• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Real Madrid bû Palewanê 2014 ê yê lîga palewana

Real Madrid bû Palewanê 2014 ê yê lîga palewana


barkirin: Gulan 25, 2014, 12:08


Îşev leyistika fînalê ya gokê di navbera Atletico Madrid û Real Madrid de hate leyistin. Leyistika ku berî bi çend xulekan bi dawî bû, bi serkeftina Real Madrîdê bidawî bû. Leyistika giring ya ku li piraniya welatên cîhanê zindî hate temaşekirin 120 xulekan domî.
Leyistikvanên ku di serê leyistikê de ketin nav yariyê evana bûn.

Atletico Madird: Courtois-Filipe Luis, Miranda, Godin, Juanfran-Koke, Tiago, Gabi, Turan-Diego, Costa(villa),Adrian

Real Madrid: Casillas-Marcelo, Pepe(Varane), Ramos, Carvajal-Kedira, Modric, di Maria- Bela, Benzema, Ronaldo

Leyistik 20:15 ê Ewrûpa dest pê kir.

Gola yekem ya yariyê di xuleka 36 an de ji aliyê tîma Atletico Madrid ê ve bi avêtina Diego Godin pêk hat.
Herçend herkesî wekî misoger dît ku Atletico Madrîd dê bibe palewanê Liga palewanan lê di xuleka dawî ya yariyê de, di xuleka 90 î de bi avêtina Sergio Ramos çarenivîsa yariyên îsal diyar bû û gola wekheviyê hate avêtin.

Piştî ku yarî 1 bi 1 bidawî bû xulekên dirêjkirinê hatin leyistin. Di berdewamiya yariyê de beşa yekem de dîsan tu gol nehatina avêtin. Lê di nîvê dûyem yê direjekê de di xuleka 110 an de ji aliyê Gareth Bale yê Real Madrîtê ve gola duyem ya Real Madrîdê hate avêtin.

Gola sêyem ya Real Madrîdê ji aliyê Marcelo ve hate avêtin û Real Madrîd 3 bi 1 ê kete pêş Atletîco de.
Lê Real êdî bi coşa serkeftinê hew rawesta û gola 4. hat. Di encama avêtina 11 gavî de Ronaldo cewazî kire 4 bi 1 ê.

Real Madrîd 4, Atletico Madrid 1

Piştî yariyê Pelikên Zîvîn bo yarîvanên Atletîco yên Zêrîn jî bo yarîvanên Realê hatine dayîn û Qupaya lehengiyê jî bo Real madrîd hate dayîn. Coşa Real Madrîdîyan hîna jî di hola yariyê de berdewame.

 

 

Rewanbej

20140524_233726 20140524_233724 20140524_233704 20140524_233654 20140524_233638 20140524_233636 20140524_233634 20140524_233726 20140524_233701

dîtin: 484

Pêveker:

real madrid palewanê 2014 ê lîga palewana