• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Qeyrana aborî ya Ewropa di nêrîna Belcîkiyan de. (Beşa 1)

Qeyrana aborî ya Ewropa di nêrîna Belcîkiyan de. (Beşa 1)


nivîskar: Govar Ehmed
barkirin: Adar 28, 2014, 6:41


Govar Ahmed

Ev demeke em nuçeyên li ser qeyrana aboriya Ewropa dibîhîsîn yan dibînîn û dixwînîn. Bêguman em hindek caran li kêleka nûçeyên li ser qeyranê, nûçeyên li ser çareseriya qeyranê jî dibîhîsin û dixunîn. Lê ji ber ku li gor min hem nûçeyên li ser qeyranê û hem yên li ser çareseriya qeyranê seransere ne û dûr in li rastiya pirsê, ji ber wê yekê ez bi pêwîst dibînim ku berçav ronyekê li ser pirsa navbirî û gelek pirsên din yên parzemîna Ewropa pêşberî we xwendevan bikem.

Ji bo têgehişitineka durust ji pirsa navbirî, yan jî em bêjin ji qeyrana aboriya welatên endam ji êketiya Ewropa, ya baş ewe mirov gavên xwe hurtir û hestiyartir jiyên hîvîkrî bavêje. Bi wateyeka din li hember pirsa qeyranê ku gelek pirsên din jî rûbiruyê me dike, bi berpirsiyarî tevbigerîn û li hemberî hemû pêşhatên hemû waran ku têne pêşiya me di xugirbîn û nekevîne bin barê welamêt kevin û giştî û hewla xwe derbazbûkirina bê serêşiyê nedin û mafê pirsê çiye? bixine destê pirsê de.

Ez bawerim pirsa yekê ya ku di vî warîda hête pêşiya me eve; qeyran qeyrana çiye?.

Wê demê bersiva me jî eve; ”li gor gutegutka qeyran qeyrana aboriye, lê nava xwe de qeyran qeyrana civakî ye, rewşenbîrî ye, polîtîk e û ferhengî ye.”

Pirsa duwem qeyran li kêderê ye?

Ji bo bersiva pirsê dê bêjim ku qeyrana li Ewropa, yan jî di wateyeke din de qeyrana li parzemînekê ku beriya hemû parzemînên din û ji hemû parizemînên din bêhtir dest bi derêxistin û bikaranîna samanên siruşiti yên xwe kiriye. Her wesa berî hemû parzemînan û zêdetir ji hemû parzemînan jî kete dagîrkirin û talan kirina xêr û bêr ên welatên hejar û lawaz û ew xistinet bindestê xwe de. Bi piştgirêdan ji bidestxistin û bikarînana vê hemû hêz û wizeya dagîrkirî, ew berî hemû parzemînan û zêdetirî hemû parzemînan jî ketine pey afirandina zanistên cûr bi cûr, bi giştî û zanistên mirovî bitaybetî. Bi vî cûre kar û bikaranîna, wan ji aliyekî, xwe ji samanên siruştî yên xwe zihakirin û ji aliyê din ve jî her wan bi hukara formulekirin û bi karanîna demokrasîyet, mafên mirovan û mafên kemîne û gelên ser ruyê ‘erdê, xwe ji dagîrkirinên din jî bê par kirin û heta neçar bûn bindestên xwe jî azadkirin û di vî warî de her hewlekê jî bidin biden dê civaka wan li hemberî wan derkevît û dê wan li ‘erdê bide.

Pirsa sêyem ku tê pêşiya me eve; qeyranê kengî destpêkiriye? Bersiva me jî eve: Bi li ber çavgirtina dîroka bajêrvaniya afrêner himbêza Ewropa vê qeyranê ya li sala1974’ê de destpêkir,  lê belê piştî sala 2004 ê, xwe bi zelaltir derêxist û sala 2008 a jî hemû dersuk û xêlêyên ser ruyê xwe avêtin û rastiya hebûna xwe jî beyan kir.

Pirsa çarê dibêje; meziniya ziyana qeyranê çende? Di bersivê de em dê bêjîn: Di roja îro de meziniya ziyanê ne hinde ku mirov jê bitirse, Lê mixabin dê di rojên pêşiya xwe de nûçeyên ketin û û herftina vî welatî û welatên Ewropî bi zelalî bibîhîsîn.

Pirsa pêncê dibêje: cûrê xala despêk û ya niha ya qeyranê çewa ye? Em ji bersiva vê pirsê re dibêjîn: em dişên bêjîn di destpêkê de cûrê wê wesa bû ku mirovan tenê  di warê aborî de didît. Lê mixabin vê gavê mirov bandora wê di gelek warên din yên derveyî aborî jî de dibîne.

Pirsa şeşê dibêje: helumercên dawiyê çine ku qeyranê afrandîne? Em ji bersiva pirsa navbrî de jî dibêjîn: Herçende heta niha jî lezatiya teybetmendiyên qeyranê li serxwene, le eger heye ku bê baweriya li hemberî bankeyên Yekêtiya Ewropa û bêkariya van welata bi leztir be û aramiya abûrî jî li hev bikeve

.govar

Berî ku biçîn nava kûrahiya pirsê de, ya fere ku bêjim birastî jî kûrbûna li ser pirsa qeyrana abûriya Ewropa ne karekê hêsane  û, ji ber vê yekê karekê gelek têk aliyayî û pir aliye. Ji ber ku li gelek dem û li gelek devera bi mebesta pêşgîriya li hemberî aloziya zêdetir, zanyariyên li ser pirsa navbirî têne veşartin û berzekirin. Ev helwest jî li nêrîna hindeka de bi karekê baş û pozîtîv tê dîtin û di nêrîna hindekên din de jî bi karekê xirab û dijê şefafiyet tê dîtin. Bi wateyeke din hindek hene ku dibêjn: ”pêwîste em hêlên xwe yên sor binasîn û biparêzîn û rê nedin çi zanyarî li ser wan nehêniyên me derkevine derve, yên ku bi xirabî li me dizivire”.  Li hemberî vê yekê aliyê din dibêjin: ”pêwîste em rastiya xwe ji xelk û miletê xwe veneşêrîn û pêgîriya xwe li ser rastiya şefafiyet û karkirina zelal bikin”.

Weke argumên jî (selmandin) gruba yekê dibêje: ”Heger berî danana planeka hûr û kûr û bi hêz bo çareseriya pirsê, em asta mezinî û karîgeriya pirsê wek xwe eşkere bikin, dibe ku xudan kar û sermayedarên Ewropî û bi taybet yên ne Ewropî xwe ji kar û bazar û bankên Ewropî vekêşin.” Her wesa dibêjin: ”Ev yek jî dê karîgeriyeka rastewxû li ser jiyana rojane ya xelkî bike û heta dê lezatiya qeyranê jî zêdetir bike.” Li hember vê yekê gruba duwê dibêjn: ”Ya baş ewe em rastiya pirsê ji xelk û civakên xwe re eşkere bikin, daku di encamên giftugu û gengeşên rastî û giştî de sere dava rê çareyê vebînîn.”

Ji ber ku emê hêdî hêdî biçine nava kûrahiya pirsê de û pirs jî pirsa qeyrana aboriya Ewropa ye, loma ya fere ku hindekê li ser peyva yekîtiya Ewropa û dîroka nêzîk ya wê û helumercên avabûna wê û piştî avabûna wê jî biaxivîn.

Wek em hemû dizanîn di sala1958 de rêkxirawa bajêrê hevparcê Ewropa hate sazdan û her ew rêkxiraw jî bû ku bû tovê avabûna Yêkêtiya Ewropaya vê gavê ku saziyên wê bi qasî yê dewletekêne û eger zêdetir nebin kêmtir jî nîne. Mînak; perlemana Yêkêtiya Ewropa bi hemû komîsyonên xwe ve, konsey yan jî encumena wezîran, dadgeha mafên mirova ya Ewropa û bi dehan saziyên din yên girêdayî jiyana rojane ya xelkî. Bi kurtahî wek dewletekê ye û ya li hêz û wizeya gişt welatên endamên yêketiyê pêkhatiye û her bi rêka wê yêketiyê ve jî serederyê di gel karên navxweyî û navdewletî de dike. Her wesa ji ber ku piraniya saziyên wê yêketiyê jî ketine nava xaka Belcîka de, loma ya fer û giringe heger pirsê di nêrîna Belcîkiyan de şirove bikin.

Pêwîste vê jî bêjim ku di destpêkê de armanca avakirina yekêtiyê ne eve bû ku em dibînîn, belkû piştî qonaxên cûr bi cûr û şirove û pêdiviyên cûr bi cûr yêkêtî gehişte asta xwe ya evro. Bi wateyeke din gavên destpêkê ne ji bo vê yekêtiyê bûn, belkû bo sazdana yekîtiyeka bazirganî û gumrigî bû. Mirov dikare bêje hizra destpêkê bo sazdana yekîtiyê ew bû, ku bandor û karîgeriya cenga cîhana duwê nehêlin û helumercên bazirganî xweş bikin û bû vî mebestî jî bi pêwîst dîtin yekîtiyeka bazirganî û gumrigî saz bidin û saz jî dan.

Dibe ku hest û sozeka mezinkirina parzemînê jî di pişt projeyê de hebe. Bi wateyek din, piştî nemana cenga cîhana duwê û herfandina faşîzim û nazîzmê û balkêşandina Ewropiya bo ser pîşesazî û bazirganiyeka mezintir, hestên wan yên parzemînperestiyê pêşxistibin. Ji ber ku wê di demê de meziniya Rusiya û Emirîka û şerê sar yê di navbera wan rastewxû karîgerî li ser wan jî kiribû. Vêca çêdibe ku wan jî daxwazek di nava xwe de veşartibin ku rojekê ew jî li asta wan de bibine xudan hêz û biriyarên mezin. Emê di vir de pirsa sazdana yêketiyê vebirîn û dê bi hawterîbî di gel pirsa aborî û qeyrana aborî berdewam bikin.

Piştî sala 1944 ê yan jî piştî bi dawî hatina cenga cîhanê ya duwê û vegeriyana gişt supa û leşkerên Ewropî bo nava welatên xwe de, êdî bi hev re digel hemwelatiyên sivîlên xwe de bala xwe dane ser arîşeyên navaxweyî û hestên çaksazî û xweşguzeraniyê bo wan çêbûn. Bi curekê din mirov dikare bêje ku cengek din destpê kir ku ew jî cenga navbera karker û xudan kara bû.

Bêguman karker ji aliyê sendîkayên karkeran ve dihatine birêvebirin û piştgîrîkirin, xudan kar jî ji aliyê partiyên lîbiral îkunom û lîbiral radîkal ve dihatine birêvebirin û piştgîrîkirin. Lê qire qir û cirê cira navbera wan zêde nekêşa û têkeliyên wan çûne ser rêkeka din. Wan zû rêka xwe guherîn û diyalog û mêz kirine cihê çareseya pirsa xwe. Navê wê rêka nû jî kirine ‘Sosyal diyalog’ bi wateyeke din guhtugoya civakî.

Hêjayi gotinêye heta wê demê jî hukumet bê alî bûn û neketine dijberî û piştgîriya çi aliyan. Her di wê salê de mebest di sala 1944 ê de di encama rûniştinên sosyal diyalog de konferans hatine encamdan û tê de biryarên cûr bi cûr derketin. Yêk ji wan biriyaran jî sazdana PAKT SOCİAL bû. Di konferansa navbirî de zelal bû ku herdu alî kar dikin bi giştî bo sazdana jiyaneka xweş ji bo tak û civakên Ewropî bi taybet jî ji bo Belçikiyan. Ji ber wê jî Belcîkiya navê wê salê kirin sala aşitiyê. Mebest aşitiya şerê cîhanî yê duwê û aşitiya civakî bû. Wê demê nêrîna herdu aliyan jî, mebest karker û xudan karan bo kargehên mezin û cihên karî wek hev bûn û wan ew cî weke cîhekê pîroz û giring didîtin.

dîtin: 229

Pêveker:

qeyrana aborî ya ewropa di nêrîna belcîkiyan de. (beşa 1)