• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Profesor Emîr Hesenpûr koça dawî kir

Profesor Emîr Hesenpûr koça dawî kir


barkirin: Hêzîran 25, 2017, 11:48


Prof. Emîr Hesenpûr wefat kir

Zimannas û mamosteyê zanîngehê Emîr Hesenpûr îro 24.06.2017'ê li bajarê Torento ya welatê kanadayê di temenê 74 saliyê de wefat kir.  

Navbirî di sala 1943'ê de li bajarê Mehabad a Rojhilatê Kurditanê ji dayik bûye. Di sala 1964'ê de li Tehranê bekaloryosa zimanê Ingilîzî qedand û di sala 1972'ê de doktoraya xwe di heman beşê de bidest xist.
Di sala 1989' ê de doktorayeke din liser zimannasiya civakî û dîroka Rojhilata Navîn bidest xist û têza xwe derbarê çawantiya çêkirina zimanê standardê Kurdî ji sala 1918-1985 nivîsî. 
Hesenpûr ji sala 1986'ê û pêde li welatê Kanada dijiya û li zanîngehên Windsor, Konkordia û Torentoyê mamostetî dikir û li rex vê jî li Torentoyê mamosteyê hevkarê kolêja Şaristaniyên Rojhilata Navîn bû. 
Hesenpûr bi dehan babet, pirtûk û lêkolînên zanistî liser ziman û nasiyonalîzma Kurdî, Medya gotûbêj û demokrasî û awayên rexnegirtina ji nasiyonalîzma netewan, komkujî û bizavên civakî bi zimanên Ingilîzî û Farsî nivîsîne. 
Pirtûka navbirî ya bi navê " Nasiyonalîzma Kurdî û ziman" ku teza doktoraya wî ye jî ji aliyê weşanxaneya Avestayê bi zimanê Tirkî hatibû çap kirin.

Dêrsim Oremar

​Behtir zanyarî di derbarê rewşenbîrê Kurd Emir Hesenpûr de. http://hertist.com/1641/amir-hassanpour-ki-ye

Hevpeyvîna Zanyar Umranî li gel Emir Hesenpûr bi zimanê Farisî 

 

​​​​​​

 

dîtin: 317

Pêveker:

emîr hesenpûr hasanpour