• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Qoser; Di navbera Kurdên ji Rojava hatî û komek nişteciyên Qoserê de pevçûn derket

Qoser; Di navbera Kurdên ji Rojava hatî û komek nişteciyên Qoserê de pevçûn derket


barkirin: Pûşper 25, 2014, 10:45


Li Qoserê dijî Kurdên ku ji Rojava hatî û li Qoserê jiyana xwe berdewam dikin êrîş pêk hat. Ji aliyê komek kes ve dijî Kurdên ji Rojava hatî êrîş pêk hat û di navbera herdû aliyan de pevçûn derket. Li gorî nûçeyê komeke ji nişteciyên Qoserê êrîê birin ser cihê hindek Kurdên ku ji Rojava hatî. Piştî ku polêsên Tirk dest avêtin bûyerê di dema belavbûnê de dîsan kesên êrîşker êrîş birin ser otomobîleke bi hejmara Sûrî û derb lê xistin. Hetanî neha ji aliyê Kurdan tu daxuyeniyeka fermî di barê bûyerê de nehatiye dayîn. Berpirsê Ewlekariyê yê Qoserê yê Tirk jî daxuyaniyek da ku kesên ji Sûrî hatî mêvanên me ne û divê gelê Qoserê bêhnfireh nêzîkî bûyerê bibe û ev kesên ku bûyer derxistî jî dixwazin aramiyê têk bidin.

 

Rewanbej

 

dîtin: 467

Pêveker:

qoser di navbera kurdên ji rojava hatî û komek nişteciyên qoserê de pevçûn derket