• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
PYD’ê bersiva Erdogan da

PYD’ê bersiva Erdogan da


barkirin: Êlûn 25, 2015, 8:40


Endamê Desteya Rêveber a PYD’ê, Ebdulselam Mistefa diyar kir ku hemû dinya dizane ku Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan piştgiriya çeteyên wekî El-Nusra û DAIŞ’ê dike, lewre jî hewce nake bersiva gotinên wî yên dawî bê dayîn.

Serokkomarê Tirkiyayê Recep Tayyip Erdogan piştî nimêja cejnê li Stenbolê ji rojnemavanan re gotibû, ’’PYD û YPG’ê rêxistinên terorîst in. Di vî şerî de ne Amerîka, em bedelan didin’’.

Erdogan di axiftina xwe de dîsa mijara ’’herêma ewle’’ anî rojevê û got, li Tirkiyê biqasî 2 milyonan welatiyên sûriyayî hene û divê ev hejmar li vê herêma ewle bên bicihkirin.

Erdogan derbarê daxuyaniya Amerîkayê ku dibêje: ’’YPG ne rêxistineke terorîst e’’ got: ’’Li gorî me terorîstin û lazime rayedarên Amerîkî vê gotina xwe cardin binirxînin’’.

Ebdulselam Mistefa ku ji ajansa ANHA yê re axivî, nerazîbûn nîşanî gotinên Erdogan da û got: “Pîvanên Erdogan yên derbarê terorê de cuda ne. El-Nusra û DAIŞ’ê weke ’’terorîst’’ nabîne, lê PYD’ê dibîne. Dinya alem dizane ku PYD partiyeke siyasî li Rojavayê Kurdistanê ye û xebatên xwe didomîne.”

Mistefa di berdewamiyê de got, Hemû cîhanê dît YPG’ê bi hezaran gelê me yê Êzidî ji êrîşên hovane yên çeteyan rizgar kirin. Riya Şengalê vekir. Li Rojava jî hemû pêkhate cihê xwe di nava YPG’ê de digirin û têkoşîna azadiyê dimeşînin. Heke Erdogan wisa dibîne, ew pîvanên wî ne. Dinya hemû dizane ku Erdogan piştgiriya El-Nusra û DAIŞ’ê dike”.

dîtin: 493

Pêveker:

pyd’ê bersiva erdogan da