• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Rêberê serhildana Dêrsimê: Seyîd Riza

Rêberê serhildana Dêrsimê: Seyîd Riza


barkirin: Gelarêzan 15, 2013, 8:18


Îro roja salvegera 76. ya darvekirina serokê serhildana Dêrsimê Seyîd Riza û hevalên wî ye. Seyît Riza beriya darvekirina xwe ji rayadarên dewleta Tirk re dibêje: ‘Min nekarî seredariyê ji bo lîstokên we bikim, bila eve bo min bibe waneyek, lê min jî serê xwe li hember we netewand, bila eve jî bo we bibe kulek.’

Seyîd Riza di sala 1862’an de, li Dersimê ji dayik bû. Seyîd Riza kurê Seyîd Îbrahîm e. Ewî ji aliyê zanyarekî bi navê Mehmet Elî Efendî ve ders dît û mezin bû.

Mehmet Elî, ji aliyekî ve agahiyên olî, ji aliyê din ve jî di warê neteweyetiyê de perwerde dida Seyîd Riza. Piştî mirina bavê xwe, wî Seyîdî dewir girt û di beldeya Agdadê de bi cîh bû. Di rojên serhildana Koçgiriyê de komeke çekdar çûn Dêrsîmê û telgirafeke ku pişgtgiriyê dide serhildêran, nivîsandin.

Seyîd Riza, piştî serhildana Şêx Seîd alîkarî da muhaciran. Berî serhildana Dêrsîmê Seyîd Riza, li hemberî îhtîmala operasyonê bi seroke eşîran re hevdîtin pêkanî da ku di nava xwe de yekîtiyê çêbikin. Di demeke ku li Dêrsîmê serhildanê berdewam dikir, di 5ê Îlona 1937an de rayedarên hukumetê ji bo hevdîtinan li Erzînganê bang li Seyîd Riza dikin.

Seyîd Riza, di rêya Erzînganê de hate girtin û ew birin Elezîzê û bi îdamê hate mehkûmkirin.

Serokê serhildana Dersimê, Seyîd Riza, di 15’ê Mijdara sala 1937an de, bi tevî 7 hevalên xwe ve, ji aliyê rejima Tirkiyê ve hatin dardakirin.

Piştî darvekirina Şêx Seîdê Pîran jî eşîrên Dersîmê heta sala 1938 an serhildan berdewam kirin.

Dewleta Tirk di dema serhildanê de nêzîkê 40 hezar Kurd qetil kirin û her weha dihête gotin ji ber vê komkujiyê ava Munzurê demek dirêj sor herikî.

Seyîd Riza nameyekê ji Neteweyên Yekbûyî re dişîne û diyar dike ku di komkujiya Dêrsimê de dewleta Tirk li dijî wan ‘Gaza mirovan dixeniqîne’ bikar aniye.

Seyîd Riza di wê nameyê de xwe wekî ‘Serfermandarê Dêrsimê’ dide naskirin. Di nava belgeyên ku komîsyona jêr a Dêrsimê bi dest xistine de, nameya Seyîd Riza ji bo hikûmeta Brîtanya nivîsandî û nameya şikayîtê ya ji NY’î (Komeleya Gelan) re şandî jî cih digre.

Di nameya xwe de Seyîd Riza weha dibêje: “Li dijî me firokeyên bombebaranê, bombeyên agir û gaza mirovan dixeniqîne hatin bikaranîn. Balefirên şer ên Tirkiyê, gundan bombebaran dikin, agir berdidinê, zarok û jinên bê parastin dikujin. Bi vî awayî hikûmeta Tirkiyê dixwaze tolhildana binketina xwe li tevayî Kurdistanê bi îşkencekirinê hilîne. Girtîgeh ji Kurdan tejî bûne. Ronakbîr tên gulebarkirin û darvekirin. 3 milyon kurdên li ser xaka xwe, dixwazin di nava aştî û azadiyê de bijîn, dixwazin nejad, ziman, paşeroj, çand û şaristaniya xwe biparêzin.”

Rewanbej.com
Berhevkar: Zeyat Birusk

 

dîtin: 572

Pêveker:

rêberê serhildana dêrsimê seyîd riza