• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Qedera Kurdistanê; Kobanê

Qedera Kurdistanê; Kobanê


nivîskar: Siyamed Sîpan
barkirin: Rezber 10, 2014, 8:55


Ji bo piştgiriya Kobanê û nerazîbûna li himber çeteyên DAÎŞ’ê, ev bû çend roj Kurdistan û hemû cîhan li ser niga ye. Kurd ji aliyê hestewarî ve nerehetin û nahêlin ku ti kes li cîhanê rehet be. Ji aliyekî ve çete bi hemû hêza xwe ya ku ji tirkî û dewletên wek tirkî ji qewmê rovî distîne, êrîşî ser Kobanê dikin. Ji aliyê din ve jî, li Kurdistan û tirkiyê her der bûye qada şer. Kurdistan hemû rabûne ser lingan û dibêjin: Herder Kobanê ye, herder qada serhildanê ye! Aliyê sêyemîn jî li Ewrupa û li parzemînên din yên cîhanê, Kurd li deverên ku lê dijî, çalakiyan pêk tîne û nerazîbûna xwe tînin ziman. Her kurdekî welatparêz û welathezkir ji aliyê hestewarî ve gelekî hatiye êşandin, ji bo wê jî ew hêrs û nerazîbûn mirovî û xwezayî ye. Her kesek dibê vêya baş fahm bike û rêzê jêre nîşan bide.

Di van rojan de tiştê ku ji bûyerên Kobanê zêdetir ez adiz kirim, ew jî êrîşên polîsên hevgirê çeteyan û êrîşên şirîkê çeteyan Hüda-Par’ê bû. Dewleta tirk hinek kesên ku ji xwere dibêjin: Kurd û misliman. Ku navê xwe kirine Hüda-Par jî dane rex xwe û êrîşî ser Gelê Kurd dikin. Ev kes dijminê Kurdan û mirovahiyê nin. Dibê ku destur neyê dayîn ku ev alîgirên çeteyan bi piştgiriya terrora polîsên tirk zilmê li Gelê Kurd bikin. Dibê ku Kurd rê û rêbazên parastina xwe ya rewa ava bikin û xwe li himber çeteyên DAIŞê ku li tirkî dijîn û navê wan Hüda-Par’in biparêzin û Kurdistanê li wan teng bikin! Ev kes, wek Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan jî anîbû ziman, mirov dikare wan bi JITEM û Hizbul-Kontra re bişibîne hev. Es kes dijminê Kurdan û dijminê mirovahiyê ye, ji bo wê jî dibê ku ji Kurdistanê werin paqijkirin.

Ev çalakiyên ku Kurdistaniyan li Kurdistanê, tirkî, Ewrûpa û her deverên cîhanê pêk anît, hişt ku „Hêzên Koalîsyonê“ têkeve nav liv û tevgerê û cara yekeme ku bombebarana wan li çeteyan ket. Ji bo wê jî giringiya çalakiyên piştgiriya Kobanê gelekî mezine. Dibê herkesê ku li cîhê ku lê dijî, têkeve nav tevgerekê û nerazîbûna xwe li himber van hov û çeteyan bîne ziman.

Em di wextekî wisa de derbas dibin, ku heger Amed li ber xwe bide, ewê bihêle ku Kobanê azad bibe. Heger Qoser li ber xwe bide, ewê bihêle ku Kobanê serkeftî be. Heger Batman li ber xwe bide, ewê bihêle ku Kobanê bi coş û moral be. Heger Mihabad rabe ser lingan, ewê bihêle ku Kobanê bi hêz bibe. Heger Hewlêr piştgiriyê bide, ewê bihêle ku Kobanê xurtir bibe. Heger Kurdistan rabe ser lingan, ewê bihêle ku Kobanê ji çeteyan paqij û azad bibe.

 

Qedera Kurdistanê girêdayî rewşa Kobanê ye û qedera Kobanê jî girêdayî piştgirî û serhildana me ye.

 

 

dîtin: 285

Pêveker:

qedera kurdistanê kobanê