• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Qûbadî ji Îranê xwest darvekirinan rawestîne

Qûbadî ji Îranê xwest darvekirinan rawestîne


barkirin: Gelarêzan 12, 2013, 6:40


Derhênerê Kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê Behmen Qubadî bang li Serokkomarê nû yê Îranê Hesen Rûhanî kir ku pêla darvekirinan rawestîne.

Derhênerê Kurd Behmen Qubadî ku fîlmên wî gelek xelatên navneteweyî wergirtine, ji ser malpera xwe ya Facebookê nameyek vekirî weşand, hişyarî da ku hêrsa gelê Kurd dikare veguhere bûyerên dijwariyê û xwest, girtiyên siyasî bi awayekî adîl werin darizandin.

Qubadî got, “Birêz Rûhanî hînê afîşên we yên propaganda hilbijartinê ji dîwaran nehatibûn xwarinê, lê nûçeya darvekirina ciwanên bê tawan ên wî welatî girnijîna xweşiyê li ser lêvên xelkê dizî û ji hemû sozên we bêhêvî bûn. Darvekirinên dawî li Îranê dilê gelê Kurdistanê bi êş û keseran dagirt û birînên ji girtîbûn û îşkenceyê vekirin.

We hînê duh bi dengekî bilind digotin, “hêviya me; bila Îraneke bê zîndan be”, lê wer xuyaye ev zîndan ne bi azadiyan lê bi darvekirinan bi dawî dibin.

Gotinên we jî, mîna gotinên beriya we, gotinên vala û propaganda bûn ku we bi hestên paqij ên gelên Îranê lîstin.

Ji we hêvî dikim ku tavilê dawî li darvekirinan bînin û bi adîlane nêzî girtiyên siyasî bibin. Li Îranê paşerojeke tarî ya bi dijwarî û darvekirinan, neafirînin.

Lê eger hûn bi dewamî van bikin, dê tevgera çirûska têkoşînê li kolanên Kurdistanê û bajarên din ên Îranê ji nû ve gur bibe û dê veguhere gopalekî ku desthilatdarî û mejiyê we yê tarî parçe bike.”

Rejîma Îranê, di 26’ê Cotmehê de girtiyên siyasî yên Kurd Hebîbûllah Gulperîpûr, Riza Îsmaîlî û di 4’ê Mijdarê de jî Şêrko Maarfî bi darve kiribû.

dîtin: 160

Pêveker:

qûbadî ji Îranê xwest darvekirinan rawestîne