• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Piştgiriya Suriyê neke petrolê bidin te

Piştgiriya Suriyê neke petrolê bidin te


barkirin: Gelawêj 27, 2013, 10:29


Rojnameya navdar Telegraph diyar kir ku Suudiyê ji bo Rusyayê pêşniyaz kiriye û gotiye piştgiriya Suriyê neke em jî kontrola petrola cîhanê bidin te.

Li gor nûçeya rojnameya Telegraph siltanê Suudî Bender Bin Sultan di gel serokkomarê Rusyayê Vladimir Putin hevdîtineke nehênî yê telefonî encam daye û pêşniyar kiriye ku heger ew dest ji piştgiriya Esed berdin dê mafê kontrolkirina bazara petrolê ya gerdûnî bidin Rusyayê.

Li gor nûçeyê siltanê Suudî gotiye: ‘Em dizanin ku Rusya bi xeta petrolê ya ji ‘İsraîlê hete Qibrisê û heta Deryaspî giştî pêwendîdare. Her weha gaza Rusyayê bo Ewropayê jî giringe. Me nevêt em hevrikiyê bikin. Werin em hevpeymaniyê bikin. Em mafê kontrolkirina bazara petrolê bidin we. Hûn jî piştgiriya xwe ya ji bo Esed bibrin.’

Rojname dibêje siltanê Suudî bi destûra Emerîkayê di gel serokomarê Rusî axiviye û ev pêşniyaz kiriye. Rojname diyar dike ku ji bo şerekê li dijî Suriyê serokwezîrê Brîtanî David Cameron jî bingeheke hiquqî amade dike.

Li gor rojnemeyê parlamenterên Brîtanî gumanan dikin ku Brîtanya di Rojhilata Navîn de bikeve nava şerek nû.

Rewanbej.com

dîtin: 149

Pêveker:

piştgiriya suriyê neke petrolê bidin te