• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
PKK rojeva Parlamentoya Almanyayê ye

PKK rojeva Parlamentoya Almanyayê ye


barkirin: Rêbendan 27, 2015, 7:32


Li ser daxwaza Partiya Çep a Almanyayê (Die Linke) bo cara yekê pirsa derxistina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji lîsta terorê û rahiştina qedexekirinê ji ser wê partiyê li welatê Amanyayê, derbasî nava Parlamentoya Almanyayê û bûye rojeva civînan. Partiya Çep vê yekê bi rojeke dîrokî bi nav dike.

Li ser pêşniyara Partiya Çep, pirsa rakirina qedexeya ku ji sala 1993yan ve li ser PKKê heye, li Parlamentoya Almanyayê hat gotûbêjkirin.

Parlamentera Partiya Çep û Berdevka wê partiyê Ulla Jelpke got: “Îro rojeke dîrokî ye, ku me ev daxwazî li parlamentoyê gotûbêj kir. Eger em nêzîkî pêvajoya aştî û çareseriyê ya Tirkiyeyê bibin û eger em siyaseta welatê xwe bugherin, divê em di demeke nêzîk de qedexeya li ser PKKê bidin alî û wê partiyê ji lîsta terorê derxînin.”

Ulla Jelpke wiha domand: “Ji ber ku ew qedexekirin boye sedema şikenandina kurdan li Almanya û rê li pêşiya azadiyê girtitiye, lewma pêwîst e di demeke nêzîk de ew qedexe were rakirin.”

Di parlamentoyê de, hin parlamenterên Partiya Kesik jî dixwazin PKKê ji lîsteya terorê ya Almanyayê bê derxistin.

Lê Partiya Demokrastî ya Xritsiyan vê pêşniyarê red dike. Parlamenterê wê partiyê Marien Wendet wiha dibêje: “PKKê hîna li Almanya neketiyr ser rêya qanûna welatê me. Heta niha 4 û 500 dozên ku PKKê bi karên tundiyê tometbar dikin, li dadgehên Almanyayê hatine vekirin.”

Marien Wendet wiha domand: “PKK guvaş li xelkê kiriye da ku peran ji wan bistîne, madeyên hişber firoştine, bang bo karên tundiyê kiriye, destê xwe daniye ser balafirgehan û çend karên din ên tundûtîjiyê li ser wê hatin tomarkirin. PKK partiyeke demokratîk nîne û ji bo asayîşa Almanyayê metirsî ye.”

Di encama gelek sedeman de dewleta Almanyayê partiya Karkerên Kurdistanê PKKê û rêxistinên pêve girêdayî di sala 1993an de weke rêxistineke terorîst bi nav kir û ew xist nav lîsta welatê xwe ya rêxistinên terorîst.

Li aliyekî Almaniya û Tirkiyeyê endamên hevpeymaniya Natoyê ne û PKK li dijî Tirkiyeyê şerê çekdarî dimeşîne herwiha danûstandinên bazirganî ya bilind di navber herdu dewletan de hene.

Ji aliyekî din hejmara mezin ji alîgirên PKKê li Almaniya ne û çalakiyên ku di sala 1993an de ku endamên rêxistinên PKKê li Almaniya li dijî Tirkiyeyê meşandine ku ew li gor qanûna Almanyayê weke karên terorê dihatin binavkirin, hişt ku Almaniya PKKê têxe nav lîsta terorê.

Bi nêrîna rêberê PKKê Abdula Ocalan, sedema xistina PKKê di nav lîsta terorê de ew e ku berjewendiyên Almanya û dewletên rojava bi Tirkiyeyê re hene û ew dijayetiya çareserkirina pirsgirêka kurd dikin.

Piştî ku pêvajoya aşitî û çareseriyê li Newroza 2013an dest pê kir û agirbesta demkî ji aliyê PKKê ve hat ragihandin, û bi taybetî jî piştî şerê PKKê û hêzên pêve girêdayî wek HPGê-YPGê li dijî rêxistina DAIŞê li Rojava û Başûrê Kurdistanê, derxistina PKKê ji lîsta terorê ket rojeva partiyên çep û saziyên sivîl û ragihandina Almanyayê.

dîtin: 381

Pêveker:

pkk rojeva parlamentoya almanyayê ye