• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Putin: Ne dûr e em li ser biryareke Encûmena Ewlekariyê li dijî Sûriyeyê erê bikin

Putin: Ne dûr e em li ser biryareke Encûmena Ewlekariyê li dijî Sûriyeyê erê bikin


barkirin: Êlûn 4, 2013, 11:21


Serokê RûsyaVladimir Putin ragihand :“ew dûr nabîne welatê wî li ser biryareke Encûmena Neteweyî derbarê destêwerdana leşkerî de li dijî Sûriyey-ê erê bike“.

Poutin, ku yekem care behsa erêkirina Rûsyayê li ser destêwerdana leşkerî dike, ev yek bi piştrastkirina bikaranîna çekên kîmyayî ji aliyê rejîma sûriyeyê ve girêda.

Poutin hişyarî li hember her êrîşeke leşkerî ji aliyê Amerîka bi tinê da û got dê encamên xirab ji tevgereke wiha derkevin.

Poutin diyar kir ku têkbirina civîna di navbera wî û Serok Obama de cihê mixabiniyê ye, lê hêvî kir ku danûstandinên ciddî li ser pirsa Sûriyeyê di lûtkeya G20 de werin kirin.

Biryar e ku siba lûtkeya G20 li Rûsyayê dest bi karên xwe bike û du rojan bidomîne.

rewanbej.com

dîtin: 377

Pêveker:

putin ne dûr e em li ser biryareke encûmena ewlekariyê li dijî sûriyeyê erê bikin