• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Qeyrana Kirim û Ukraynayê mezin dibe

Qeyrana Kirim û Ukraynayê mezin dibe


barkirin: Adar 1, 2014, 10:50


Qeyrana Kirim û Ukraynayê mezin dibe. Serokdewletê Rusyayê Vladîmîr Pûtîn ji DUMA’yê daxwaz kir ku leşkeran bişîne Kirimê û parlamentoyê jî ev daxwaz erê kir.

Wezareta Karên Derve yê Rûsyayê daxuyand ku Kîevê kesên çekdar şandine Kirimê û  hewl Wezareta Karên Navxwe yê Kirimê bi dest bixin. Di encama vê hewldanê de jî pevçûn derketiye. Rêveberiya Moskowê diyar kir ku ew amade ye bersivê bidin daxwaza alîkariyê ya Komara Xweser a Kirimê. Ûkrayna jî Moskowayê bi şandina 6 hezar leşkeran sûcdar dike.

Li gor daxuyaniya ku ji Kremlînê hatiye kirin ji ber rewşa ne asayî ya li Ukraynayê ji bo parastina berjewendî û hemwelatiyên Rusyayê, hetta rewşa li Ukraynayê asayî be dê leşkeran bişînin Kirimê.

Serokê nû yê nivgirava Kirimê  Sergey Aksenov bixwe ji bo li welat aşitî û aramî berqerar bibe daxwazaleşkerşandinê ji Rusyayê kiribû. Serokwezîrê nû yê Kirimê Aksenov bi awayekî demî, wezîfeya fermandariya hemû hêzên leşekrÎ û ewlekariyê yên herêmê wergirt ser milê xwe.

Piştî ku duh êvarê balafirgeha Akmescît 24 saetan ji firînên sivîl re hate girtin, danê sibê avahiya parlamentê ji liyê kesên çekdar hatibû dorpêçkirin. Tê gotin ku avahiya parlamentê ji aliyê ekîbên taybet ên polîsan ên bi navê “Berkut” ve hatibû dorpêçkirin.

Wezîrê Parastinê yê Ûkraynayê jî di daxuyaniya xwe ya îro de Rûsya sûcdar kir ku 6 hezar leşker şandiye Kirimê û anî ziman ku artêşa Ûkraynayê ketiye alarmê. Wezîrê Parastinê Îhor Tenîûk detayeke din neda.

Ûkrayna Rûsyayê bi dagirkerî û êrîşê sûcdar dike. Lê belê Rûsya ya li Kirimê xwedî baregeheke deryayî ye dibêje ku ew li gorî peymanên bi Kîevê re tevdigere.

Piştî ku li Ûkraynayê partiyên rastgir ên radîkal bi desteka welatên Rojava desthilatdarî xist destê xwe, şêniyên Kirimê, li dijî otorîteya nû ya li Kîevê di 25’ê Sibatê de li ber Konseya Bilind (Parlament) çalakî dabû destpêkirin. Bi biryareke di roja Pêncşemê de Konseya Bilind, ji bo berfirehkirina erka Kirimê biryar da di 25’ê Gulanê de referandûmê pêk bîne û bi serokatiya Sergey Aksenov hikûmeta nû wezîfedar kir.

Kirim di sala 1954’an de bi Ûkrayna ya parçeyek ji Yekitiya Sowyetê bû hat girêdan. Di sala 1991’ê de bi belavbûna Yekitiya Sowyetê re Kirim di nava Ûkraynayê de ma, lê statuya komara xweser bi dest xist.

dîtin: 467

Pêveker:

qeyrana kirim û ukraynayê mezin dibe