• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Piştî 100 salan şîrketa nefta “Bakûr” bû ya Başûr!

Piştî 100 salan şîrketa nefta “Bakûr” bû ya Başûr!


barkirin: Pûşper 11, 2014, 11:40


Şîrketa petrolê ya iraqî ya bi navê “Bakûr” (Başûrê Kurdistanê) ku ev 100 sal bû nefta Başûrê Kurdistanê derdixist û navenda wê li bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê bû, bi temamî ket bin kontrola Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Wezareta Çavkaniyên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, hêzên parastina bîrên neftê yên girêdayî Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro danê sibê, bîrên neftê yên li deverên Bay Hesen û Mexmûrê xistin bin kontrola xwe.

Di daxuyaniyê de ku bi înglîzî hatiye belavkirin û ji aliyê Rûdawê ve bo kurdî hatiye wergerandin, hatiye gotin ku ji karmendên şîrketa petrolê ya Kerkûkê re jî hatiye ragihandin ku ji sibê (12ê vê mehê) ve dikevin bin serpereştiya Hikûmeta Kurdistanê û “yên ku ji vê biryarê razî nînin dikarin herin”.

Wezareta çavkaniyên sirûştî da zanîn, piştî ku wezareta petrola Iraqê ferman dabû hinek berpirsên şîrketa nefta Bakûr da ku nehêlin hêlên veguhestina neftê yên li deverên ku ketine bin kontrola hêzên Pêşmerge bi hêlên neftê yên Herêma Kurdistanê ve bên girêdan, wan jî ev biryar dan.

Li gorî wezareta çavkaniyên sirûştî, ji meha Adara îsal ve hinartina neftê ji wan bîran hatiye sekinandin lê dîsa rojane 110 hezar bermîl neft ji wan bîran dihat derxistin û gaza wê jê dihat cihêkirin da ku pêdiviyên navxwe bên dabînkirin.

Di daxuyaniyê de hatiye ziman ku wezareta çavkaniyên sirûştî amade ye bi Bexdayê re hevkariyê bike lê bi mercê ku li gorî destûrê be.

rudaw

dîtin: 328

Pêveker:

piştî 100 salan şîrketa nefta “bakûr” ya başûr!