• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Qazî Mihemed : Lîderê gel, evîndarê doza Kurdistanê

Qazî Mihemed : Lîderê gel, evîndarê doza Kurdistanê


nivîskar: Kakşar Oremar
barkirin: Adar 28, 2014, 11:02


SIBEHA WÊ ROJÊ DEMA XELK JI XEWÊ SHIYAR BÛN; DÎTIN KU LI QADA CHARCHIRA Û PAYTEXTA KOMARA KURDISTANÊ REJÎMA GENÎ A SELTENETÎ SÊDARA ÎDAMÊ JI LÎDERÊN HERÎ KARÎZMATÎUK ÊN KURD RE XISTIYE GERÊ.

EV DUSYA A TAYBETÎ LI SER SALROJA SHEHADETA PÊSHEWA QAZÎ MIHEMED; EBULQASIM SEDRÊ QAZÎ Û MIHEMED HUSÊNXANÊ SEYFÊ QAZÎ HATIYE AMADE KIRIN.

Qazî Mihemed: Lîderê gel, evîndarê doza Kurdistanê

QAZÎ MIHEMED: LÎDERÊ GEL; EVÎNDARÊ DOZA KURDISTANÊ

 

Mirov bi ked û kar, bi fîdakarî û xebateke nû navê xwe di rûpelên dîrokê de zindî dihêlin. Gelek kes hene ku dibêjin lê napêjin, lê yên ku dibêjin û di xweşî û nexweşiyan de soza xwe ji bîr nakin, ew mirovên bi wijdan, xwedî cesaret û sifetên exlaqî ên bilind in. Kesên wiha ne ku serkêşiya gel dikin û qedereke tije bextewerî dikene para wan a paşerojê.

Qazî Mihemed(1900-1947) yek ji wan lîderên Kurde ku di dîrokê de bi bihîstina navê wî re peyvên weke:” azadîxwaz, fîdakar, zana, netirs, cesur, rewşenbîr û xwedî rêz û peymanên xwe…” tên bihîstin. Pêngava ku Qazî di dîrok û xebata siyasî li Kurdistanê hilanî destpêka pêvajoyeke nû bû. Di civaka girtî û paşdemayî a salên 1940an li Îranê wî karî bi rêbaz û şêweyên nû di karê siyasî de perspektîfên nû pêşkêş bike. Îmana wî bi diyalogê û dûriya ji şerê fîzîkî pir zêde bû. Di wê serdemê de tevî ku qedera siyasetê bi hêza leşkerî ve girêdayî bû, lê Qazî digot:” mirov dikarin bi axaftin û nêrîneke vekirî pirsgirêkên xwe çareser bikin.”

Ew mirovekî rûrast û bi awayekî objektîv li pirsgirêkên seredma xwe dinêrî. Ji ber wê jî di nava çînên reweşenbîr û siyasetmedarên Îranî da heta roja îro jî navê Qazî Mihemed bi başî û hurmetek mezin tê bihîstin. Di nava Kurdan de jî ew wek kesekî derdnas û bavê feqîr û hejaran hatiye naskirin.

21ê Gulana sala 1930 bi awayekî namerdane û di dema hevdîtnên siyasî de serokê Kurd nemir Simkoyê Şikak ji hêla rayedarên deweleta Riza Pehlewî ve hate teror kirin. Bajarê Şinoyê wê rojê şahidî ji tirajêdiyeke dîrokî re kir ku heya roja îro ji bîra xelkê neçûye. Vê bêbextiyê his û wijdana Mehabad û Urmiyê hejand. Li dijî vê cinayetê Rewandiz û Silêmanî jî rabîn ser piyan. Qazî Mihemed hingî ciwanekî 30 salî bû. Di hemen sale de serhildana Agirî rastî şikestê hat û general Ihsan Nurîpaşa wek penaber xwe radestî rayedarên dewleta Îranê kir. Qazî bi hûrbînîyên ku li ser rewşa siyasî a wê demê hebû, zû pêhesiya ku Riza Pehlewî dixwaze bi hevkariya Kemal Mistefa re bizava azadîxwazî a Kurd bi yek carî tune bike. Wî baş dizanî ka li cihan û derdora wî çi rûdaw diqewimin. Analîzên wî balkêş û rewşenbîr û siyasetmedar li dora wî dicivandin. Ji ber wê jî bi ketina nava komeley Jiyanewey Kurd (J.K) di rêbaza siyasî ya wê hereketê de dest bi reformên berfireh kir. Ew bêtir ji axaftinê bi kiryarên xwe di nava xelkê de bû. Ji ber wê jî xelkê feqîr û hejar beriya wê paşnavê” Pêşewa” dabûnê. Piştre J.Kê cihê xwe da KDPê û roja 22. 01. 1946an komara Kurdistan hate ragehandin. Wê rojê dîsa Qazî bi dengekî bilind wiha qêriyabû:

’ Ez bi Xwedê, bi kelama ezim(mezin)a Xwedê, bi niştiman, bi şerafeta netewa Kurd, bi ala muqedesa Kurdistanê sond dixûm ku heya nefesa canê xwe ya dawiyê û rijandina dilopa xwina xwe ya heri dawiyê, bi can û mal di riya ragirtina serxwebûn û bilindkirina ala Kurdistanê bixebitim û nisbet bi komara Kurdistan û yekitiya gelê Kurd û Azerbayicanê, muti’i û wefadar biminim.’’

 

Têkçûna Komara Kurdistan

Temenê komarê kurt û sinorên wê jî tenê pareke biçûk a axa rojhilatê Kurdistanê girtibîn nava xwe, lê sinorên wê yê meinewî berfireh bûn. Kurdên hemû Kurdistanê li Mehabadê bûn û he kesî di warekî de kar û xebat dikir.

Roja 17. 12. 1946an artêşa Îranê kete nava bajarê Mehabadê. Ala Kurdistanê ji qada Çarçira anîn xwarê û ala Îranê li wira bilind kirin. Komar têk çû û êdî girtin, kuştin, dadgeh û zindan ketin gerê. Qazî Mihemed û Sêyfê Qazî hatin girtin. Sedrê Qazî jî ji Tehranê anîn Mehabê û dadgehkina wan dest pê kir.

 

Lîderên Kurd û dadgeha leşkerî

Dadgehkirina lîderên komara Kurdistanê ku yek ji mezintirîn bûyer û mehkemên siyasî di hemû Îran û Rojhilata Navîn de tê hesibandin, ji ber çend xalan pir girînge.

Girîngtirîn xal berxwedana Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî ye ku bi eşkerahî dizanîn ewê bêne kuştin. Lê wek wekîl û şahidên nava artêşa Îranê bi xwe jî didin xuyakirin, Qazî Mihemed di hemû çaxê mehkemekirinê de heta carekê jî serê xwe netewand. Wî hertim bêtirs û bi serbilindî bi bersivên xwe yên mentiqî, hemû amadebûyiyên di dadgehê de heyretgirtî kiribûn.

Xaleke din ya girîngiya mehkemekirina şehîdên azadiya Kurdistanê vê rastiyê jî dide xuyakirin ku her sê Qazî di baweriya xwe ya bêdawî ji bo diyarkirina qedera siyasî a gelê Kurd û îmana wan ya bi dewama şoreş û demokrasiyê re gelek zêde bûye.

Di dadgeha formalîte û leşkerî de ku artêşa dewleta Îranê di leşkergeha Mehabadê de pêkanîn, li dijî her sê serokên Kurd zû biryara darvekirinê hat dayîn. Her tişt di Çar rojan de bi dawî bû ku ev berevajî hemû xal û zagûnên yasaya bingehîn a Îranê bû.

Dadger û hevalên wî di biryar û karê xwe de ne xwedî insyatîfek serbixwe bûn û biryara dawiyê ji aliyê Inglîz û Amerîkiyan ve hatibû dayîn.

Bi qasî ku birêveberên dadgehê di bîr û rayên xwe de bêîrade û lawaz bûn, Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî jî xwedî îradeyek wisa mezin û bihêz bûn ku nimuneyek mezin ji fîdakarî û welatparêziya wan û bawera wan a bêdawî bi pêşkeftinên civakî-siyasî, demokrasî û rizgariya Kurd û Kurdistanê bû. Ew di berdewa armancên xwe de mîna çiyayekî mezin piştrast û bi bawer bûn.

Tiştê herî giring di çaxê mehkemekirinê de ev rastî bû ku birêveberên mehkemê ji îman û bawermendî, rastî, cesaret, zanyarî û mêrxasiya lîderên Kurd ecêbgirtî mabûn. Bi taybetî bersivên Pêşewa Qazî Mihemed ku bi piranî wî jî bi pirskirina pirsekê re, bersiv dida pirsên serokê dadgehê, tevlîhevî xiste nava karê mehkemekirinê. Pêşewa Qazî 14 seetan bi awayekî mentiqî bi wan re axivî û ji wan re da selmandin ku Kurdan di pêkanîna komara Kurdistanê de karekî qanûnî kiriye û mafê wane ku li ser diyarkirina qedera xwe ya siyasî, xwedî biryar û kiryar bin.

Bi van dîtinên berfireh ew şehîdên destpêka demokrasî û azadiya gelê Kurdistan û hemû gelên Îranê bûn ku ji bo gehiştina bi armancên xwe, amade bûn canê xwe jî pêşkêşî doza gel û demokrasiyê bikin.

Di cihekî dadgehkirinê de ku bi serokatiya serleşkerî Îranî yê bi navê“ Parsî Tebar ”hate birevebirin, dema ew ji Pêşewa Qazî Mihemed re dibêje:” We xwe kire aletê destê dijmin…”, ew jî bi îradeyek bihêz ku ji hereket û rûyê wî yê nûranî dihat xuyakirin, wiha bersiv wî da:” Hûn li kû bûn ku pêşiya vê jenûsîdê(facîê) bigirin. Bi van hemû stêrk û mîdal û vaksîlan, hûn li kû bûn dema ev dijmin hat nava axa welatê me?! Min bi xwe gelek efser û serbaz dîtin, bê wê hindê ku dijmin nêzî wan bibe û bi sedan kîlometro ji wan dûr bû, silah(çek) û hemû tiştên xwe yên din bi deste kincekî qetyayî digûherandin ku ji qada xebatê birevin. Min bi xwe zêdetir ji sed kes ji van hêjayan birine mala xwe û ez ji wan re li ser îman, berxwedan û fîdakariyê axivîme ku razî nebûn. Min xwarin û kinc dan wan û pere jî danî nava berîka wan û silaha wan careke din ji wan re vegerand û min gote wan:” ku ev namûsa we ye û wê nedanin erdê ” û di dawiyê de min ew şandin Tehranê… Ger piştî valahiya desthilatdariyê di herêmê de min berpirsyartiya birêvebirina herêmê girtiye destê xwe, ji ber wê hindê bûye ku gelê Kurd bi piranî ev berpirsyartîya han pêşniyarî min kirin. Lê ez li pey meqam an jî cihbilindiyê nebûm, çimkî min ew hebûn. Armanc ew bû ku ji poza kesî xwîn neyê û wiha jî çêbû. Lê hûn ku li vir bi fermana axayên xwe dixwazin me bi îdamê mehkûm biken, ev qas li dora tiştên vala negeirin û vala neaxivin û destûra wan ya di berê de hatî diyarkirin, pêkbînin. Mirina di riya gel û azadîyê de ji me re şirîn e û em bi can û dil vê şerefê dipejrînin. Baweriya we hebe di çaxê daleqandinê de axînek jî ji min nayê….”.

 

Li hemberî dijmin cesaret û mêrxasî

Hemû parastin û axaftinên Pêşewa Qazî Mihemed ji dil û can bûn û nexwest ku di rûyê dijmin de lawaziyê ji xwe bide nîşandan û bi vî rengî gelê Kurd li cem neyarên wan bê tehqîr kirin. Ji bona wê jî dema serokê mehkemê bi axaftinekê bêhurmetî bi gelê Kurd kir û Kurd kûçiksifet bi nav kirin, Pêşewa rabû ser piyan û xwest bi kursîya ku li ser rûniştibû hêrişê bike ser serleşker Parsî Tebar. Ev kiryara lîderê Kurd tirs û xofek mezin xiste dilê wan û ew neçar man ku navberekê bidene karê xwe yê dadgeh kirina her sê Qazîyan. Nûnerên edaleta Îranê ya rizyayî zû pêhesiyan ku nikarin bi awayekî qanûnî serokê Kurd û hevalên wî mehkûm biken. Çimkî Pêşewa Qazî Mihemed şarezayîyek zêdetir û baştir ji wan li ser naveroka qanûna bingehîn a Îranê hebû û dizanî ku çawa li hemberî wan bisekine û li berxwe bide.

Necef Qulî Pisyan ku şahidekî çaxê dadgehkirinê bû di cihekî pirtuka xwe ya bi navê ( Ez Mehabadê xunîn ta kinarêhayê Eres_ Ji Mehabada bi xwîn heya qiraxên Ersê) dibêje:” Di dadgehê de Qazî Mihemed hêrişî ser siyaset û kiryarên dewleta Tehranê kir û got: Ez ji kuncikê vê zindanê diqêrînim û ji dewleta Tehran û desthilatdarên wan re dibêjim ku hûn gunehkarin ne em… we hêriş anîye ser ax û welatê me û mal û milkê me talan diken…”.

Herwiha rojnamevanek bi navê Sulêyman H jî di vê derbarê de dibêje:” Qazî got ku divê hûn li cihê me bên girtin û mehkeme kirin ku we hêriş anîye ser me û di malên me de we em hêsîr kirine û xistine nava girtîgehê…Tevaya karên ku rûdane ji ber siyaseta dewletê ya zalimane ye. Dewletê heta izin nedida ku gel bi deng û raya xwe nunerên xwe bişîne parlimanê… Ger dewlet hemû Kurdan weke xayîn dizane, bila destê xwe ji vî erdî hilgire û ger welatparêz jî dihesibîne bila izinê bide ku kar û barê birêvebirina xwe ew bi xwe hildin destê xwe…”.

Qaz Mihemed qet ji karê xwe poşman nebû û di dadgehê de xwe mîna “destpêkerê şoreşa demokrasiyê di Kurdistanê de” binav dike. Herwiha ew bi dadgerê Îranî dide fam kirin ku berevajî birêveberên komara Azerbayicanê birêveberên komara Kurdistanê di bin bandora ti hêzeke biyanî de dewletek Kurdî pêkneanîne. Ew di dadgehê de bi dengekî bilind ji wan re dibêje:” Ev karê min ji ber evîna min ya ji bo welat û gelê min bû, her belaya ku hûn dixwazin bînin serê min, lê gelê min nerihet meken..

Helwest û cesareta Sêyfî Qazî û Sedrî Qazî jî berpirsyarên dadgehê serşêwandî kiribûn û nedizanîn bi çi awayî bersiva pirsyarên wan yên mentiqî û rast biden!!.

 

Dadgeha duyemîn

Di dadgeha duyemîn de jî serokkomarê Kurdistanê û hevalên wî bê wê hindê ku belge an jî nivîsek di destê wan de hebe, parêzvaniya xwe kirin û bi netewe û welatparêziya xwe serbilind û bi karê xwe îftixar dikirin.

Mîna Qazî di vê derbarê de dibêje:” Serwan Şerîfî Piştî bi dawîbûna dadgehê hat mala me û bi dilekî tejî hesret û xem wiha got:” Heyfa mirovekî weke Qazî Mihemed, heyfa vî zilamê mezin, zana û hekîm. Duh dema pêkhatina mehkemê Qazî Mihemed Çar seetan axivî û bi îlim û mentiq û zanyarîyên xwe hemû birêveberên dadgehê ecêbgirtî kirin. Qazî Mihemed bi evîn û fîdakariyek wisa mezin diaxivî û bala endamên dadgehê bi awayekî kişandibû ser xwe ku ti kesekî ji wan nedikarî axftinên wî qût biken…”.

Di rastiyê de Qazî Mihemed ne tenê birêveber û endamên dadgehê mehkeme dikirin, belkî rijîma Îranê ya paşayetî jî rûreş û riswa kiribû û mafdarbûna doza gelê Kurdistanê bi herkesî dida pejirandin.

 

Raya giştî û şehîdbûna Qazî

Nivîskara Îtaliyayî Marya Maçokî di pirtûka xwe ya bi navê Îran û Xebat de dinivîse:” Kuştina hovane ya pêşewayê xebata azadîxwaziya gelê Kurd, Qazî Mihemed û birayên wî û şehamet û qehremaniya ku wan di Çaxê îdamkirinê de ji xwe nîşan dan, ti wextekî ji bîra mirovan naçe. Navê van birayan, hemû gelê Kurd ji bo xebata di riya bi destxistina azadî û demokrasiyê dilivand…”

Kovara Firansî ya bi navê “ Muayîn Awiryan” jî wiha nivîsîbû:” Bîranîna xatireya rêberê navdar û pêşverû û xweşfikirê gelê Kurd û lîderê bizava demokratîka Îranê, Qazî Mihemed û birayên wî ku ji aliyê dewleta Îranê ve hatin îdamkirin, ne tenê ji bo Kurdên Îranê belkî ji bo kêmnetewe û gelên din jî bûn dirûşme û nimuneyên Şoreşgerîyê ”.

Herwiha dîplomatê Mmerîkî Arçîbald Rozvêlt jî ku demekê di sifareta Emrîka li Tehranê wezîfedar bû, di pirtûka bîranînên xwe de wiha dibêje:

” Ez bi rojnamevanên Emrîkî û Firansî çûme Mehabadê ku ji nêzve komara otonomiya Kurdistanê bibînim û bi serokkomarê wê re biaxivim. Ji me re hat e´yan kirin ku rê û zagûnên komara Kurdan bi awayekî mukemel hatine damezrandin… Me bi dîtina Qazî Mihemed hisskir ku ew di nava gel de xwedî hurmetek taybetî ye… Qazî mîna intirnasyonalîstekî pêşverû, hurmetek taybetî ji bo gelên din li ber çav digire… Qazî mirovekî bi cesaret, zîrek, karzan û bênimune, xwedîyê mentiq û axaftinkerekî hosta bû ku bi her awayî xebtî daku rê û zangûnên dewleta Kurdistanê li ser bingeh û esasekî bitew û bihêz ê demokrasîyê darijîne…”

 

Roja reş û helwesta gel

Sibeha roja 31ê Adara sala 1947 destpêka roja herî xemgîn û nexweş di jiyana Kurdan de bû. Mehabad bajarê herî xemgîn û ewrekî reş esmanê bajar dagirtibû. Li ser sê sêdarên îdamê sê lîderên Kurd ketibûn xewa mirinê. Biryara dewletê ew bû ku termên wan sê rojan wiha bi darê îdamê ve bimînin lê gel li dora qada Çarçira kom bibûn û ew her sê berevajî xwesteka rayedarên dewletê bi merasimeke tije rêz û hurmet li goristana Daşa Mecîd spasrtin axê. Wesiyeta Qazî Mihemed bû rêbaza Kurdan a xebatê. Xebata ji bo azadî û demokrasiyê.

http://www.pen-kurd.org/kurdi/kakşar/wesiyeta-peşewa.html

https://ku-tr.facebook.com/video/video.php?v=242432592567944

Di esmanê şevên sayî û tarî de, gelek stêrk dibiriqin, lê ronahiya hinek stêrkan zêdetir e û bala mirovan bêtir dikişînin ser bedewî û tîrêjên xwe yên tejî hîvî. Dîroka gelên azadîxwaz jî mîna esmanê tejî stêrkên cur bi cure. Lê hinek kes, stêrkên tejî ronahî yên dîroka netewekê ne ku bi nûra xwe ronahî û bexteweriyê pêşkêşî gelê xwe diken. Ew bi ti awayî vemirandinê napejirînin û mîna mumikan dişewitin daku ji civata xwe re ronahî û bexteweriyê pêşkêş biken. Pêşewa Qazî Mihemed, Sedrê Qazî û Seyfê Qazî jî girantirîn berhemê xwe yê vê cîhanê yanî canê xwe gorî şerafet û doza gelê Kurdistanê kirin. Ew namirin, Çimkî ew tev mirovên xwedî xîret û netirs bûn ku ji mirinê netirsîn. Dilê wan ji hesinê polayîn bû, ji ber ku ji bo jiyaneke erzan pişta xwe nedan gelê xwe û ew bûn navên bêmirin ku bi hizaran salan yê di nava dil û mejiyê hemû azadîxwazên cîhanê de bijîn.

Encam

68 sal li ser roja şehîdkirina Pêşewa Qazî û hevalên wî derbas bûn. Zêdetir ji 300 salaye ku birêveberên Îranî bi derew û durûtiyên xwe gelê Kurd û lîderên wan bi navê aştî û lihevhatinê dixapînin û dawiyê jî wan dikujin. Heta gelek caran wana serokên Kurd di nava mala xwe de jî kuştine ku ev jî di nava kultura Kurdan de bêşermiyek wisa mezine ku qet nayê bexşîn. Ji Emîrxanê Lebzêrîn, Cewer Axayê Şikak, Simkoyê Şikak, Mengur Axa bigire heya Pêşewa Qazî Mihemed, Silêman Mûînî, Dr. Ebdulrehman Qasimlo, Dr. Sadiq Şerefkendî û…hwd tev bi navê diyaloga aştiyê bi destê padişah û meleyên Îranê hatine şehîd kirin. Gelo heya kengî ewê wiha me bixapînin û em jî yê wiha sade û blindest bin?

Jêder:

Hevpeyvîna min û Mîna Qazî, Dr. Ezîz Şemzînî, Seîdxan Humayon û Kobra Ezîmî.

Nivîsa Nemir Rehîm Qazî “ Esrarê muhakimêyê Qazî Mihemd ve yaraneş bi zimanê Farsî_ Esrarên mehkeme kirina Qazî Mihemed û hevalên wî”.

 

28. 03. 2014 KAKŞAR OREMAR / DÜSSELDORF
FACEBOOK
EZUEM

dîtin: 358

Pêveker:

qazî mihemed lîderê gel evîndarê doza kurdistanê