• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
PKK; Êdî bi çûyîna Îmraliyê ve ev mijar çareser nabe

PKK; Êdî bi çûyîna Îmraliyê ve ev mijar çareser nabe


barkirin: Hêzîran 9, 2014, 1:41


Piştî kuştinên Lîcê yên li ser Kurdan PKK daxuyaniyên xwe didomîne. Îro daxuyaniyeka dîtir ya nivîskî ji aliyê PKK ve hate belavkirin. Di daxuyaniyê de li gorî demên bihûrî peyamên hişktir balê dikşînin. PKK di daxuyaniya xwe de diyar dike ku hikumeta AKP dîsan leyistikan dilîze û dixwaze ku hêza dewletê bi rêk û navê aşîtiyê mezintir bike û bo vê yekê jî rêka Imraliyê bikar tîne. Li gorî peyama PKK xuyan dike ku PKK wisan dihizire şiyandina şandeya HDP ji bo Imraliyê wekî Hawareka Hikumetê ye. PKK di daxuyaniya xwe de aşkere bangê li hikumetê dike ku ewqas Ocalan hêza çareseriyê dibînin wê demê azadiya wî bidinê de û derfetê siyasetê jêre vekin.

Tevayiya daxuyaniya PKK ya ku di ANF de hatî belavkirin wehaye;

Em şehîdên xwe Ramazan Baran û Haci Bakî Akdemîr bi rêz bibîrtînin û malbat, gelê xwe yê welatparêz û hemû hêzên demokratîk re serxaziyê dixwazin û êşa wan pave dikin. em soza xwe ya bilindkirina têkoşîna şehîdên xwe careke din dubare dikin.

Têkoşîna gelê meya azadî û demokrasiyê ji bahara 2014’an û heta niha li dijî çêkirina bendav, qerekol bi biryareke mezin didome. Ev têkoşîn li Licê, Meskan û Şaxê belav bûne. Berxwedanên mijar agotinê ne li djiî xîle û neçareseriyê ya AKP’ê pêş dikeve. Di vê esasê de em berxwedan û cesareta gelê Licê, meskan û Şaxê slav dikin û diyar dikin ku gelê kurd û hêzên demokratîk dê teqez bigihêjin serkeftinê.

Hikûmeta AKP’ê li her çar aliyê Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê li hemberî gelê me terorê dimeşîne û li komkujiyên kurd yên nû zêde dike. vê rewşê ruyê AKP’ê baş daye xuyakirin û sextekariya gotinên pêvajoya çareseriyê derxistye holê. Ligel hemû  niyeta baş ya serokatiya me û tevgera me, hikûmeta AKP’ê wek li Licê pêk anî komkujiyê ferz dike û derdixe holê ku planên Erdogan yê B û C çine. Di vê rewşê de ji bilî têkoşîn û berxwedanê tu rê nameye.

DIVÊ  BIGUHERE HAVÎNA SERKEFTINÊ

Li djî komkujiya ku li Licê pêk aniye, gelê me bertekên tun nîşan daye û em vê bi wate dibînin. Di vê esasê de em berxwedanên her çar aliyên Kurdistanê pîroz dikin. helwest ku jin, ciwan û dayikên kurd daniye holê  wijdana mirovên azad ava dike.em bang li hemû gelê xwe û hêzên demokrasiyê dikin ku xwedî li şehîdên Licê derkeve û di bin ala wan de havîna 2014’jan biguherin havîna serkeftinê.

Em dibînin ku berxwedana gelê me hîmê faşîzma AKP’ê lerzandiye. Ji ber berê hemû kesî li Îmraliyê ye û pêşniya heyeta HDP’ê hatiye vekirin ku biçin Îmraliyê û li bende çareseriyê ne.  bê guman ev girînge. Rêberê gelê kurd çareseriyê de rola sereke dilîze. Lê ger ku rastî ev be û her kes bi vê bawer dike wê demê bila şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bên başkirin. Ger ev pêk neyê, çareserî bi çûyîna heyeta HDP’ê çareser nabe.

YÊ KOMKUJÎ KIRIYE NE OCALAN E KU BISEKINÎNE!

Bêguman çûyîna heyeta HDP’ê piştî komkujiya Liceyê bo Îmraliyê girîng e û watedar e; lê belê berevajî hewldanên çapemeniya alîgir, cihe pêşîgirtina li komkujiyên mîna ya li liceyê ne Îmrali û Rêber Abdullah Ocalan e. Divê rastî neyê berevajîkirin, divê ti kes mirovan nexin nava bendewariyên pêk neyên yên ji Îmraliyê. Yê ku komkujiya Liceyê kiriye ne Rêber Abdullah Ocalan û ne gelê Kurd e, ku komkujiyên mîna wê rawestînin. Hêza komkujî kiriye, yanî Hikûmeta AKP û yekîneyên wê yên taybet ên kontra li holê ne.

YÊ KOMKUJÎ KIRIYE HIKÛMETA AKP’Ê YE

Yê ku pirsgirêka Kurd çareser nake, Tirkiyeyê demokratîk nake, li ser ciwan û jinên Kurd terora faşîst dimeşîne û komkujiya Liceyê kiriye Hikûmeta AKP’ê ye. Yê xwedî pirsgirêk û neçareserî AKP ye, lewma yên dixwazin komkujî werin rawestandin, aştî were, pirsgirêk bi rêbazên demokratîk çareser bibe, divê li deriyê AKP’ê bidin, ji AKP’ê bixwazin terora polîsan, komkujiyan rawestîne, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê projeyên rastî deyne holê, gavan biavêje û heta pêkhatina van daxwazan têbikoşin.

DIVÊ RASTÎ NEYÊN BEREVAJÎKIRIN

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan projeya çareseriya demokratîk û aştiyane, nexşeya rê daniye holê û bi salane bi taybetî jî ev saleke bi sebra Eyup pêxember li bendê ye û bi kedeke ku mîna bi derziyê bîrê bikole, dixebite. Tevgera me ya azadiyê û gelê me bi Rêber Apo re di nava hevgirtinê de ne. Di vir de pirsgirêk di AKP’ê de ye, yê ku destê aştiyê li hewayê dihêle û pirsgirêkan çareser nake AKP ye. Lewma divê rastî neyên berevevajîkirin. Yên aştî û çareseriyê dixwazin, divê ji AKP û yên mîna wê di şer û komkujiyê de israr dike, neqerin. Yên naxwazin zarok û ciwan derkevin serê çiyê, divê rewşeke azad ku tê de karibin nasname û çanda xwe bijîn, biafirînin. Heta ku ev neyê kirin, her gotina bê gotin ji bilî dijminatiyê, her diloqa hêstrê çavan ji rondikên tîmseh wêdetir ne tişteke.

Li ser vê bingehê em şehîdên pêşenga berxwedana serketinê ya gelê me Ramazan Baran û Haci Bakî Akdemîr bi rêzdarî bibîr tînin û bang li tevahiya gelê xwe dikin ku li her qadê xwedî li bîranîna şehîdan derkeve û ji bo avakirina jiyana azad û rizgariya demokratîk, têkoşînê bilind bike!”

dîtin: 407

Pêveker:

pkk Êdî bi çûyîna Îmraliyê ve ev mijar çareser nabe