• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Probiyotîk Rê Li Ber Antîbiyotîkê Digire

Probiyotîk Rê Li Ber Antîbiyotîkê Digire


nivîskar: Metîn Eser
barkirin: Sermawêz 23, 2017, 10:45


Probiyotîk dikare rê li ber girtina antîbiyotîkê bigire. Vésale Pharma ji bo nexweşiyên urolojiyê vedîtina dermanekê pêk anî ku dermanê nû ji probiyotîkê pêk dihêt û bi qasî antîbiyotîkê jî bibandor e.

Laşê me bi bakteriyên baş û xerab dagirtiye. Xebatkarên Vésale Pharma bakteriyeke baş îzole kirine, bi ultrasonê bakteriya baş ji hev veqetandine - parçe parçe kirine da ku mîkrop xurttir bibin, û dû re jî li madeyekê zêdekirine û wê probiyotîkê di şûna antîbiyotîkê de li hember enfeksiyonên mîz kêşî û genital bikar anîne ku ji antîbiyotîkê encamên xurttir û baştir diyar kiriye. Li darê dinê cara pêşin e ku dermaneke wiha dihêt çêkirin û Vésale Pharmayê patenta wê wergirtiye.

Dermanê nû ya bi navê probioticum Lactobacilus Crispatus dikare li hember enfeksiyona Garndzrella ku enfeksiyoneke vajînal e û îltihaba mîzdankê têbikoşe û biserkeve. Teknîka nû ku bi wê teknîkê bakteriyên çê dihêne parçekirin û dû re li laşê mirov dihêt zêdekirin da ku çalakiyên taybet pêk bihînin, dikare li hember enfiksiyonên jî bibandor be û bihête bikar anîn.

Rêvebirê beşa bijîjkê ya Vésale Pharmayê Johan Quintens wiha dibêje; “Bi qasî ez dizanim li darê dinê ji me bêhtir şîrketeke din jî heye ku bi vê teknîkê dixebite, lê ew bi bakteriyên bi navê “strepkokok” dihêne nasîn dixebitin û dixwazin bi bakteriyên strepkokê enfeksiyon û îltihabên gewri/qirikê derman bikin.”

Xebatkarên Vésale Pharmayê bi xebatên xwe bandora dermanê nû peyitandine lê pêdivî bi berdewamkirina xebatê heye da ku bizanibin dermanê nû çiqas bibandor e û bandorê li lebatên din dike an na? Eger bandorê li lebatên din jî bike, rengê bandorê baş e an xerab e? Ji ber vê jî dixwazin bi xebateke klînîkî bersiva pirsên xwe vebînin û bi antîbiyotîkê jî muqayese bikin.

Quintens: “A niha bala me zêde li ser mîkrobê ye ku rê li ber enfeksiyonên mîzdankê û vajînal vedike. Em ê gav bi gav li ser çalakî û bandora probiyotîkê hûr bibin û agahiyên xwe berhev bikin. Gumana min jê nîne ku em ê bikaribin enfeksiyonên din jî derman bikin.”

Çavkanî: De Morgen

dîtin: 275

Pêveker:

zanist probiyotîk antîbiyotîk xebat mîzdank mîzkêş vajînal lêkolîn

Babetên nêzîk