêşxistin û çêkirina robotên hiş çêkirî yên hedefên xwe wekî otonom diyar dikin û dûre dikujin bên astengkirin.

Her wiha  hat diyarkirin ku heke çekên otonom (robotên kujer) bên pêşxistin dê şerên ku heta niha nehatine dîtin biqewimin. Ev çekên han mimkûn e bikeve destê terorîstan an jî mimkûn e bên hackkirin. Ji ber vê yekê divê dem zêde derbas nebe û divê demek berî demekê hilberîna wan bê xedexekirin.

Li gorî rojnameya Guardian a li Îngilistanê weşanê dike, Dewletên Yekbûyî (DY) demek beriya niha ji bo çekên otonom biryara civînê dabû. Lê tu encam jê derneket.

 

 

 

dîtin: 233

Pêveker:

robotên kujer robotên hiş çêkirî robotên otonom