• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Podolski Silav da komkujiyên leşkerê Tirk

Podolski Silav da komkujiyên leşkerê Tirk


barkirin: Êlûn 11, 2015, 7:51


Lîstkvanê gokê yê Elman bi tuxmê xwe Polon, Lukas Podolski di pişka xwe ya twittere de Silava leşkerî di bin ala Tirkiyê de da leşkerên Tirk û bi tirkîqeha nivîsî “Dilê min bi were ye, ew leşkerê pîoz ku ji bo ala xwe ketin erdê. Serê gelê Tirk sax be.”

Bi vê twittera xwe Podolski li gel pesindayinên nijadperestên tirk rastîbi hezaran peyamên neyênî jî hat.

Bi sedan hezkiriyên wî nerazîbûna xwe pêşan dan.

Rojnameya Elmana ya navdar “Bild” jî  îro twittera podolskî xiste mijara nûçeyê.

Podolskî piştî helwestên neyênî weha got; “Bibûrin min nexwest bikim çalekiyeka siyasî, tenê min xwest rêz bigrim û sersaxî bixwazim. Ew text ji aliyê Komelê ve dane min. Vayê min guhert.”

Piştî wêya nivîst guhert lê ev bar kir; “Hemî leşkerên jiyana xwe jidest dayî, dilê min bi were. Serê gelê tirk sax be.”

Podolskî di tîma tirka ya Galatasaray de dilîzê.

Twittera Podolski

dîtin: 213

Pêveker:

podolski silav da komkujiyên leşkerê tirk