• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Rêkxerê nû yê Tevgera Goran diyar bû

Rêkxerê nû yê Tevgera Goran diyar bû


barkirin: Rezber 19, 2015, 9:32


Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goran, Nuşîrwan Mistefa ku ji ber çareseriya pijîşkî li derveyî Herêma Kurdistanê ye, heya sê mehan venagere Herêma Kurdistanê. Ligor zanyariyan emeliyata feqetara piştê bo navbirî hatiye kirin û pijîşkan jêre gotine heya sê mehan lazime di bin çavdêriyê de be.

Du roje Civata Nîştîmaniya Tevgera Goranê li ser krîza Herêma Kurdistanê û dûr xistina endam û wezîrên tevgera xwe ji kar û barên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de ne, lê ji ber amade nebûna Rêkxerê Giştîyê Tevgerê, bi riya telefonê bi wî re di peywendiyê de ne.

Ligor zanyariyan Nûşîrwan Mistefa bi riya telefonê bi Umer Seyîd Elî di peywendiyê de ye û haya wî ji hemû civîn û biryarên Tevgera Goranê heye, herwiha heya vegera Mistefa bo Kurdistanê Umer Seyîd Elî dê kar û barên Tevgera Goranê bi rêve bibe.

dîtin: 476

Pêveker:

rêkxerê tevgera goran diyar