• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Rast şanî dike, çep lêdixe

Rast şanî dike, çep lêdixe


nivîskar: Eliyê Koçer
barkirin: Gelawêj 9, 2015, 10:07


Rast şanî dike, çep lê dixe, bi zimanê tirkî jî dibejin “sağ gösterip sol vuruyor” ev pêşgotina qaşo pêşgotineke tirka ye, çiqasî pêşgotina tirka ye nediyare, hevalekî min mamoste ye kî kal û maleşîn hebû digot; berya bi çel pênceh salî waxta ku min mamostetî dikir giştînameyek (genelge) yek ji mere şandin, digotin, li cem we, yên ku we bihîstine û gohdarî kirine çirokbin, helbestbin, pêşgotinbin anjî stiranbin, bi nivîsin û ji me re bişînin. Kesên ku ev xwesteka wan bi cîh tanîn xelat jî dikirin. Diwan waxtan de me nizanîbû bê evya jibonî çi ji me dixwestin, lê piştre me famkir ku zihniyeta îtehat-terekî jibonî ku bişavtin a (asimilasyon) xwe pêk benin, gelên ku ne tirkbûn û dinava sînorên bermahiya osmaniyan de mabûn bixin tirk û kevneşopiya wan gelan ji xwe re bixin mal ser î li van rê û rêbazan dixistin.  Lê li vira mijara me ne li ser pêşgotine ye, jiber ku ser nivîsa me pêşgotinek bû min xwest li ser pêşgotinen tirkan çend peyvan binivîsim.

Mijara nivîsa me li ser siyaseta serokkomarê tirkan R.T. Erdoxane. Ez dixwazim li vira serboriyekê binivîsim, wî wextî wê baş werê famki- rin ku bê çima R.T. Erdoxan piştî sê salan dîn û harbûye û êrîşî kurdan dike. Waxta ku ez li navçe Nisebîne dijiyam dosteki me hebû navê wiya Hecî Ebas bû, ji günde qasirbelekê bû, niha çuye ser dilovaniya xwe, rahma xwedê lê be û cihê wiya bûhişt be. Hecî Ebas kesekî kal, qam qut û hûr bû, giraniya wiya jî encex çel û pênç pênceh kilo hebû, lê zilamekî sohbet xweş û zanîst bû. Şevekê ez lê bûme mêvan qala vê serboriya xwe ji min re kir, got: berya bi seh çel salî waxta ez li gund dijiyam, wekî ku hûn jî dizanin gundî berya ku demsala çile werê jibonî demsala çile haziriya xwe dikirin, qut ê xwe di çalande, mûnet di hebanan de û goştê dermale jî didenikan de diparastin û dihilandin. Ev haziriya jî didemsala payize de dihate kirin. Hecî Ebas digot: Salekê meha demsala payize ya dawî bû, me gundiyan ji bonî ku em savarê xwe bi kelênin me beroşa savar danî û çi malbatên ku li gund dijiyan ji bonî dora ku savarê xwe bi kelenin her yekî ji me elbek genim dixiste kîsekî de û li ber kura “beroş” a savar me birez dikir û didanî, dora kê bihate di çûn savarê xwe dikelandin. Hecî Ebas di berdewamiya serboriya xwe de got: ku min jî wekî her yekî gundî elbek genim xiste kîsekî û danî ber beroşa savêr û ez mame li bende heya ku dora min werê ez ê  savarê xwe bi kelenim. Hacî Ebas digot: Kesekî bi navê Carala yekî gundiye me hebû, wiya jî dora xwe li ber beroşa savar danî, lê dora Carala dipey min re bû, min bi xwe Carala nedîtibû lê min kurê Carala dîtibû, navê wiya Boncê bû, Boncê kesekî qama wiya nezî dû metroyan hebû, zend û bende wiya qalin wekî batlekî bû, Hecî Ebas digot: Carala hîna ji ji kurê xwe girstirbû, Hacî Ebas got: werhasil dor gihîşte min û min genime xwe kişand ber beroşa savar ku ez savarê xwe bikelênim. Min meyzand ku Carala jî genime xwe dikşenê ber beroşê û dike ku savarê xwe bikelênê, min ji Carala re got: tû çi dike dora min ê ku ez savarê xwe bikelênim? Carala got: na dora min ê û ser dora kelandina savar em ketin qirika hevudinde, çend kesên gundî jî li derdora me ne, rêza dorê ji diyarbû, gundiyan jî, ez jî û Carala jî dizanîbûn ku dor dora min e, lê wisa xuyandikir ku Carala dixwest ku zora xwe li min bike, her çiqasî min Ji Carala re digot: Tu haqsiziye dike, dor ne dora te ye lê Carala goh ne dida gotinen min, Hecî Ebas got ku min fam kir ku bi tû awayî ez nikarim Carala qayil bikim û divabê em pevbiçin, ez hinekî ji xwe re fikirîm û min ji xwe re digot ez û vî kesa em ê çawa pevbiçin, bi tû awayî ez nikarim vî zilamî, bi her awayên xwe ve ji min bi hêztire, ez deynekim jî çênabe, çimku waxta ku ez vê zordestiya Carala qabûl bikim dawî li zordestiyên Carala nayên û wê peve van zordestiyên xwe berdewam bike. Hecî Ebas got: ku ez ji xwe re mame heyirî ez ê çawa bikim da ku ez vê pisgirêkê çareser bikim. Hecî Ebas got: Didawî de min biryara xwe da, min ji xwe re digot ji xwe ez bi lêdanê nikarime Carala, ji bonî ku kesek nebejê dor dora Hecî Ebas bû lê ji tirsa Carala newêrabû denge xwe derxîne, ez ê xwe di Carala werkim, şaqameke xwe lê bixim û ji wura pêve Carala çi dike jixwe wê bike, Carala ji tû xofa ku ez ê lê bixim û pê pevbiçim ji min nedikir, ji dahmekê ve min erîşî Carala kir, xwe ji erde bilind kir û şeqam avête ser û guhe Carala, Çala genim ya vala li pişt Carala bû, waxta ku min xwe di Carala werkir û şeqam lê xist Carala bi paş ve hilpekiya û bi pişte ve kete çala genim û ez di çala genim de ketim ser dilê Carala de, Carala di çalê de nikarîbû xwe tev û lev bide, werhasil çen pehîn, şeqam û kulm min li Carala xistin, piştre gundiyan ez ji ser dile Carala rakirim, Carala di çalê de pirr xerab ketibû û mabû asê, bi alîkariya wan kesên derdora me bi zorê Carala ji çalê derxistin, lê waxta ku gundiyan Carala ji çalê derxistin birebirek û çireçirek ji Carala derdiket dikir ku erd bihejê, Carala hewqasî hêrs bûbû tukesî nikarîbû wiya zaft bike. Wekî ku ez dinava gile Carala de bûm ji xwe re digot ezbim û ev kesê wekî çîçelazekî ketibe ser zikê min û li min xistiye, hewqasî qaherîbû, waxta Carala ji Çalê rizgar bû hicûm diberda min, lê derbasbûbû gundî ketibûn navbera me de nema dihiştin ku Carala bighêjê min, Hecî Ebas digot: Piştî pevçûna min û Carala ez hatim malê, heya pazdeh rojan jî min ji tirsa Carala newêrabû ji malê derkevim,bi tena sere xwe  bigerim, min ji xwe re digot ku deste Carala li cehekî nepenî bighêjê min tukes name dikarê min ji nava lapên Carala derxîne, heya ku gundî bi me ve werin wê Carala min hûrhûr bike.

Bûyera kurdan û Teyib Erdoxan yên sê salên dawî jî di şibehê pevçûna Hecî Ebas û Carala.Teyîb Erdoxan xwe di neynike de wekî dêwekî didit, ji xwe re digot: Ez bi hêzim, serokkomarê bermahiya Devlata Osmaniyame, Dewleta min Dewleteke nato yê ye, milyonek leşker ordiya min heye, pênsedhazar polîsên min yên asayişe hene, ez xwedî teknolojiya herî pêşketî me û wekî bav û kalen xwe ez ê hikim li rojhilata navîn bikim û bibim xelîfeyê îslamê, her çiqasî kurdan ji Teyîb re digotin wisa nabê were em jiyaneke hevpar bi hevudinre ava bikin û bi hevudin re bijîn, lê Teyib Erdoxan bi hêza xwe ewlebû û goh ne dida gotinên kurdan, piştî sê salan Teyib Erdoxan meyzand ku wekî Carala bi pişte ve ketiya çalê û kurd ketine ser dile wiya de. Niha jî Teyîb Erdoxan ji çalê derketiye, dîn û har bûye û êrîşî kurdan dike, ji xwe re dibejê ezbim kurdan ez xistime vê rewşê de.

Recep Teyîb Erdoxan û Dewleta tirkan wekî ku şer ê Diaş ê dike xwe ji dinya yê re dide nişandan, lê di esasê xwe de şer ê kurdan dike, jibonî kurdan qir bike, şer ê çeteyan ji xwe re dike mertal, wekî me di ser nivêsa xwe de jî aniya ziman “rast şanî dike, çep lê dixe”, lê bila Dewleta tirkan û Teyib Erdoxan veya baş bizanibin diserî de kurd û hin Dewletên dinya yê veya nadaqurtênin û kurd ne kurdên berê ne ku peve bêne xapandin.

 

Lİ SER ŞER’Ê PİŞTÎ HİLBİJARTİNA 7’Ê HEZÎRANÊ ÇEND PÊYV Û GOTİN

 

Deme kê Rêberê gel ê kurd birêz Abdulah Öcalan gotibû kurd nizanin siyasete bikin. Wisa xuyandike ku hîna jî ev gotina Rêberê gel ê kurd dimeriyetê de ye û xwe diparêzê. Ji roja ku hilbijartina 7ê hezî- ranê bi dawî bû û partiya AKP ê bi ser neket Teyîb Erdoxan kete nava liv û tevgeran de ku kurdan bikşîne nava şer, tevlîheviyekê li dar bixe û vegerê ji gel ê tirkan re bibejê meyzênin ku ez bi tena sere xwe ne- wim ser desthilatdariyê wê ev Dewletan ji deste we herê. Xuyandike ku Teyîb Erdoxan divê armanca xwe de bi serket û rêvebirên KCK ê hatin leystoka Teyîb Erdoxan. Ez diwê bahweriye de me ku piştî hil- bijartina 7ê Hezîranê bi Rêberê gel ê Kurd re hevdîtin çêbûbû ya ev şer a dest pê nedikir, ji xwe Teyîb Erdoxan jî dizanîbû ku wê bi rêz Abdulah Ocalan pêşiya vî şer î bigre û jiber van sedeman nehişt ku tûkes herê îmraliye jibonî ku meramên xwe bi cîh benin.

Li vira armanc kuştina nahtore an jî têrxwarine tirîye ez nizanim heger armanca kurdan kuştina nahtorbe, dive kurd dev ji siyaseta nava tirkî berdin, heştê parlementêrê xwe ji meclisa tirkan bikşênin li Diyarbekir bi cîh bikin û ji tirkan re bibejin em nema jiyaneke bi we re qabûl dikin jibonî kurdîstaneke ser bixwe em dest bi şerekî topyekun bikin, em ê veya fam bikin. Lê na waxta armanc têrxwarina tirî be û tû bibejê ez ê jibonî jiyaneke hevpar û demoqratîk siyasete di tirkî de bidim meşandin tû nikarê çekan bide şuxulandin, çek û siyaset wekî agir û nefte ne her dû li cem hevdû çênabin, dive kurd ji van her dû ya yek ê ji xwe re hilbijêrin.

Şer siyasete di xitimênê, bi rêz Selehadîn Demîrtaş maye dinava nal û bizmarde, nikarê siyasete bike û dewleta tirkan jî di nava van şert û mercan de nahêlê ku Selehadîn Demirtaş siyasete xwe berdewam bike. Dû rê li pêşiya kurdan hene, li ser van her dû rê yan roj berya rojekê dive kurd biryara xwe bidin, wekî ku min li jor jî aniye ziman yan dive kurd dev ji hamu tiştan berdin dest bi şerekî tevahî bikin û yan jî çekan deynin aliyekî dest bi siyaseta xwe bikin, dinava van şert û mercan de çi rojên ku derbas dibin dijberî kurda ye, hêvi ya me ne şer e, hêvi ya me aşîtî û demoqrasiye.

 

dîtin: 384

Pêveker:

rast şanî dike çep lêdixe