• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Profesorê “Tirk” got; Nijadek bi navê Tirk nîne

Profesorê “Tirk” got; Nijadek bi navê Tirk nîne


barkirin: Sermawêz 1, 2013, 1:40


Endamê Dezgeha Rêvebiriya biryardana Navendî ya AKP û di heman demê de Profesor û Doktor Yasîn Aktay li Bêrûdê di panelekê de diyar kir ku nijadekî bi navê Tirk nîne.
Di encama vê derbirînê de şagirtên ku beşdarî panelê bûyî hindek ji holê derketin.
Li Bêrûdê ji aliyê Koma Akademiya Hizir ya Zankoya Bêrûdê ve Konferansek hate li darxistin. Mijara Konferansê “Di dorpêça Rojhilata navîn ya nû de Misir û Surî” mijara konferansê bû. Prof.Dr. Yasîn Aktay yê Tirk jî wekî bêjer beşdarî vê Konferansê bû. Di konferansê de pirsa “Gelo nijada neteweka ku dixwaze bibe Komara Civakî û piraniya vê dewletê ji vê nijadê çêdibê bête binpêkirin eve li gorî we raste an na?”

Li himber vê pirsê Prof.Dr. Aktay weha bersiv da; Eger ku hun li vî welatî tenê li ser tirkîtiyê biçin dê mesref û çuyîna vê pir zêde be. Hun dê Tirkî bênin ber parçebûnê.  Hun nikarin mirovên dîtir yên vî welatî dilaram bikin. Hun dê mirovên dîtir dijî xwe derxînin. Ji ber vê yekê jî divê ku dazanîneka nû ya nijadî li ser girêdana Hemwelatiyê bête kirin. Hun dibêjin gel? Ha ji tere gel! Di encam de têgeha gel tiştekî wisane ku ji aliyê siyasetvana ve naveroka wê hatiye tijîkirin. Ji tere gotine “tu tirkî. Çiye ev, Tirkîtî? Dibêjin tu ji Asyaya Navîn hatiyî. Tu lê dinerê bapîrên çen kesan ji me ji Asyaya Navîn hatiye? Ka bi pirse rastî. Heye tiştekî wisan? Ew gel ji xwe hêdî hêdî Nijadzanî(Etnografya) ya wê jî êdî dibe gotûbêj. Di rastî de, mînak, Tirk çiye? Gelik dazanînên taybet yên Ismet Ozel hene. Ew tiştê tu dibêjê Tirk ji xwe encampeyveke. Nijadekî bi navê Tirk nîne”

Di encama vê dazanînê de xwendevanek dijî vî hizrî derket û got ku ew van gotinan na pejirîne. Tirk hene û bi qasî cîhanê imparatorî ava kirine.
Aktay weha berdewam kir. ” Gelo Macar Tirkin?. Ez evqasî bêjim, Eger hun li 3-4-5-6 nifşên berê vekolin hun dê xwe ji rewşa neha ya ku hun xwe têde dibînin gelek cudatir bibînin.”

 

rewanbej.com

VIDEOYA VÊ DAZANÎNÊ

dîtin: 558

Pêveker:

profesorê