• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
PKK; Heya me ji teqandina boriya petrolê nîne

PKK; Heya me ji teqandina boriya petrolê nîne


barkirin: Gelawêj 2, 2015, 6:16


Di derbarê teqandina xeta boriya petrolê ya navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de HPG daxuyaniyek da. Navenda weşan û ragihandinê ya HPG di daxuyaniya xwe de diyar kir ku êrîşa dijî xeta boriya petrolê ya Herêma Kurdistanê ne ji aliyê HPG ve hatiye kirin.

Daxuyaniya HPG ya ku bi rêka ANF hatî belavkirin wehaye;

“Li dijî tevgera êrîşa topyekûn a artêşa T.C a dagirker li hemberî qadên me yên gerîla dimeşîne, roja 29’ê Tîrmehê li navçeya Şirnex Silopiyayê, yekîneyên herêmî bi însiyatîfa xwe çalakiyeke sabotajê pêk anîne. Ev çalakiya li hemberî lûleya petrolê, bi biryara hêzên me yên gerîla nehatiye kirin.

Weke Hêzên Parastinê yên Gel, ti helwesteke me li hemberî berjewendiyên Başûrê Kurdistanê nîne. Pêwîste helwest û nêzîkatiya me ya hesas, hestyar û bi berpirsyarî ya di vê mijarê de were zanîn. Daxuyaniyên ji aliyê rayedarên Başûrî ve hatin kirin, hem ne rast in hem jî tehrîk dikin.

Yekîneya ev çalakî pêk aniye, bêyî ku zanibe xeta lûleyê ya kê ye çalakî lidar xistiye. Bi awayekî cuda nirxandina vê yekê û berevajîkirina rastiyê, wê bi kêrî kesî neyê.”

 

Di rojên bihurî de xeta petrolê ya herêma Kurdistanê ji hêla hêzên PKK ve hatibû teqandin. Li himber vê yekê him ji aliyê PDK him jî ji aliyê YNK ve êrîş hatibû şermezarkirin û hatibû diyarkirin ku ev petrol çavkaniya avadanî û aboriya herêma Kurdistanê û gelê Kurde.

 

dîtin: 170

Pêveker:

pkk heya me ji teqandina boriya petrolê nîne